Gumanbar di bin parastina dewletê de ne 2022-02-22 09:04:37   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parêzer Yelda Koçak da zanîn ku bûyerên zarokên di bin panzêran de dimînin wek ketina jinan a şaneşînan ne tesaduf in û di mirinên bi guman de nêzîkatiya gumanbara a desthilatdariyê dibe hinceta betalkirina lêpirsînan.   Di meha çile de li gorî çeteleya tundiyê 30 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane û di mirinên biguman de lêpirsîna bi bandor gelek girînge. Di bedêla ku ev doysa bi berfirehî bên lêkolînkirin tên girtin.  Parêzer Yelda Koçak der barê mijarê de axivî.   ‘Şule Çet ne ya ewil û ne jî ya dawî bû’   Yeldayê got yek ji mirinên biguman ya Şule Çet ya di 2018’an de ji aliyê Çagatay Aksu û Berk Akand ve hat tecawizkirin bû û wiha vegot: “Hewldan vê dosyayê wek întîxar nîşan bidin û bigirin. Bi piştgiriya malbat, heval û rayagiştî re dosya bi berfirehî hat lêkolînkirin û derket holê ku ev cînayet e. Bûyera Şule Çet ne ya ewil ne jî ya dawî bû. Gelek cînayetên wisa tên jiyîn. Di salên dawî de bûyerên wisa zêde bûne. Gumanbar kuştina jinan a biguman ji bo xwe wek rizgarî dibînin. Jinan ji şaneşînan, ji katên jor ve davêjin û dibêjn întîxar e.”   ‘Wek cînayeta jinan nayê qebûlkirin’   Yeldayê daxuyakirin ku sedema mirinên biguman ev e ku di asta lêpirsînê de dozger û dadger îfadeyên gumanbar esas digirin û mêr ji  vê cesaretê digirin û wiha daxuyand: “Mêr dizanin ku çi bêjin wê bi wan bawer bikin. Daraz a di bin kontrola desthilatdariyê de alîgir e. Mirinên biguman yên jinan ne întîxar, cînayetin. Desthilatdarî der barê kuştinên jinan de girîngiye didê îstatîstike. Wezareta karê hundir hejmara jinên hatine qetilkirin wek serkeftin dibêje. Wezaret dibêje me hejmara jinên hatine qetilkirin xistiye. Ji cînayetên jinan yên biguman bi fikarin. Ji ber vê sûc davêjin ser rêxistinên jinan yên li dijî mirinan dengê xwe bilind dikin. Desthilatdariya xwe berjewendiyên xwe difikirin û mirinên jinan dadixînin hejmarên îstatîstîkê.”   ‘Wêneyên gumanbaran bi Suleyman Soylu re hene’   Yeldayê bi lêv kir ku asta lêpirsînan jî bi zanebûn qels tê meşandin û emniyet ku ewil mudaxaleyê bûyerê dike jî lêkolînên pêwist nake û wiha dirêjê dayê: “Derdikeve holê ku gelek gumanbar bi AKP’ê, teşkîlata polîsan re di têkiliyê de ne. Gumanbar ya bi bazirganên hişbirê yên bi polîsan re di têkiliyê de ne yan jî zarokên malbatên dewlemend in. Tu tişte nebe jî wêneyên wan bi wezîrê karê Hundir Suleyman Soylu re heye. Di bin mirinên biguman de şîdeta psîkolojîk, zayendî û fuhuş heye. Gumanbarên şîdetê jî tên parastin. Mixabin jinên şîdetê teşhîr dikin jî tên darizandin. Yanî bi her alî daraz berê xwe dide jinan.”   Mirinên bi panzeran û ji şaneşînan de ketin   Yeldayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê ne tenê di mirinên biguman de di her qada jiyanê de dertên pêşberî me û wiha dawî lê anî: “Li bajarên herêmê qelibîna panzeran a zarokan û li bajarên rojava jî nûçeyên jinan yên ji şaneşînan de dikevin. Ev bûyer girêdayê hevin. Ev tabloya welatekî ku edelet lê tune ye. Ew panzêr çima li zarokên li kolanê dilîzin tên qelibandin.  Ev kuştinên bi panzêran jî wek jinên ji şaneşînan de dikevin ne tesadufin.”