'Armanca komployê tunekirina gelê kurd e' 2022-02-12 09:01:16   KOBANÊ - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Hedle Hesen diyar ki ku ev 23 sal in tecrîda giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û got: "Rast e Rêber Apo bi awayê fîzîkî ne li gel me ye, lê em li ser fikir û felsefeya wî dijîn."   Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de Abdullah Ocalan radestî dewleta tirk hat kirin. Têkildarî komploya navneteweyî Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Hedle Hesen ji ajansa mer re axivî û nirxandin kir.   'Armanca komployê tunekirina gelê kurd e'   Hedlê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 9'ê Cotmeha 1998'an de û wiha pê de çû: "Weke ku tê zanîn ev komplo ne tenê bi destên dewleta tirk bû, destên pir dewletan di vê komployê de hebûn. Ji ber ku  tu   dewletê qebûl nekir  Rêber Apo li gel wan bimîne. Armanca vê komployê ne tenê girtina Rêber Apo bû.  Armanca wan a di vê komployê de tunekirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha tunekirina gelê kurd di hundirê vê komployê de ye. Dema ku ev komploya li ser Rêber Apo hat meşadin dixwestin gelê kurd qir û tune bikin."   'Ev roj ji hemû gelên aştîxwaz re bû roja reş'   Hedlê di nava axaftina xwe de da zanîn ku 15'ê Sibatê ji hemû gelên aştîxwaz re bû roja reş û wiha got: "Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Em her tim li ser hedefa xwe ne. Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo bi hevkariya dewletên dîtir radestî dewleta tirk hat kirin. Ev roj ji hemû gelên aştîxwaz re bû roja reş. Roja 15'ê Sibatê nêz e, em vê rojê bi giranî şermezar dikin. Ji ber vê 15'ê Sibatê ji her kesî ku fikir û felsefeya Rêber Apo nas kiriye rojek giran e."   'Xwestin pirojeya neteweya demokratîk hilweşînin'   Hedlê di axaftina xwe de destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd bû, bandora xwe li se her kesî kir û wiha domand: "Pirojeya Netewa Demokratîk a ku Rêber Apo ji me re ava kir, ne tenê  gelê kurd di nava xwe de bi cih dike, pergala Netewa Demokratîk gelên ereb, tirk, aşûr, xirstiyan, ermen û hemû pêkhateyan hembêz dike. Ji ber vê yekê xwestin bi rêya vê komployê hem pirojeya netewa demokratîk hilweşînin û hem jî tunekirina gelên azadîxwaz pêk bînin."   'Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gavên pêşketî avêtin'   Hedlê di nava axaftina xwe de anî ziman ku girtina  Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser civakê kir û wiha bi lêv kir: "Weke ku tê zanîn di sala 1979'an de Rêber Apo cara yekemîn hate Rojavayê Kurdistanê û derbasî Kobanê bû, ji ber vê yekê jî girêdana gelê Rojava bêhtir bi Rêber Apo re çê bû. Wê demê fikir û felsefeya wî zêdetir belav bû. Me bi  fikir  û felsefeya wî gavên pêşketinê avêtin. Piroje û perspektîfên ku Rêber Apo danîn heta niha em li ser dimeşin. Wekî mînak dema em bibêjin, Rêber Apo bingeha komînan, rêveberiya xweser ava kir ev pirojeya ku Rêber Apo ava kir û em li ser vê bingehê kar û xebatê xwe dimeşînin. Ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo a fîzîkî em ê rêxistina xwe di saziyên civaka sivîl û yên ku têkoşîna azadiya civakê didin hîn zêdetir xurt bikin."   'Em vê komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin'   Hedlê da zanîn ku ev 23 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û têkoşîna li dijî vê yekê didome û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Kesên aştîxwaz, Rêxistinên Mafê Mirovan, ew kesên ku bangewaziya mafan dikin, heta niha tu çareserî ji bo Rêber Apo pêde nekirin. Em ji ber ku dewleta tirk mafê hevdîtina malbat û parêzeran nade Rêber Apo dewleta tirk şermezar dikin. Rêber Apo di nav tecrîdê de tecrîdeke jê girantir dijî. Ev 11 meh in tu agahiya me ji rewşa fîzîkî ya Rêber Apo tune ye. Hêviya me ji ew kesên bangî mafê mirovan dikin an jî behsa aramî û aştiya cîhanî dikin heye ku hîn zêdetir zextê li ser dewleta tirk bikin ji bo ku em Rêber Apo azad bikin. Herî kem em bikaribin şertên tecrîdê biguherînîn û agahiyê jê bigirin. Herî dawî jî weke gelê kurd pewîst dike ku em rêxistin û xebatên xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hîn zêdetir kûr û xurt bikin."