Li Mexmûrê komploya navneteweyî hat şermezarkirin 2022-02-15 12:29:06   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî komploya navneteweyî meşeke girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak axivî û got: "Em bang li Gelê Kurd û Kurdistanî û mirovên demokrat dikin ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, qadan bikin cihê çalakiyan."   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Tolhildan” meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa girseyî li ber avahiya Saziya Malbatê Şehîdan dest pê kir heta li ber konê ku ji bo parastina ewlehiya wargehê hatî vekirin dom kir. Li vir ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak daxuyanî da.    Di çalakiyê de wiha hat gotin:    "Di şexsê Rêber Apo de xwastin pêşeroja mirovahiyê, civakê û jinan tarî bikin, bixîn di nava zîndanê de û tunebikin. Em ji dîrokê baş dizanin ku hêzên navdewletî, hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe, desthilatdariya xwe her tim xwe li ser xwîna kurdan jiyaye. Hewildane bi îxanetên navxweyî pêşeng û Rêberê Gelê Kurd tunebikin, darve bikin û di zîndanan de birizînin. Ji bo ku pêşî li serhildan û raperînên civakê yên mafdar bigrin. Di 28 serhildanên Gelê Kurd de bi destê îxanetkaran dibin navê çareseriyê de komplo pêşxistine. Dewleta Tirk ya faşîst ya ku bi xwe jî berdewamiya ev hişmendiyê komplogere xwastin di sala 1999’an de cardin heman tiştê bikin. Lê nedizanîn ku Gelê Kurd ne êdî ew gelê sedsala 19’an bû, ne jî tevger tevgerê eşîr, mîr û began bû, ne jî Rêber Apo serokê eşirekê bû.    Tevgera PKK’ê ya ku Rêber Apo afirandî ye tevgerek netewî, civakî û mirovî bû lewma komploya navdewletî ya ku di sala 1998’an de hate destpêkirin û di 15’e Sibata sala 1999’an de bi dîl girtina Rêber Apo re xwastin encam bigrin, bi berxwedaniya Rêber Apo û zarokê Gelê Kurd yên ku xwe li derdora Rêber Apo kirin xelekek ji agir û gotin 'Kes nikare roja me tarî bike' bi hezaran Gelê Kurd yên ku daketine qadan ev plana faşîst têkbirin û vala derxistin. Ji ber vê yekê ev 23 sal in Rêber Apo bi îradeya xwe ya ku ser aqlê mirovan re bi tena serê xwe di yek hûcrê de li ber xwe dide.   Yên ku ev komployê pêkanîne û pêktînin hêzên hegemon yên desthilatdarin û hêzên sîstema kapîtalîzmê ne. Yên ku nahêlîn pirsgirêkên civaka û Rojhilata Navîn jî çareser bibe heman hêz in. Têkoşîn, berxwedaniya niha Rêber Apo dide, tevgera me û em dimeşînin li hember ev pergala hêzên desthilatdara ne.    Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin, tu hêz nikare îradeya gel têk bibe. Tu hêz nikare îradeya Rêber Apo ya ku xwe gihandiye bi milyonan têkbibe û şerê gel ê şoreşgerî têk bibe. Ji bo ku em bikaribin bi rûmet û azad jiyan bikin gavek ji yadin zûtir em azadiya Rêber Apo ya fizikî mîsoger bikin. Ji bo ku pirsgirêka Rojhilata Navîn were çareser kirin em pergala Îmraliyê hilweşînin û faşîzmê têk bibin.    Em bang li Gelê Kurd û Kurdistanî, mirovên demokrat dikin em li dora Îmraliyê bibin yek û Rêber Apo bi awayekê fizîkî azad bikin, dakevin qadan û tevahî qadan her kêlî bikin cihê çalakiyan.”   Meşa ku bi daxuyaniyê dom kir bi dirûşmeyên wekî "Bijî Rêber Apo" û "Bê serok jiyan na be" bi dawî bû.