Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir 2022-03-01 13:54:54     AMED - Rêxistinên jinan ên Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sûra Amedê daxuyaniyek dan, ligel astengiya polîsan broşur belav kirin û ji girtiyên jin re kart şandin.    Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyan de rêxistinên jinan ên Amedê, li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûra Amedê hatin gel hevdû û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî û bi erbaneyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Pêşiya daxuyaniyê jinan stranên kurdî gotin û govend gerandin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy ve hat dayîn.   Gulistan destnîşan kir ku wê jin li hemberê serdestiya mêr li qadan bin û têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Em wek jinên kurd carek din destnîşan dikin ku hûn bi girtin û çavtirsandinê nikarin têkoşîna me biçewisînin. Em di şexsê Garîbe Gezer û Denîz Poyraz de soza bilindkirina têkoşînê didin û wê hêviya xwe ya ji bo azadiyê xurtir dikin. Wê jin tu carî paş gav de neavêje û têkoşîna xwe berdewam bike.”   Piştî daxuyaniyê jinan xwest ku li navçeya Sûrê broşûrên 8'ê Adarê belav bikin. Lê belê polîsan astengî derxistin û nehiştin ku broşur bên belavkirin. Jinan astengiya polîsan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” û bi stranên kurdî protesto kirin.   Ligel astengiya polîsan jinan broşurên xwe heta li ber postexaneya Sûrê belav kirin. Piştre jî kartên ku ji bo girtiyên jin hatibûn amadekirin şandin.    Çalakiya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.