'Bila daxwazên girtiyan bên cih' 2022-02-12 09:04:49   Hîkmet Tunç   WAN - Emîne Demîragaç ya ku kurekê wê hatiye qetikirin û yek jî nexweşe, da zanîn ku di pişt û lingê kurê wê de platîn heye û rewşa wî li girtîgehê bimîne nemaye û divê daxwazên wan bên cih.   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi tecrîda girankirî re mezintir bûn û berdewam dikin. Li dijî binpêkirina mafan bêdengiya rayedaran didome û li dijî vê malbatên girtiyan li Wan, Amed û Stenbolê bi armanca binpêkirin bidawî bin û girtiyên nexweş bên berdan ‘Nobeta edeletê’ dan destpêkirin û didome. Emîne Demîragaç ya 55 salî yek malbatên di Nobeta Edeletê ya Wanê ya di roja 64’an de berdewam dike de cih digire.   Emîneyê diyar kir ku kurê wê Ahmet Demîragaç di 13’ê hezîrana 2016’an de di wesayîtê de di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest daye, kurê wê Malîk Demîragaç jî heman rojê di serdegirtina malê de birîndar hatiye binçavkirin û wiha got: “Polîsan serdegirtinê de li min xistin. Rojên ewil yên Remezanê bûn. Bi dehan polîsî bi ser mala me de girt. Me fêm nekir. Ez û kurê min Malîk me lê dan xwar. Bi saetan li malê lêgerîn kirin. Bi çekê li min xistin. Ez ji ser xwe çûm. Kurê min Malîk jî ji ber îşkenca dît diranên wî ketin. Piştre hevjînê min Îsa û kurê min Malîk binçavkirin û girtin. Hîna jî min diranên kurê xwe veşartine.”   ‘Şopa 17 guleyan jimartin’   Emîneyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Mala me serobino kirin. Her der nav xwînê de ma. Lihîfên me di nav xwînê de man. Tevî tiştek li malê nehat dîtin jî di çapemeniyê de gotin bi dehan çek hatine dîtin. Ez li kurê xwe Ahmet geriya min xwe negîhandê. Ji wan agahiya min tunebû. Xizmên me hatin mala me gotin Ahmet hatiye kuştin. Birayê min cenazeyê wî şûşt. Got 17 gule lê ketine. Li ser îxbarê bi ser mala de de girtin." ‘Di pişt û lingê wî de plantîn heye’   'Ez ê çawa bawer bikim ku kurê min baş e'   Emîneyê destnîşan kir ku  kurê wê Malîk surgunê girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê hatiye kirin hevjînê wê jî 6 meh şûnde hatiye berdan û wiha bertek nîşan da: “Ji ber aboriyê ez nikarim biçim. Her cara telefonê vedikim dibêje ez başim, min mereq nekin. Ez kurê xwe nabînim, ez ê çawa bawer bikim ku baş e. Ez rewşa wî nizanim. Li lingê wî birîna guleyê heye. Di meşê e zehmetiyan dikşîne. Platîn di lingekî wî de ye. Di pişta wî de platîn heye. Bavê wî  ji karê wî yê şaredariyê derxistin. Ji roja em hatine dinê em di ezêb de ne. Kurekî min qetilkirin yek jî dîl girtin.”   ‘Nobeta me wê bidome’   Emîneyê dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû hemû deriyên girtîgehan bên vekirin û wiha bang kir: “Bila dayik êdî negirîn. Bila aştî pêk tê. Heta deriyên girtîgehan venebin wê çalakiya nobeta edeletê bidome.”