‘Ji bo her tiştî, her kesî çareseriya HDP’ê heye’ 2022-02-16 09:05:01     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên tevlî Kongreya HDP’a Îzmîrê bûn diyar kirin ku HDP partiyeke çareseriyê ye û hemû gelan di bin sîwaneya xwe de dihewîne û wiha gotin: “Ji bo her tiştî, her kesî çareseriya HDP’ê heye.”   Rêxistina HDP’a Îzmîrê bi dirûşma ‘Bi hêvî û cesaretê em li dijî faşîzmê xwe rêxistin dikin û dimeşin azadiyê’ 4’emîn Kongereya xwe ya Asayî ku diyariyê Denîz Poyraz kirin, di 13’ê Sibatê de li Eywana Werzîşê ya Celal Atîk a Kulturparka Konakê pêk anî. Kongre bi coşek mezin pêk hat û ji bo desthilatdariyê ku dixwaze HDP’ê bigire bû bersivek.   Jinên tevlî kongreyê bûn bertek nîşanê doza girtina der barê HDP’ê de dan û gotin HDP xwedî  hêza ku pirsgirêkêk welat çareser bike ye.   ‘Di pêvajoyeke ku zext zêde bûne de rêxistinbûn girîng e’   Dîlan Yilmaz: Di demên dawî de li ser partî û xebatkarên partiyê zext zêde bûne. Hatina gel hev, rêxistinbûn gelek girîng e. Di partiyê de der barê jinan, xweza, sewal û bindestan de faliyet tên meşandin. Di mekanîzmayên biryarê de cihgirtin û îfadekirina fikrên xwe gelek girîng e.   ‘Em bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne’   Endama Koordînasyona navenda Pîrebokên Kampusê Berfîn Buyukertaş: Em li ser vexwendina HDP’ê tevli kongreyê bûn. Demek dirêj e li ser HDP’ê êrîş didomin. Ez tevlibûna kongreyê girîng dibînim. Em wek tevgera jinan piştî qetilkirina Denîz Poyraz bi HDP’ê re ketin piştevaniyê. Em îro jî bi armanca aştî û piştevaniyê hatin. Pergala hevserokatiya HDP’ê pergala parlamenter e. Hejmara parlamenteran bi HDP’ê zêde bûye. Ji ber vê jî hebûna hevalên jin a di HDP’ê de ji bo tevgera jinan girîng e.   ‘HDP wê hevsengiyan biguhere’   Fanî Zaruhî Kervancioglu: Ez wek Ermeniyekê deriyê çareseriya her tiştî bi HDP’ê re dibînin. Ez di wê baweriyê de me ku wê HDP hevsengiyan biguhere.   ‘Ji bo her pirsgirêkê çareseriya wê heye’    Rêvebera HDP’a Bucayê Berîvan Nurşen Ataman: HDP ji bo hemû gelan girîng e. Ji ber hemû gelan di bin sîwaneya xwe de dihewîne. Ji bo ekolojî, aborî, jin û her tiştî çareseriyên wê hene. Em hemû gel vedixwînin partiya xwe.   ‘HDP ji bo me girîng e’   Gullu Karadag: HDP ji bo me pir girîng e. Ji bo xweza, jin, her kesî HDP pêwist e. Dibêjin pirsgirêka kurd heye. Lê pirsgirêka her kesî heye. Ji ber kurd xwedî li pirsgirêka xwe derdikevin wisa dibêjin. HDP ji bo me girîng e.   ‘HDP gel e’   Edîbe Onal: HDP partiya me ye.  Dibêjin terorîst in. Lê em gel in. Ji bilî HDP’ê kes mafê kurdan naparêze. Hîna zimanê me qebûl nakin. Bêguman em ê piştgiriyê bidin HDP’ê û bên.