Piştî 14 salan serbest hat berdan: Dê têkoşîn bidome 2022-02-26 09:27:20   Nîşmiye Guler- Marta Somek   STENBOL - Nesrîn Akgul, piştî 14 salan serbest hat berdan. Nesrîn diyar kir ku li girtîgehan berxwedaneke mezin heye û got: "Ez ê têkoşîna xwe li cihê mayî bidomînin."    Nesrîn Akgul a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê girtî bû, piştî ku Dadgeha Bilind du caran biryara dadgeha herêmî betal kir, ji ber girtina dema dirêj Nesrîn duh serbest hat berdan. Malbat û hevalên wê li ber girtîgehê kom bûn û bi coşek mezin Nesrîn pêşwazî kirin. Nesrîn hevpeyvîna yekem ji ajansa me re kir.    Nesrîn bi coş û heyecaneke mezin derbarê keliyên serbestberdana xwe de wiha got: "Ji bo min hestek cuda ye. Ez qet li bendê nebûm ku ez bêm berdan. Niha hişê min li cem hevalan ma. Li hindûr gelek girtiyên nexweş hene. Kesên ku 30 sal in girtî hene û nayên berdan. Aysel Tugluk heye. Ji bo min tiştek pir zehmet e ku min hevalên xwe li hindûr hişt. Lê belê ji bo me her qad qada têkoşînê ye. Li hindûr hevalên me li ber xwe didin û divê em xwedî li berxwedana wan derkevin."    ‘Li girtîgehan berxwedanek heye'    Nesrîn, wiha bal kişand ser rewşa girtîgehê: "Girtîgeh li vî welatî birîneke bê derman e. Li girtîgehan tecrîdeke mezin heye. Kandira jî parçeyek vî ye. Divê her kes xwedî li girtîgehan derkeve. Her wiha ne tenê malbatên girtiyan divê hemû welatî xwedî li girtiyan derkeve. Ji ber ku li girtîgehan berxwadanek heye. Li vir ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedanek heye. Bi rastî niha li welat girtîgeh bûye dengê her kesî, lê divê her kes guh bide dengê wan. Her wiha ji bo min jî her qad qadekî berxwedanê ye. Ez ê li dervê jî bibin parçeyeke têkoşînê. Dibe ku hinek pirsgirêka adaptasyonê bijîm lê belê ji bo min dê têkoşîn li cihê mayî bidome."   'Divê Aysel Tugluk bê berdan'    Nesrîn, di axaftina xwe de ser rewşa Aysel Tugluk sekinî û wiha bi lêv kir: "Aysel Tugluk, girtiyeke nexweş e. Bi sala ne li vî welatî li ber xwe dide. Di hindûr de şahidiya rewşa siyasetmedar Ayselê kirin gelek zehmet e. Ji ber ku her tim Aysel li qadê bû. Her tim piştgiriya me dikir, lê mixabin îro nikare xwe bîne ziman, nikare xwe binêre. Şahidiya vê tiştî ji bo min gelek zehmet e. Ji ber ku em paşeroja wê baş dizanin. Çawa li qadan dibû dengê her kesî û li ber xwe dida, îro em ê jî ji bo wê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê demildest Aysel serbest bê berdan. Ji ber ku roj bi roj nexweşiya wê giran dibe. Tişta ku li hundûr bê kirin bi sînor e. Em tenê dikarin piştevaniya madî û manewî bikin. Aysel carek din bi rapora ATK'ê li hindûr hat hiştin. Derbarê mijarê de divê civak bikeve nava hewldanan. Ji bo me tişta herî girîng jî serbestberdana girtiyên nexweş e. Aysel Tugluk jî yek jî wan e."    Nesrîn, da zanîn ku li girtîgehan tecrîdeke giran heye û got: "Li girtîgehan têkiliya girtiyan ji hevdû tê qutkirin, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û di her helê de pirsgirêk hene. Ji xwe ev pirsgirêk bi awayekî tê rojevê. Girtî, hewl didin bi sekneke bi rûmet li ser piyê xwe bimînin. Ez silavê xwe ji her kesî re dişînim. Têkoşîna azadiyê li her derê berdewam dike.    Nesîn Akgul    Nesrîn li Wanê di sala 2008'an de hat binçavkirin û cezayê muebetê lê hat birîn. Gelek caran hat sirgunkirin. Herî dawiyê jî li Girtîgeha Kandirayê bû. Nesrîn, dema li Girtîgeha Bakirkoyê bû tevlî greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven de hatî destpêkirin bû. Di 30'ê nîsana 2019'an de jî çalakiya xwe derxist asta herî jor û dest bi rojiya mirinê kir. Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.