Li dijî nîjadperestiyê têkoşîn: Em ê bi hev re têbikoşin 2022-02-25 09:14:24   ÎZMÎR - Ciwanan êrîşa nîjadperest a li zanîngeha Akdenîzê şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo zanîngehek azad emê li dijî nîjadperestiyê bi hev re têbikoşin.   Li Antalyayê li zanîngeha Akdenîzê komek faşîst nîjadperest ya ji 30 kesî pêk dihat êrîşê sê xwendekarên Kurd kirin û birîndar kirin. Jinên ciwan berek nîşanê êrîşê dan.Jinan diyar kirin ku ew zanîngehek azad dixwazin û wê li dijî êrîşên nîjadperest bi hev re têbikoşin.   Divê xwendekar berxwedanê zêde bikin   Ji însiyatîfa Zanîngeha Azad Xanim Jiyan Akan da zanîn ku ev êrîş ne cara yekem pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila baş bizanin ku çiqas zextên xwe zêde bikin wê berxwedan evqas zêde bibe. Em ne tenê ne. Em li kolan, kargeriyan, dibistan, malê, fabrîkayan e. Em ciwanin, karkerin jin in. Em ê li her derê ji bo şoreşê berxwedanê mezin bikin. Em ê li zanîngehan berxwe bidin. Ev êrîş ne tenê li hember xwendekarên Kurd li hember hemû xwendarên ji bo şoreşê berxwe didin pêk hatye. Divê hemû ciwan berxwedanê zêde bikin û serbilind bin. Bijî zanîngehên azad.”   ‘Dixwazin biçewisînin’   Ji Jinên Ciwan û Azad Gamze Toprak jî daxuyakirin ku li zanîngehan çete bi dewletê re di hevkariyê de ne û li hember ciwanên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin êrîşan pêk tînin û ev tişt anî zman: “Li hember hêzên li dijî polîtîkayên nefretê xwe rêxistin dikin, êrîşan pêk tînin û hewl didin bi van êrîşan jî tirsa xwe biçewisînin. Li dijî têkoşîna azadiya Kurd hem nefretek mezin heye hem jî tirs heye. Jİ ber vê jî êrîş dikin. Em li dijî van êrîşan bi têkoşîna rêxistinkirî li qadane. Her çiqas têkoşîna şoreşger mezin dibe êrîş jî zêde dibin. Em li dijî êrîşên faşîzanin. Em têkoşînê wisa mezin dikin.”   ‘Li dijî êrîşan têkoşîna yekbûyî’   Ji Pîrebokên Kampusê Berfîn Buyukertaş destnîşan kir ku desthilatdariya AKP MHP’ê li dijî hêzên civakî êrîşan didomîne û di berdewamiya axaftinê de ev nirxandin kir: “Jin, ciwan, ekolojîst li hemû qadan dengên xwe bilind dikin. Em li dijî polîtîkayên zextê ne tenê ne. Em têkoşîna xwe li dijî êrîşên faşîzan bi hev re bilind bikin. Di bin êrîşên li hember jinan de nîjadperestî heye. Em li dijî van êrîşane. Êrîşên nîjadperest me têk nabin.”