Kilara Edesa: Em sala 2022'yan bikin sala azadiya Rêber Apo 2022-02-16 09:01:50     Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya navçeya Tirbesiyê Kilara Edesa komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha nirxand: "Israra me ew e ku, em sala 2022'yan bikin azadiya fizîkî ya Rêber Apo."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navneteweyî hat dîlgirtin û ev 23 sal in li Girava Îmraliyê berxwedanek mezin dimeşîne. Li dijî komploya navneteweyî gelê kurd û gelê azadîxwaz di nava çalakiyan de ne û komployê şermezar dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî komploya navneteweyî di nava çalakiyan de ne. Têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji Rêveberiya navçeya Tirbesiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, Kilara Edesa nêrîna xwe parve kir.   '15'ê Sibatê roja reş e'   Kilarayê destnîşan kir ku gelê kurd roja 15'ê Sibatê wekî rojek reş pênase dike û got: "Gelê kurd di raya giştî de 15'ê Sibatê ji bo mirovahiyê weke roja reş bi nav dike. Em vê rojê şermezar dikin û divê em wek gel fikir û felsefeya Rêber Apo pêk bînin. Em silav û hezkirina xwe ji vir heta Girava Îmraliyê bi rê dikin. Bi hezaran qehremanên me ji bo ku komploya navneteweyî vala derbixînin çalakiyên fedaî pêk anîn û em wan hemûyan bi bîr tînin. Her wiha di dema dawî de şervanên azadiyê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê şer kirin û canê xwe feda kirin, em bi bîr tînin."   'Gelê kurd her dem di nava serhildanê de ye'   Kilarayê bal kişand ser êrîşên li dijî gelê kurd û wiha domand: "Em îro di sedsala 21'ê de dijîn û em tucaran bûyerên ku diqewimin ji hev cuda bi dest nagirin. Weke gelê kurd em ji dîrokê bigirin heta roja îro em her di nava serhildanê de ne. Gelê kurd her dem hatiye qirkirin  û heta roja îro jî ji komkujiyan re derbas dibin. Hemû cîhan û raya giştî vê komkujiyê dizanin, lê kesek heta niha li pêşiya vê komkujiyê nesekiniye, ji ber wek netewek li gelê kurd nayê mêzekirin. Heta niha 29 raperînin kurdan pêk hatine. Hêzên emperyalîst da ku xwe bi hêz bike koletî ava kirine û civakê jî ev koletî û bindestî bi hêsanî qebûl nekiriye. Rêber Apo destnîşan dike ku li hember şaristaniya navendî, şaristaniya demokratîk a derket pêş jin û gelê azadîxwaz digire nava xwe. Komplo 23 salên xwe xilas dike û Rêber Apo hîn jî di aliyê fizîkî de dîlgirtî ye. Di sedsala 21'ê de jî ji aliyê gelê kurd ve gelek qehremantî û berdêlên giranbuha hatin dayîn. Civaka me her dem li rizgarvanê xwe geriyaye û bi hêviyan mezin bûne."   'Rêber Apo, bûyer di aliyê birdozî de nirxand'   Kilarayê da zanîn ku dîroka kurdan ji hev ne qut e û wiha dom kir: "Di serhildana Şêx Seîd de gelek bedel hatin dayîn û di wê serhildanê de îxanet jî derketin pêş û di encamê de Şêx Seîd û hevalên xwe hatin îdamkirin. Ev serhildan negihîşt armanca xwe. Di dîroka Kurdistanê de, Komara Mehabadê 11 mehî dewam kir. Di sala 1996'an de cara yekem di 6'ê Gulanê de êrîşek li dijî Rêber Apo hate kirin. Bi hêz û fikrên Rêber Apo ev komplo vala derket. Herî dawî di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo hate dîlgirtin û roja ku Şêx Seîd îdam kirin di wê rojê de di derheqê Rêber Apo de biryar hate girtin. Dîroka me hemû bi hev ve girêdayî ye. Ferqa vê demê û berê çibû, Rêber Apo pêvajo û dem tehlîl kir. Rêber Apo kurdên ku mirîbûn zindî kir. Rêber Apo bûyer di aliyê birdozî de nirxand û ji civaka xwe dest pê kir. Em nikarin Rêber Apo weke şexsekî bi dest bigirin, me dît gelê her çar aliyên cîhanê nerazîbûn nîşanî komployê dan. Hemû mirovahî di roja dîlgirtina Rêber Apo de rabûn ser piyan û bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li her derê çalakiyên fedaî pêk hatin. Ev yek bersiva herî mezin a ji dijmin re bû. Rêber Apo dema hate girtin jî fikir û felsefeya xwe kûrtir kir. Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê da destpêkirin. Pergala konfederalîzma demokratîk ku wekheviya gelan e, li Rojhilata Navîn gel çawa xwe bi xwe bi rê ve bibe ava kir. Polîtîkaya esasî ya desthilatdaran çibû, perçe bike û bi rê ve bibe, vê polîtîkayê hişt ku hêzên emperyalîzîm xwe kûr bike. Senteza îro bi paradîgmaya Rêber Apo, bi konfederalîzîm û netewa demokratîk re qeyrana ku îro pergal dijî hilweşand. Şoreş di hundirê şoreşê de pêk tê û gelê kurd û zarokên kurd gelek berxwedan û têkoşînên mezin raber kirin. Paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê kûrtir bû û ket meriyetê. Wekhevî û zanista jinê û gelan li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Hemû neteweyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêber Apo, wek Rêberê xwe dîtin. Gelek şêxên ereban me rexne dikin û dibêjin Rêber Apo tenê Rêberê we nîne, Rêberê me û tevahî mirovahiyê ye."   'Rêber Apo zanist û afrînerên nû ava kir'   Kilarayê diyar kir ku gelê kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava xwe de dixwaze û wiha pê de çû: "Rêber Apo bi berxwedana xwe 23 sal in li Girava Îmraliyê, di hucreyekê de dijî û zanist û afrînerên nû ava kir.  Îro tehdîda herî mezin li hember hêzên dagirker, kapîtalîzm û emperyalîzmê, fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Loma her ku diçe êrîşên li dijî Rêber Apo dijwartir dibin. Gelê me her dem ji bo Rêber Apo li kolanan in û di nava çalakiyan de ne. Bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku ev demeke dewam dike, gelê me Rêberê xwe di nava xwe de dixwaze. Vê yekê rûxandinek di pergala heyî de ava kiriye. Di aliyekî din de jî, parêznameyên Rêber Apo dixwînin û li gor xwe siyaseta xwe bi rê ve dibe. Desthilatdar bi maskeyên li ser rûyê xwe, cuda, cuda temenê xwe dirêj dike."   'Jiyana mirovan bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi wate bû'   Kilarayê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di şerê cîhanê yê sêyemîn de gelek berdêlên giran hatin dayîn û weke gelê Rojhilata Navîn em her dem di nava şer de ne. Em îro li Rojavayê Kurdistanê xeta sêyemîn temsîl dikin û netewa demokratîk û wekheviya gelan esas digirin. Vê yekê hişt ku hêzên emperyalîst hovitiyek mîna DAIŞ'ê biafirînin. Li gor fikir û siyaseta wan wê çeteyên DAIŞ'ê kurdan tune bike û ew hêz wê xwe li ser me serwer bike. Lê pilana wan pêk nehat, xort û keçên vê axê li dijî hovitiya çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û mirovahî parastin û keleha çeteyên DAIŞ'ê hilweşandin. Şehîdên ku hatin dayîn jî nirxên mirovahiyê ne û bi wate bû. Me jiyana mirovan bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi wate kir. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de li Sûriyeyê bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin û koçberkirin. Heta niha jî kesekî van mirovan bi bîr neaniye û gorên yekî jî ne diyar e. Bi şerê Rojavayê Kurdistanê re 12 hezar şehîdên me çêbû û em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin û soza xwe nû dikin. Îro dayikên me nalorînin û reş girê nadin, dayik têkoşîna zarokê xwe berdewam dikin. Dema mêvanek û şandeyek tê em wan dibin goristana xwe û em raber dikin ku ew pêşeng, nasname û nirxên me ne."   'Berxwedan jiyan e, teslîmkarî îxanet e'   Kilarayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî axa Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha vegot: "Hêzên desthilatdar hesabên sed salan dikin. Mînakek vê yekê jî ew e ku piştî salekê wê Peymana Lozanê bi dawî bibe. Bêguman Lozan bi dawî bibe, divê statuya kurdan were dayîn. Ji ber vî gelî têkoşînên mezin dan, loma divê statuya gelê kurd were dayîn û Rêveberiya Xweser were qebûlkirin. Ji bo hêzên desthilatdar temenê xwe dirêj bikin, gelek dek û dolaban çêdikin û dixwazin komployê kûrtir bikin. Ev du salên dawî êrîşek bêhempa û giran li Çiyayên Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Her wiha gelek pêşengên kurdan dîl girtin û qetil kirin. Kî rabe li ser demokrasiyê biaxive, dewleta tirk yekser wan digire. Her wiha dewleta tirk her roj bi balafirên şer her derê bombebaran dike û bê ku dibêje zarok ango gel e, komkujiyan pêk tîne. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran jinên kurd û gel dîl girtiye, ev bi bîr dixe ku mîrasa me ya berxwedanê heye mîrasa me digihêje Mazlûm Doganan ku gotin 'Berxwedan jiyan e, teslîmkarî îxanet e'. Heta roja îro jî ew bi rihê berxwedanê dijîn."   'Em sala 2022'yan bikin sala azadiya Rêber Apo'   Kilara belavbûna şewba koronayê ya piştî şerê çeteyên DAIŞ'ê, wiha nirxand: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê bi bin ketin, şewba koronayê pêş ket. Bi vê şewbê xwestin, rihê şoreşê, Rêveberiya Xweser û serhildana heyî tune bikin. Di dinyayê de ya ku herî zêde xwe bi hêz dide xuyakirin Emerîka ye, lê ji bo şewba virûsa koronayê çend roj jiyan da rawestandin, lê li Rojavayê Kurdistanê ruxmê cihekî biçûk e, komînalbûyîn esas girt, ruxmê ku alîkarî nîne, lê xwe li ser piyan girt û li dijî şewbê têkoşîn kir. Hemû cîhan dizane ku projeya netewa demokratîk bi ser bikeve, wê dawiya pergala emperyalîzmê were. Piştî ku dewleta tirk li çiyayên azad bin ket û nedikarî tehemûl bike, ji bo gelê xwe bixapîne, bi rêya çeteyên DAIŞ'ê ku çeteyên xwe li cihên hatiye dagirkirin mîna Girê Spî, Serêkanî û Efrînê pewerde kirin û êrîşî Hesekê kirin. Di salvegera êrîşa li ser Efrînê de çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê êrîşek pêk anîn. Di wê demê de dagirkirina Efrînê, salvegera avakirina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê bû. Binkeftina çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê binkeftina Erdogan û Emerikayê bû. Şerê Kobanê ne tenê rih ava kir, sînor bê wate kir û netewa demokratîk ava kir. Şervanên azadiyê vê demê bi rihê Kobanê, li Hesekê bi ser ket. Dewleta tirk van êrîşana bi komployekê pêk tîne û wê her dem kûr jî bike û dixwaze Rêber Apo tengav bike. Ruxmê ku li Hesekê şer dewam dikir, bi sed hezaran şêniyên me şehîdên xwe bi merasimekê oxir dikirin û soza şopandina rêya azadiyê dan. Bi vê berxwedanê cardin komplo vala derket. Israra me ew e ku em sala 2022'an bikin azadiya fizîkî ya Rêber Apo."