Dayikên girtiyan: Êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe 2022-03-01 09:01:44     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Malbatên girtiyan, derbarê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan de axivîn û gotin: "Ji ber ku em kurd in zilmê li me û zarokên me dikin. Em wek her carî carek din banga serbest berdana girtiyan dikin û dibêjin dawî li vê zilmê bînin."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amed, Wan û Îzmîrê bê navber didome. Malbat, bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Nobeta ku di nava raya giştî de deng da, bi serdan û hevdîtinan didome. Girtiyên ku bi zext û zordariyan re rûbirû dibînin yek jî ji wan girtiya bi navê Esma Ayaz a ku 36 sal in ceza lê hatiye birîn, 23 sal in jî girtiye û niha li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrêyê. Her wiha girtiyê bi navê Mehmet Ayaz jî 12 sal 6 meh ceza lê hatiye birîn û salûnîveke li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Bunyana Qeyseriyê girtî ye. Dayikên girtiyan ji ajansa me re qala rewşa girtiyan kir.   ‘Rewşa girtiyan ne baş e’    Dayika Esma Ayaz, Emîne Ayaz zilm û zordariyên li ser girtîgehan tê meşandin şermezar kir û got ku girtîgeha ku keça wê tê de dimîne binpêkirinên mafan gelek zêde tên jiyîn. Emîne, diyar kir ku keça wê Esma bi telefonê behsa binpêkirinên mafên girtiyan kiriye. Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rewşa girtiyan nebaş e. Mirovek 36 sal ceza lê bê birîn dê ev kes çawa baş bibe. Zilm her roja ku derbas dibe zêde dibe. Zarokên me ji ber fikr û ramanên xwe dîl tên girtin. Lê em ê tu carî dev ji rêya wan venagerin. Keça min 11 salî bû ji malê derket çû û heta îro jî ji min dûr e. Ji ber zarokên me bi sala ne di nava çar dîwaran de tên girtin em nizanin çawa xwarinê bixwin û rakevin. Ji ber ku îro li girtîgehan de zilmeke mezin heye. Ew çi ji zarokên me dixwazin.”   ‘Zilmê li girtiyan dikin’    Emîne, destnîşan kir ku rêvebiriya girtîgehê û gardiyan her carê bi ser qawişan de digirin û lêgerînê pêk tînin û wiha bi lêv kir: "Hemû alavên wan belav dikin. Alavên wan nadin wan. Her kengî ez bi keça xwe re baixivim behsa zilma li ser xwe dike. Li ber çavê dinê li hember zarokên me zilm heye. Lê bê deng in.”   ‘6 sal in min keça xwe neditiye’    Emîne, wiha bal kişand ser nexweşiya keça xwe: “Keça min ji mîdeya xwe nexweş e û her tim serê wê diêşê. Ev 6 sal zêdetire min keça xwe nedîtiye. Ji ber derfetên me tuneye û cihê wê dûr e em nikarin biçin hevdîtinê. Dema li girtîgeha Şirnexê bû min ew dît. Piştî ku sirgunê li Girtîgeha Şakranê hat kirin, ez neçûm hevdîtinê.”   ‘Bila girtiyên siyasî berdin’    Emîne, di dawiya axaftina xwe de banga serbestberdana girtiyên nexweş kir û got: “ Zarokên me doza hebûn û mafê xwe dikin. Daxwaza me bi dawî bûna zilmê ye û serbestberdana girtiyên siyasî ye.”   ‘Kurê min nexweş e’   Dayika Mehmet Ayaz, Sosin Ayaz jî bi lêv kir ku kurê wê xwendekar bû û dema ji dibistanê derketiye ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û piştre hatiye girtin. Sosin, diyar kir ku 12 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û wiha dom kir: “Kurê min bi awayek bêhiqûqî ceza lê hat birîn. Kurê min nexweş e û astima wî heye. Ji ber nexweşiya xwe derman bikartîne. Dema li Girtîgeha Şirnexê bû ew birin nexweşxaneyê. Piştî wê demê heta îro kurê min qet nebirin nexweşxaneyê. Lê divê hertim derman bikarbîne. Lê derman nadin wî.”   ‘Hem sirgûn dikin û hem jî ceza lê dibirin'    Sosin, anî ziman ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de sal û nîvek ma û piştî îşkence û zilmê wî sirgunê Girtîgeha Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê kirin. Sosin, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Girtîgeha Şirnexê hemû girtî lêdan xwar û piştre jî kurê min jî di nav de girtî hatin sirgunkirin. Her wiha hevdîtina bi telefonê li wî hat qedexekirin. Ev mehek bû min bi kurê xwe re hevdîtina bi telefonê pêk neanî. Çend roj beriya niha telefon vekir û diyar kir ku cezayê wî qediyaye. Niha hevdîtina vekirî kirine nîv saet, lê ji ber ku girtîgeh pir dûr e em nikarin biçin hevdîtinê jî. Ji bo em rewşa girtiyan hîn bibin em telefonê li girtîgehê re vedikin lê birsiva me nadin. Em nizanin rewşa wan çiye."   ‘Ji ber ku em kurd in zilmê li me dikin'    Sosin, destnîşan kir ku divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî serbet bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dilê me dayikan bi salane ji ber vê zilmê dişewite. Kesên ku tiryakê bikar tînin, tacîz û tecawizê dikin serbest tên berdan û li kolanan digerin. Lê yên ku ji ber fikr û raman û doza xwe tên girtin û nayên berdan. Ji ber ku em kurd in vê zilmê li me dikin. Em daxwaza berdana girtiyên xwe dikin. Her wiha divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Ji aliyekî din girtiyên ku cezayê wan xilas bûne hene, înfaza wan tê betalkirin û nayên tehliyekirin. Em êdî jiyanek azad û aram dixwazin.”