Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş: Rûsya bi destê NATO’yê hat sorkirin 2022-02-27 09:07:32     Dîlan Babat   ENQERE - Seroka giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li hember Ukraynayê daye destpêkirin nirxand û got Rusya ji aliyê NATO û DYA’yê ve hatiye sorkirin û Ukrayna jî di pozîsyonek ku bê xwarin de ye. Guneşê got di rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê de bidome wê zemîna xesas a Tirkiyeyê xera bibe.   Tevgera Leşkerî ya ku Rûsyayê li hember Ukraynayê daye destpêkirin di roja 4’an de didome. DYA û welatên Ewropayê, cezayên aborî yên ku bidin Rûsyayê daxuyandin. Rûsyayê jî li dijî van cezayan îdia kir ku tevgera leşkerî ferz e û wê zirarê nedin pergala aboriya global. Welatiyên sivîl ên Ukraynayê çûn cihên bi ewle an jî welat terk kirin. Heta niha bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da.   Seroka Giştî ya Partiya Kedê ya Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş  der barê şerê navbera Rusya  û Ukraynayê de, her wiha bandora şer a li ser welatên din nirxand.   'NATO Û DYA’yê, Rûsya sor kirin'   Guneşê da zanîn ku NATO Û DYA’yê, Rûsya sor kirin û wiha vegot: “Piştî belavbûna sovyetan NATO’yê Rûsya hişyar kir ku vegere peymanên hatine kirin. NATO û DYA’yê Rûsya sor kir. Li vê Ukrayna wek êm dîtin. Desthilatdariya Ukraynayê jî qebûl kirin ku bibin parçeyek vê êmê û tunekirina welat girtin ber çavan. Rûsyayê berê jî Ukrayna qebûl nedikir. Bi salan bû digot ev herêma me ya hegemon e, aktorê dagirkirinê ne tenê Putîn e.  Li aliyê din li Kîev rejîmek olîgarşî heye. Li aliyê din Bîden û NATO’yê Ukrayna dikir êm.  Di vir de gelê Ukraynayê bû qurban.”   ‘Tenê hat hiştin’   Guneşê daxuyakirin ku ji 2008’an heta niha cîhan di krîzekê de ye û heta 2018’an bi pandemiyê re krîz girantir bû. Guneşê ev tişt daxuyand: “Krîz bû sedema aloziya di navbera welatên navneteweyî de. Rekabet zêde bû. Sermayê zemîn winda kir. Ji bo vê berhev bikin jî zêdetir nakokî derketin holê. Di navbera Çîn û DYA’yê de alozî derket. Rûsya aktorê vê ye û xwe wek hêza bilinbûyî dibîne. Ukraynayê didin pêş lê niha li holê maye. Bêyî ku piştgiriya çekan bê kirin, Rûsya dagirkirina xwe bi hêsanî dike. Li dijî dagirkirina ji aliyê Rûsyayê ve tê kirin, welat peyamên şermezakirin û cezayan, didin. Ez vê wek dûrûtî dibînin.  Hêzên emperyal her tim dûrû tev digerin.”   ‘AKP ne dev ji Ukraynayê ne jî dev ji Rûsyayê bernade’   Guneşê bal kişand ser Tirkiyeyê û destnîşan kir ku Tirkiye ne dest ji Rûsyayê ne jî dest ji Ukrayanyê dike û Tirkiyeyê ÎHA şandiye Ukraynayê û ji aliyê Rûsyayê ve hatiye hişyarkirin. Guneşê ev tişt bi lêv kir: “Em behsa welatekî aboriya wî teng, dikin. Yek ji pêngavên girîng ev e ku berê xwest li dijî Ukraynayê bibe xwedî pozîsyon. Lê ji ber aborî xera bû nexwest ne Rûsyayê ne jî Ukraynayê xemgîn bike. Tirkiye naxwaze navbera xwe û Rûsyayê jî xera bike. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Ev hawira şikestî wê  gelek ji hawira şerê tê jiyîn bi bandor be.  Rewşa li Rûsyayê bidome wê zemîna xesas a Tirkiyeyê xera bibe. Tirkiye wê nêzîkatiyeke ku Rûsyayê hêrs neke, nîşan bide.”