Girtiyê 13 sal in girtiye 4 sal înfaza wî hat şewitandin 2022-02-10 09:13:10   Şîrîn Çinar   AMED - Dayika girtiyê bi navê Bekîr Kaydu yê 13 sal in girtiye, Fatma Sadunoglu da zanîn ku 4 sal înfaza kurê wê hatiye şewitandin û daxwaz kir ku kurê wê bê berdan.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî her diçin giran dibin. Bi pêkanînên kêfî yên li hember girtiyan înfazên wan tên şewitandin. Yek ji van girtiyan girtiyê bi navê Bekîr Kaydu yê  13 sal in girtiye û li girtîgeha Tîpa L ya Turkoglu Mereşê girtiye, tevî cezayî wê qedyaye jî bi hinceta cezayên dîsîplînê 4 sal cezayê wî hat şewitandin.   Dayika Bekîr Kaydu, Fatma Sadunoglu bal kişand ser binpêkirina mafan û got divê demildest kurê wê bê berdan.   ‘Destûrê nadin hevdîtina vekirî’   Fatmayê da zanîn ku kurê wê 13 sal in girtiye di vê pêvajoyê de 4 caran hatiye surgunkirin û wiha got: “Dema nû hat girtin birin girtîgeha Amedê. Piştre birin Edîrne û ji wir jî birin Bandirmayê. Herî dawî surgunê Mereşê kirin. Ji ber mehra min a fermî tune ye nahêlin ez biçim hevdîtina vekirî. Tenê ji bo hevdîtinên girtî destûrê didin.   ‘Tevî ceza qedya 4 salan înfaza wî şewitandine’   Fatmayê destnîşan kir ku ji ber Bekîr li dijî binpêkirinên mafan derketiye înfaza wî şewitiye û wiha daxuyand: “Tevî ceza qedya 4 salan înfaza wî şewitandin. Hinceta wê jî ketina grevên birçîbûnê, serhildana li dijî kamerayên hatine bicihkirin e. Me serî li her derê da lê tevî her tiştî bernedan.”   ‘Em dizanin ku zilm û zext tên kirin’   Fatmayê bi lêv kir ku divê tecrîda li ser girtiyan bê rakirin û banga tehliyekirina kurê xwe kir: “Zextên li ser girtiyan didomin. Kurê min ji bîra min naçe. Kurê min pirsgirêkan ji me re nabêje. Lê em dizanin zextan li wan dikin. Em naxwazin ev zilm û zext li wan bên kirin.”   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser malbatên ketine ‘Nobeta Edeletê’ ya bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û wiha bang kir: “Tevî sûcên zarokên me tune ne girtîne. Kurê min nexweşê gurçikan e. Nabin nexweşxaneyê derman nakin. Malbatên ji bo vê nobetê digirin hene. Bila nexweş bên berdan. Bila înfaza girtiyan neyê şewitandin.”