'Rojnamegeriya kurdî li hemberê êrîşan serî netewand' 2022-02-22 09:08:23   Sema Çaglak - Derya Ren    AMED - Kevneşopiya rojnamegeriya kurdî ligel hemû zext û êrîşan xwe gihand roja îro. Rojnamegerên jin destnîşan kirin ku rojnamegeriya kurdî li hemberî êrîşan serî netewand û ji bo rojnameyê xwedî derketinek giştî pêk hat.    Ji roja destpêke heta îro rojnamegeriya bi kurdî di ragihandina heqîqetê de bi israr e. Ligel her cureyên zext û êrişan jî weşana xwe ya bi kurdî berdewam kiriye. Li bakûr, rojnamegeriya kurdî herî zêde bi rojnameya yekane ya bi kurdî Welat û Azadiya Welat bi pêş ket. Rojnameya bi kurdî Welat rojnameya heftane di 22’yê Sibata 1992’yan de dest bi weşanê kir, jê 115 hejmar hatin weşandin. Welat di sala 1994’an de ji ber pêkutiyên dewletê û tengasiya aborî neçar ma û hat girtin. Welatê Me di sala 1995’an de dest bi weşanê kir û 46 hejmar derket. Rojnameya Azadiya Welat di 21’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê dîsa wekî heftane dest bi weşanê kir.    Di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de cara yekemîn di 15’ê Tebaxa 2006’an de Azadiya Welat rojane weşangerî kir û di dîrokê de cih xwe girt. Dema weşana rojnameyê dihat rawestandin, bi navê wekî Hawar, Rojev, Rojeva Welat, Welat, Dengê Welat, xwendevanên kurdîhez bê rojname nedihişt. Beramberî hemû zext û zordariyan dîsa jî rojnameygeriya kurdî paşve gav neavêt. Azadiya Welat di 10’emîn salvegera rojanebûna xwe ya rojnameyê de ji aliyê AKP’ê ve hat girtin. Piştre rojnameya Welat derket, lê ji ber ku matbaayên rojname çap dikirin hatin tehdîtkirin, rojnameme nehat çapkirin.    Derbarê rojnamegeriya bi kurdî û rojnamegeriya jinê de rojnamegerên jin nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Ji Welat, Welatê me û heta Azadiya Welat’   Edîtora JINNEWS ê Munevver Karademîr, diyar kir ku li hemberê çapemeniya azad û muxalîf hertim zext hebû lê belê di rojnamegeriya bi zimanê kurdî de zext û êrîş du qat zêdetir dibe û got: "Cara yekem Rojnameya Azadiya Welat li Stenbolê dest bi weşanê kir. Piştre jî li Amedê dest bi weşana rojane kir. Min jî li Amedê dest bi xebata rojnameya Azadiya Welat kir. Bêguman ev dem jî li hemberê çapemeniya azad û rojnamegeriya kurdî zext û êrîş hebûn. Ne ji bo ku tu bi nerîna xwe an jî ji karê xwe rastî êrîşan dihatî, tenê ji bo ku bi kurdî rojnamegertiyê dike rastî zext û êrîşan dihatin. Hina jî ev zext û êrîş berdewam e lê belê li hemberê vê jî têkoşîna rojnamegeriya kurdî berdewam dike.”   ‘Li her malê rojnameya Azadiya Welat hebû’   Munevver destnîşan kir ku rojnamegeriya kurdî hem heqîqetê ragihand hem jî kurdî hîn dikir û wiha pêdê çû: “Bi milyonan kurd heye li bakurê Kurdîstanê ku zimanê wan hatiye qedexekirin. Bi zimanê xwe nikarin perwerdehiyê bibînin an jî zimanê wan bi awayekî fermî nayê qebûlkirin. Wekî tê zanîn bêriya Azadiya Welat jî rojnameya Kurdîstanê hebû ku bi sirgûnê dest bi weşanê kiribû. Mirov dikare bibêje ku Azadiya Welat jî gava dest bi weşanê kir ji bo bakurê Kurdîstanê di warê rojnamegeriya kurdî de bû destpêkek û bû dengê Gelê Kurd. Azadiya Welat bi xwe rol û mîsyonek girt ser xwe û wekî dibistanek bû. Ji ber ku bi zimanekê qedexekirî bi rojane weşanê dikir. Demên borî li her malekê de Rojnameya Azadiya Welat hebû. Bi vî awayî jî gelek kes hînî kurdî bûn û kurdiya xwe pêş xistin. Xebatkarên rojnameyê jî kurdiyê dizanibûn lê belê bi rojnamegeriya kurdî hin zêdetir serwextê zimanê xwe bûn.”   ‘Tevî êrîşan me karê xwe neda rawestandin’   Li ser xebatên ku dihat meşandin Munevver wiha nêrînê xwe anî ziman: “Gava mirov bi zimanê xwe kar û xebatê dike zêdetir xwe azad hîs dike. Heke  ji bo xwe bibêjim, ez gava bi zimanê xwe dinivisim û karê xwe bi vî rengî dikim hestekê cuda dide min û xwe azadtir hîs dikim. Fikr û nerîna min azadtir bû. Bi saya rojnamegeriya kurdî mal bûn dibistan. Bi vî awayî parastina zimanê zikmakî zêdetir pêk hat. Ew jî kêfxweşîyeke û hêviyek dida me. Me jî bi vî şeklî hin zêdetir dixwest bixebitin. Ligel zext û zordestiyan jî me karên xwe nedida rawestandin. Gelek caran rojname hat girtin, hat astengkirin û hat sansûrkirin lê belê me ji nûve diweşand. Cara gava me çapê diqedand û tenê belavkirin dima ew çaxê biryara qedexeyê dihat dayîn ku em di hêla aboriyê de bikevin zorê. Sedema wan hemû zext û êrîşan ji bo ragihandina rastiyê ya bi zimanê kurdî bû. Lê bêguman li hemberê van êrîşan jî xwedî derketinek bi giştî heye.”   'Jin di qada çapemeniyê de pêşengtî kirin'   Munever, di dawiya axaftina xwe de balê kişand li ser rol û mîsyona jinê ya di rojnamegeriya kurdî û wiha got: “Têkoşîn û berxwedana jinên kurd di her qadê tê dîtin. Di qada çapemeniyê de jî rol û misyona ku girtin ser milê xwe, xwedî wateyek girîng e. Qada çapemeniyê wek qada mêr dihat dîtin. Lê ew nêrîn hate guhertin û gelek rojnamegerên jin di qada çapemeniyê de pêşengtî kirin. Bandor û têkoşîna jinan di wê warê de hê jî berdewam dike.”   ‘Rojnamegeriya kurdî li hemberê êrîşan serî netewand’    Edîtora Rojnameya Xwebûnê Nevîn Alkan jî diyar kir ku Azadiya Welat di şert û mercên gelek giran de dest bi weşangeriya kurdî kir û ji bo rojnamegeriya kurdî gelek bedêlan daye û wiha behsa pêvajoyê kir: “Wê demê qedexeya ser ziman bêtir giran bû û ji her ali ve êrişên giran dihat kirin. Rojnameger, belavkar kî dibe bila bibe kesê ku kurdî biaxiviyan an jî berhemekî kurdî destê wan de bihata girtin dihatin hedefgirtin. Politikaya tirsê bêtir hebûn. Ji tirsan kesêk rojname ne di mala xwe de û ne jî di destê xwe de nedihişt. Di kûçeyan de belavkar dihatin qetilkirin. Rojnamegeriya kurd li hemberê êrîşan serî netewand, çimkî ferqa polîtîkayan de bû. Armanca wan diyar bû. Kare wan gihandina rastî bû. Ev êrîşên giran esasê xwe de bêtehammulîya li hemberê kurd û zimanê kurdan bû. Çiqas astengî çêbû ewqas jî xwedî derketin çêbû û rojnameya me heta 2006’an weşana xwe domand. Azadiya Welat ji van rojan derbazî roja îro bû. Bere jî astengî hebûn lê belê bi van biryarnameyan rojname û gelek dezgehên çapemeniyê yên bi kurdî hatin girtin. Lê ji bo ku gel weşangeriya bi zimanê xwe dixwest rojnameya Xwebûnê bu alternatîfa û niha gel bi zimanê xwe agahiyên dinyayê bi rêya Xwebûnê distine.”          'Rojnameya kurdî bû bersiva qedexeyan'    Nevîn, destnîşan kir ku rojnamegeriya kurdî dengê bêdengan e û got: “Çimkî pêdiviya gel bi zimanê xwe heye. Mirov bi zimanê xwe bêtir tiştan fehm dike. Her gelek bi zimanê xwe heye û dikarê xwe bi zimanê xwe îfade bike û derdê xwe bi zimanê xwe bîne ziman. Astengkirin û qedexekirina tu zimanekî tiştekî rast nîne. Di her beşên civakê de divê kesên ku ji hevdû fehm bikin û ji zimanê hevdu bizanin hebe. Tendurîstî, perwerdeyî, çapemenî û hwd. Wekî her civakek civaka kurd jî bi zimanê xwe dikare derdê xwe vebêje. Qasê ku berpirsiyariya hebû rojnameya kurdî bû bersiva van pirsan û bû bersiva astengî û qedexeyan.“   ‘Bi saya rojnameyê gelek kes hînê xwendin û nivîsandinê bû'     Nevîn di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya xwendin û nivîsandina bi kurdî: "Çiqas xwendina bi zimanê xwe bibe, ew ziman ewqas pêş dikeve. Gelek kes bi saya rojnameya kurdî hînê xwendin û nivîsandina kurdî bûn. Ji bo ku gel meraq dike û dixwîne ziman jî pêş dikeve û kesê ku ziman baş bizane dixwaze kesên ji derdorê re jî bi kurdî biaxive. Erê em kêfxweşin ku bi zimanê xwe rastiyan digihinîn gel û em gelek kêfxweş dibin dema ku kesêkî bi saya me bêtir hînê xwendin û nivîsandina kurdî dibe. Kesê ku dixwaze bibe rojnameger de hêstên civakî heye. Mirov çiqas civakî bifikire ev hêst ewqas zindî dimîne. Hêstên rojnamegeriyê tiştekî gelek xweş e. Çimkî tu rastiyan digihînî gel. Bi rêya rojnamegeran agahiya gel ji her tiştî dibe. Heke rojnamegerî tune be, dinya bêdeng dimîne û xeynî derdora te têkiliya mirovahî ji dinyayê qut bide.”   ‘Divê eleqeya ziman û heskirina ziman hebe’   Nevîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedî li derketina rojnemeyê û got: "Aboneye me qasê ku em dixwazin nîne. Bêguman çend sedemên ew jî hene. Ji wan yek jî qedexe û astengiyên ziman e. Wekî din jî asimilasyona ke tê kirin gel ji zimanê xwe dûr dixe. Divê eleqeya ziman û heskirina ziman hebe. Nifşên nû heke bi zimanê xwe neaxivin, wê zimanê me tune bibe. Hînbûn û axaftina ziman zêde muhîm e. Tiştê ku zêde li ser me tesir dike asîmîlasyon na otoasîmîlayon e. Bi deste xwe em zimanê xwe dikujin. Xwedîderketina ziman divê bêhtir bibe. Heke ev çê bibe wê aboneyên rojnameya me û rojnamegeriya kurdî jî pêş bikeve. Banga min ew e ku her gelek bi azad bikaribe bi zimanê xwe biaxive.”