Neceh Gulo: Em ê bi eşqa azadiyê 8'ê Adarê pîroz bikin 2022-03-01 09:03:39     Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Endama Malbatên Şehîdan Neceh Gulo 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Em ê bi ruhê pêşenga jiyana me Sakîne Cansiz û Nazliye Keçel 8'ê Adara 2022'yan pîroz bikin. Em ê bi eşqa azadiyê 8'ê Adarê pîroz bikin."   Jinên Rojavayê Kurdistanê bi ruhê pêşengtiyê her dem di nava têkoşînekê de bû. Beriya ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk were, jinên kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî veşartî kar û xebatên xwe dikirin. Ji wan jinan yek jî Neceh Gulo ye ku di demên kevin de herdem ji bo azadiyê têdikoşe û ji bo ku jinan ji koletiyê rizgar bike herdem kar û xebatê dimeşîne. Neceh Gulo yek ji wan jinan e ku cara yekem pîrozkirina 8'ê Adarê li Rojavayê Kurdistanê ya 2004'an amade dibe û şahidiya pîrozbahî, êrîşên Rejîmê û berxwedana jinan dike. Têkoşîna bi hezaran jinên Rojavayê Kurdistanê ku di demên borî de kirine, îro bû temîneta avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Îro jinên kurd ên Rojava pêşengtiya pergala netewa demokratîk dike û doza wekhevî û azadiya gelan dike. Necah Gulo bi rasthatina 8'ê Adarê re qala şahiya 2004'an a jinan dike.    'Di sala 2004'an de cara yekem em ji bo 8'ê Adarê herikîn qadan'   Necah Gulo di destpêkê de 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Em di şexsê jinên Rojavayê Kurdistanê yên têkoşer de roja 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Em hemû pakrewanên ku ev roj diyarî me kirine bi bîr tînin. Em di dirêjahiya dîrokê de cara yekem di sala 2004'an de ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê derketin. Di sala 2004'an de cara yekem em ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê herikîn qadan. Di wê demê de gundek hebû û navê wê Tertep bû, girêdayî bajarê Qamişloyê ye û me biryar da ku em çalakiya xwe li wir pîroz bikin. Beriya ku em dest bi pîrozbahiyê bikin, me dît seyareyên Rejîmê hat û derdor hemû dorpêç kir. Di wê demê de yek hebû û çidibû agahî dida dewletê. Wê demê hat pîrozbahiya me û me jê re got ev pîrozbahî ya jinan e tu ji bo çi hatiye. Ji bo ku cejna me neyê pîrozkirin mişkule derdixist û herdem digot li min bidin û min biqewitînin. Lê me wiha nekir û me got biçe da ku tiştek dernekeve û paşê çû. Ji ber cihê pîrozbahiyê li ber avê bû, leşkerên Rejîmê jî di bin navê seyranê de malbatên xwe anîbûn wir."   Pîrozbahiyên 8'ê Adarê   Necahê diyar kir ku di wê demê de li Dêrikê jî pîrozbahî pêk hat û wiha got: "Me pîrozbahî ji bo Rejîmê zû xilas kir û kesên ku hatine pîrozbahiyê çûn cihê xwe. Li bajarê Dêrikê jî pîrozbahî hebû û Rejîmê ajanekî xwe jî bi rê kiribû û li wir jinên Dêrîkê êrîşî wî kiribûn û lê dabûn. Piştî mişkule derket Rejim firsat dibîne û du jinên xwişkên hevdu bûn hatin binçavkirin. Çi çalakî bihata kirin, bê Rejîmê nedibû û hemû çalakiyên me de amade bûn. Her dem nerehetî di nava me de ava kirin. Piştî 8’ê Adarê, li stadyuma Fitbolê di navbera zarokên kurd û Dêra Zorê de şer derket û êrîşî zarokên me kirin û zarokên me şehîd xistin û ev yek jî bi plana Rejîmê pêk hat. Di wê demê de jî gelê kurd li hember vê buyerê tolhildanek mezin raber kir."   'Em her dem di nava têkoşînê de bûn'   Necahê diyar kir ku Rejîmê her dem êrîşî wan kirine û wiha domand: "Weke jina kurd me tucaran serê xwe li hember Rejîmê danexist û her dem em di nava têkoşînê de bûn. Piştî serhildana 12'ê Adarê Newroz hebû û di wê demê de jî Rejîmê beriya Newrozê 2 ciwan qetil kir. Dewletê her der dorpeç kiribû, tenê ji bo em pîrozbahiyê li dar nexînin. Bernameya me 2 saet bû û me dest bi pîrozbahiyê kir. Di pîrozbahiyê de me dît grûbek hat û cilê reş li ser wan e û me wan nas nekir û wan xwestin provakasyonê derxînin, lê me pêşiya wan girt. Ji ber zilma Rejîmê me Newroz zû xilas kir. Belkî du saet bin, lê me îspat kir ku çi dibe bila bibe em ê Newroza xwe pîroz bikin."   Necahê diyar kir ku di pîrozbahiya 8'ê Adara 2004'an de jina bi navê Nazliye Keçel hate girtin û heta niha çarenûsa wê nayê zanîn û wiha pê de çû: "Me gelek navên jinan bihîst ku hatine girtin û ji wan yek jî Nazliye Keçel bû. Piştî Nazliye Keçel hate girtin, em gelekî pê ketin da ku em agahiyekê jê bigirin, lê ewqas sal borî, heta niha jî me tu agahî nestandiye ka şehîd e yan dijî."   'Jina kurd tesîra xwe li tevahî jinên cîhanê kir'   Necahê da zanîn ku jina kurd bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebûna xwe nas kir û wiha got: "Jina kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kir û bawer kir. Ev yek jî keda Rêber Apo ye. Rêber Apo ev 23 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye û her dem ji bo jinan ked da. Jina kurd tesîra xwe li tevahî cîhanê kiriye. Fikir û Felsefeya Rêber Apo jina têkoşer û berxwedêr ava kir. Dema Rêber Apo hate dîlgirtin, bi hezaran keç û xortên kurdan canê xwe feda kirin. Jina ku li ber xwe dide û serî hildide dibe armanca êrîşên dagirkeran. Em dibêjin jina bi rêxistinkirî û têkoşer serê xwe dide, lê sira xwe tu caran nade. Îro bi saya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr jinê mohra xwe li dîrokê da. Jina kurd Rêberiya tevahî jinên cîhanê dike. Jinê dikaribû xwe bi rêxistin bike û bibe dengê jinên bindest. Bi saya pergala netewa demokratîk wekhevî hate rûniştandin û çi kar û xebatê me hebe jin pêşengtiya wî karî dike. Jinê dikaribû xwe di şerê Rojavayê Kurdistanê de îspat kir. Di êrîşa herî dawî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li Hesekê de Erdogan û çeteyên wî bin ketin. Bi hezaran welatiyên kurd bi destên Erdogan hatin qetilkirin. Beriya demekê êrîşek li dijî malbata min pêk hat, îxtiyarekî 85 salî, kurê min ê 35 salî û lawê birayê min ê 20 salî qetil kir. Cihê ku hatine dagirkirin guhertina demografîk lê dikin û bi cenazeyên me dileyîzin û goristanên me xira dikin."   'Em ê bi eşqa azadiyê 8'ê Adarê pîroz bikin'   Necahê 8'ê Adarê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha bi dawî kir: "Em ê 8'ê Adara îsal bi amadekariyek mezin pîroz bikin. Niha jî kelecanek mezin heye. Em ê bi ruhê pêşenga jiyana me Sakîne Cansiz û Nazliye Keçel vê rojê pîroz bikin. Em ê bi eşqa azadiyê 8'ê Adarê pîroz bikin. Em ê di vê pîrozbahiyê de jinên pêşeng bi bîr bînin û soza ku me daye Rêber Apo û azadiya kurd û Kurdistanê zindî bikin. 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. Daxwaza me îsal ew e ku em Rêberê xwe bi awayekî fizîkî di nava xwe de bibînin. Divê em her jinek bibin xelekek agir û li dijî her êrişê têbikoşin û xwedî li Rêber Apo û destkeftiyên xwe derkevin."