‘Ji bo wekhevî û azadiyê li dijî tacîzê bêdeng nemînin’ 2022-02-24 09:05:55   ÎZMÎR - Ada Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku hatiye tacîzkirin û der barê gumanbaran de serlêdana sûc kir wiha got: “Ez an jî yek din. Em ne mecburin vê bijîn. Ez dixwazim di jiyanek azad û wekhev de bijîm.”   Endama Meclîsa Jinan a Lîseyê Ada Yilmaz li Îmzîrê di 20’ê sibatê de ji Îskeleya Alsancadê li vapurê siwar dibû û 5 mêrî bi gotinan ew tacîz kir. Ada Yildiz der barê tacîzê de serlêdana sûc kir. Ada ku çû qerekolê û gilî kir, xwest mêrên gumanbarên tacîzê bên tespîtkirin.   Adayê tacîz li ser medyaya civakî da bihistin û got dema tacîzê de peywirdarên ewlehiyê mudaxale nekirine û bang li hemû jinan kir ku li dijî tiştên tên jiyîn bila bêdeng nemînin û ger dengê xwe bilind bikin wê civak biguhere.   Adayê destnîşan kir ku bi bîsîkletê ji dersxanê hatiye îskeleya vapurê û dema bîsîkleta xwe park kiriye mêrên tacîzkar ew bi gotinan tacîz kiriye û vê rewşê ew gelek xistiye fikaran.   ‘Divê tacîz neyê veşartin’   Adayê bi lêv kir ku xebatkarên ewlehiyê yên girêdayê şaredariyê bêdeng mane û hewl hatiye dayîn ku serê tacîzê bê veşartin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber gumanbar ketin ber kamerayê bi hêsanî dikarin bên dîtin. Min ev tişt jiya lê bila yên din nejîn. Ji ber tehemula min êdî li dijî êrîşên li hember jinan tune. Me hîna çend roj berê got ku çima Sila Şenturk nehatiye parastin. Dîsa qanûnek tedbîrê nehat. Tedbîr nehat girtin.”   ‘Divê bêdeng nemînin’   Adayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku civak bertekek bi bandor nîşanê tacîzê dane û civak hînê bêcezahiştinê bûye û wiha dawî lê anî: “Di çapemeniya civakî de jî parvekirina min wê cesaretê bide jinan. Wê jinên din jî teşwîq bike. Ez an jî yek din, em ne mecburin van tiştan bijîn. Ev ne tiştekî ku bê qebûlkirinê ye. Ez cîhanek azad û wekhev dixwazim.”