Gulîstan Sonuk: Tecrîd wekî rêbazeke îşkenceyê tê meşandin 2022-02-11 09:11:35   Medya Uren-Şîrîn Çinar   ÊLIH - Berdevka TJA'yê Gulîstan Sonuk têkildarî tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin wiha got: "Grava Îmraliyê weke pergala îşkenceyê hatiye avakirin. Ev jî bi destên hemû neteweyên yekbûyî û Ewropayê pêk tê. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan li ser hemû gelê kurd weke rêbazek îşkenceyê tê meşandin."   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in bê navber dewam dike. Li hemberî Abdullah Ocalan li Îmraliyê polîtîkayeke girankirî ya îzolasyonê ket dewrê. Niha tecrîd li ser hemû girtiyên siyasî jî tê meşandin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Gulîstan Sonuk têkildarî tecrîdê bi ajansa me re axivî.   'Tecrîd dewam dike'   Beriya 23 salan li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployek navneteweyî hat kirin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ev komplo negihişt armanca xwe û li pey wê komplo bi tecrîda girankirî dewam kir. Birêz Abdullah Ocalan di Girava Îmraliyê de hat îzolekirin û tecrîdkirin. Ev tecrîd 23 sal in bê navber dewam dike û her ku diçe jî tê girankirin. Em nikarin bêjin ev bi destê Tirkiyeyê tenê tê kirin jî. Tirkiye yek ji komarên ku di peymana navneteweyî de mohra wê heye. Lê binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê tê dewamkirin. Ev yek ne ji yekîtiya Ewropayê ne jî ji neteweyên yekbûyî qut e. Çawa ku komplo bi hevkariya wan dewletan jî hat kirin, tecrîd jî bi heman rengî tê domandin."   'Li dijî kurdan dijmin in'   Gulîstanê diyar kir ku neteweyên yekbûyî dikarin ji kiryarên Tirkiyeyê re bibin asteng û wiha li ser axivî: "Neteweyên yekbûyî û yekîtiya Ewropayê dikare pêşî li tecrîdê û binpêkirinên mafan bigire. Ev sûcekî mirovahiyê ye û pêwîst e bibin asteng jî. Bêdengiya xwe jî bêyî ku hincetekê nîşan bidin diparêzin. Dema mijar dibe Birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd hemû neteweyên ku ji xwe re dibêjin em demokrat in dikevin nav hevkariya dijminatiya li dijî kurdan."   'Tecrîd bandora xwe li ser kudan pêk tîne'   Gulîstanê da zanîn Tirkiye qanûnên xwe jî pêk nîne û îşkenceyên giran dide meşandin. Gulîstanê wiha berdewam kir: "Bi tu awayî xeber ji Birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Bi rêya name, telefon, hevdîtina malbatan an jî hevdîtina parêzeran re jî ev nayê pêkanîn. Ev tecrîd şeklê xwe di sîstema Tirkiyeyê de girtiye û li ser hemû girtiyên siyasî û gelê kurd tê meşandin. Em jî di nav vê tecrîda girankirî de ne. Hemû jiyana me di bin çavdêriyê de ye. Xebatên me yên siyasî, civakî, hevdîtinên me û jiyana me ya taybet jî di bin vê çavdêriyê de ye. Ev rê û rêbaz di tu qanûn û hiqûqan de cihê xwe nîne, lewra çawa ku li Îmraliyê şeklê xwe girt li ser hemû kurdan jî tê meşandin."   'Sedema aloziyên li Tirkiyeyê tecrîd e'   Gulîstanê bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: "Em pêvajoya aştiyê ya di salên  2013'an de baş dizanin. Di wê demê de atmosferek çawa hebû pêwîst e em baş binirxînin. Berisivên pirsên me di wir de ne. Ne tenê pirsgirêka kurd û tirk çareser dibû pirsgirêkên civakî jî digihaştin çareseriyê. Li pey xirabûna pêvajoyê re jî Tirkiye di her alî de bû dojeh. Bi tecrîdê re pirsgirêkên civakî mezin bûn, bi destpêkirina şer re qeyrana aborîyê cardin wisa. Em dikarin van qeyranên aborîyê, siyasî û civakî bi tecrîdê ve girê bidin."   'Girava Îmraliyê wekî pergala îşkenceyê hatiye avakirin'   Gulîstanê da zanîn ku Girava Îmraliyê wekî pergala îşkenceyê hatiye avakirin û wiha got:" Piştî xirabûna pêvajoya aştiyê şûnde jî polîtîkayên xwe yên dijminatiya kurdan bi lezek mezin xistin meriyetê. Bajarên kurdan, zimanê kurdî û çanda kurdî êdî nayê tehemûlkirin. Bi polîtîkayên êrişên taybet re hewil didin bişaftin û qirkirinên mezin pêk bînin. Li rex din jî fatureya şerê dikin jî li gel didin birîn. Ji vê ne tenê gelê kurd, gelê Tirkiyeyê jî para xwe digire. Grava Îmraliyê ya weke pergala îşkenceyê hatiye avakirin êdî ji hemû gelên Tirkiyeyê re jî dibe girtîgehek servekirî."   'Dixwazin civakeke kole ava bikin'   Gulîstanê bal kişand ser destdirêjiya li girtîgehan û wiha got: "Tecrîd êdî bi rêbazên destdirêjî û tecawizê dewam dike. Em mînakên van êdî li girtîgehan bi zêdahî dibînin. Gardiyan dest dirêjî Garîbe Gezer kirin û bi ser de jî tecawiz kirin. Bûn sedema kuştina Garibe Gezer. Garîbe Gezer rûyê girtîgehên Tirkiyeyê îfşa kir. Li rex vê yekê jî em dikarin bêjin ku tecrîd herî zêde bandora xwe li ser jinan kir. Jinên ku bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan re ji tarîtiyek mezin rizgar bûne vê carê mehkûmê tecrîdê tê kirin. Dixwazin bi vî rengî destkeftiyên jinê bi dest bixin û bi jina kole re civakek kole ava bikin."   'Rizgarî bi rêxistinê pêkan e'   Gulîstanê diyar kir ku rizgarî bi rêxistinê pêkan e û wiha dawî lê anî:"Li girtîgehan, li kolanan, çar hawîrdorê me bi tecrîdê hatiye dorpêçkirin. Rizgariya ji vê bi rêxistinê pêkan e. Mafên girtiyan tên binpêkirin. Ruxmê ku cezayên wan qediyane jî nayên berdan. Di girtîgehan de êdî midur vê biryarê didin. Dad jî vê fonksîyona xwe pêk nîne. Gelek girtiyên nexweş ên ku nikarin di girtîgehê de bimînin di şert û mercên nedestdayî de tên hiştin. Ev nêzîkatiyên keyfî û kiryarên binpêkirinên mafan li dijî kurdan pêk tê. Lewra em dikarin tecrîdê, binpêkirinên mafan bi rêxistinbûyîna xwe birûxînin. Ew hêza me heye û pêwîst e gelên Tirkiyeyê jî bikevin vê ferqê."