'Daxwaza me ew e ku em car din Rêber Apo bibînin' 2022-02-15 09:05:01     Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Jinên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine dan zanîn ku ew dixwazin car din Rêberê xwe bibînin û wiha gotin: "Piştî me Rêber Apo dît, azwerî, hêz û vîna me mezintir bûn."   Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de hate dîlgirtin. Ev 23 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hatiye dîlgirtin û berxwedaneke bêhempa raber dike. Di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de komployê li ser gelê kurd dom dike û bi her cureyên êrîşên derveyî mirovahiyê tê xwestin ku kurd werin qirkirin. Li dijî komplo û her cure êrîşên qirkirinê ya li dijî gelê kurd, kurd li ber xwe didin. Her wiha kurd ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li ser piyan e. Bi munasebeta 23'yemîn salvegera dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1991'ê de dîtine nêrînên xwe parve kirin.    'Em dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin'   Belkiz Hecî Ehmed bal kişand ser girîngiya fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nêrîna xwe wiha parve dike: "Min di sala 1991'ê de Rêber Apo dîtiye, wê demê em gelek jin çûn serdana Rêber Apo. Dema ku biryar hat girtin ku em ê Rêber Apo bibînin, em gelek bi kelecan bûn. Me digot em ê kîja kêliyê Rêberê xwe bibînin. Em gelek girêdayî Rêber Apo ne. Piştî ku me rastî û felsefeya Rêber Apo nas kir, me jî zarokên xwe bi rê kirin û em bûn Malbata Şehîdan. Em ji bo Rêber Apo çi bikin jî em ne poşman in, ji ber ew ji bo hebûna me li dijî her tiştî têdikoşe. Heta niha jî em gelek ked didin û em ê her li ber xwe bidin û em dixwazin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin."   'Bi hezaran kes herikîn gel Rêber Apo'   Belkizê kêliyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye wiha anî ziman: "Ez ji vir bi rê ketim û em çûn Lubnanê. Piştre em derbasî sahaya Mehsûm Korkmaz (Egîd) bûn. Dema em çûn gelek şervanên azadiyê qiymeta me zanîn. Em bi hezaran kes herikîn akademiya Rêber Apo. Di wê demê de kon hebû û em bi cih nedibûn, ruxmê wê jî ji ber me yê Rêbertî bidîta cih ji me re ne xem bû. Hinek dayik jî hebûn, zarokên wan ên biçûk hebû û zarokên xwe jî bi xwe re anîbûn, hingî girêdayî Rêber Apo bûn û bêriya Rêber Apo kiribûn. Piştî em çûn akademiyê şevekê gazî me kirin û gotin derbasî sehê bibin wê Rêber Apo ji were civînê çêbike. Piştî me hemûyan cihê xwe girt, me dît Rêber Apo derket û ber bi me ve tê. Rêber Apo heta 12'ê şevê bi me re axivî. Siharê piştî me taştê xwar, em çûn serdana şehîdan. Li wir çiya jî hebû û em li ber siya çiya rûniştin û Rêber Apo li wir jî bi me re nîqaş kir. Rêber Apo di wê demê de çi ji me re ji bo pêşeroja kurdan got, îro me bi çav dîtiye. Piştî niqaşê Rêber Apo xilas bû, em bi meşê çûn cihê akademiyê. Wê demê me ji akademiyê pirtûkek Rêber Apo anî. Di rê de leşkerên Rejîmê me dan sekinandin û me bi azweriyek mezin got em li gel Rêberê xwe tên û em qet netirsiyan. Piştî em vegeriyan mala xwe, ez dikarim bêjim ku manewiyata me pir mezin bû."   'Daxwaza me ew e ku em car din Rêber Apo bibînin'   Belkizê da zanîn ku ew heta bijîn wê her girêdayî fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bin û got: "Em heta sax bin em keda Rêber Apo ji bo me daye ji bîra nakin. Rêberê me can û çavên me ye. Heta niha jî bi hezaran şoreşger û şehîdên me hene û em ê her li pey doza azadiyê bin û bi fikrê Rêber Apo girêdayî bin. Daxwazek me heye ew jî em cardin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Em bi hêza xwe bawer in û em ê hemû êrîşên ku li dijî me pêk tên bişkînin. Tê gotin ku kesên ku dikevin Girava Îmraliyê xilas nabin, lê Rêberê me bi îradeyek xurt 23 sal in li ber xwe dide. Tu mafê kesekî nîne ku Rêberekî gelan bigire û bixe zindanan. Rêberê me li pê azadiya welatê xwe û bi kesên bindest re ye. Em jî dixwazin axa me, ya me be û ne dagirkirî be. Me doza tiştekî li kesekî nekiriye, tenê em doza mafê xwe dikin. Me dev ji welatê xwe bernedaye û em ê her girêdayî welatê xwe bin. Heta dilopek xwîna me mabe em ê li pê şehîd û Rêberê xwe bin. Em ê Rêberê xwe ji zindanê xilas bikin. Weke jin em wek ava çiya diherikin û em ê êrîşên dijmin bişkînin, ji ber îradeya jinan qeyim e."   '15'ê Sibatê rojek reş e'   Belkizê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û wiha vegot: "Em dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin Rêberê me berdin û weke gel em bi Rêberê xwe re bijîn. Dewleta tirk her roj êrîşê me dike û em dibêjin bes êrîş bikin û axa me topbaran bike. Dewleta tirk mala me wêran dike û tu mafê dewleta tirk nîne ku wiha êrîşî gel bike. Kezeba dewleta tirk naşewite, ji ber nedîtiye û zehmetî nejiye. Dewleta tirk çeteyên DAIŞ'ê perwerde dike û ber bi herêmên me ve bi rê dike û ev yek jî li ber çavên tevahî cîhanê tê kirin. 15'ê Sibatê rojek reş e û em di wê rojê de rojiyê digirin û vê rojê şermezar dikin."   'Rêber Apo her dem qala têkoşîna jinê dikir'   Ferhê Elî jî da zanîn ku ew dixwaze Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zindanê derkeve û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em malbatek welatparêz in û em her dem di nava kar de bûn. Min Rêber Apo di sala 1991'ê de dîtiye. Ez, hevjîn û malbata xwe bi hev re çûn. Dema em çûn gel Rêber Apo kêfa me gelek dihat û em gelek rehet dibûn. Rêber Apo 2 şevan bi me re civîn çêkir. Rêber Apo gelek qala Kurdistanê dikir. Di wê şevê de em li gel Rêber Apo man. Me pir meraqa Rêber Apo dikir û dema me dît me hêzek mezin ji wî girt. Gel pir diçûn serdana Rêber Apo. Rêber Apo her dem qala têkoşîna jinê dikir û bi hêza jinê bawer bû. Daxwaza me ew e ku Rêberê me ji zindanê derkeve. Di vê demê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî me kir û me cardin êrîşa wan vala derxist. Gelê me cardin bi ser ket û em dixwazin heqê me bidin me. Ez dixwazim Rêber Apo ji zindanê derkeve û em cardin Rêberê xwe bibînin."   'Kurd girêdayî Rêber Apo ne'   Zehra Mihemed jî diyar kir ku wê di sala 1991'ê de Abdullah Ocalan dîtiye û wiha got: "Di sala 1991'ê de me Rêber Apo dît. Rêber Apo di civîna xwe de qala gelek tiştan dikir. Gelek dem borî, lê cardin jî ez wan rojên bi wate ji bîra nakim. Rêber Apo her dem digot divê em kar bikin, em çiqas bikin jî têrê nake û her dem digot divê em maf û heqê xwe bistînin. Daxwaza me ew e ku Rêberê me ji zindanê derkeve. Em dikarin bêjin ku kurd hemû bi Serokê xwe re ne."