Jinên Abdullah Ocalan nas kirin: Hêrs û tekoşîna me mezin e 2022-02-10 09:10:12   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Dayikên Pakrewanan ên Efrînî ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mane, derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatiye kirin ev tişt anîn ziman: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinê rastiya xwe nas kir. Bi armanca tunekirina gelê kurd û Kurdistanê, komplo li ser Rêber Apo meşandin. Hêrs û tekoşîna me mezin e, em ê li pey Rêberê xwe bin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi Komploya Navneteweyî hat girtin û heta niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin. 23 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Tê zanîn ku ev 10 meh in tu agahî jê nehatiye girtin, her wiha hevdîtinên malbat û parêzeran hatine qedexekirin. Têkildarî mijarê Dayikên Şehîdan ên Efrînî ku bi  Abdullah Ocalan re mane, derbarê komploya navneteweyî ya li ser Abdulah Ocalan hatiye kirin ji ajansa me re axivîn.   'Gotinên Rêber Apo ji bîra mirov naçin'   Esmihan Sîdo ya ji gundê Kerê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye bal kişand ser demên ku bi Abdullah Ocalan re derbas kiriye, û wiha got: "Piştî ku min fikir û felsefa Rêber Apo nas kir, êdî ez derbasî nav kar û xebatê bûm. Dema min bihîst ku wê di 15'ê Tebaxa sala 1991'ê de Rêber Apo beşdarî şahiya Lubnanê bibe, ez derbasî Lubnanê bûm. Min xwest ku ez serokatî bibînim û di heman demê de li wê derê derbasî perwerdeyê bibim. Dema ku min Serokê xwe dît ji ber kêfxweşiyê min ji xwe pirsî ev xewn e yan rastî ye. Dema ku em bi Serokatî re rûniştin, her tim behsa azadiya jinê dikir. Rêber Apo her tim ji me re digot 'Divê her dayikek ji malbata xwe dest pê bike û zarokên xwe li ser fikrek azad perwerde bike. Piştre derbasî cem cîranên xwe bibin, wê bi vî awayî civak ber bi azadî û demokrasiyê ve biçe'. Heta vê kêliyê gotinên Rêber Apo ji bîra min naçin, ji ber ku Serokatî her gotinek dikir, bi rastî jî wateya wan peyvan hebûn."   'Hêrs û tekoşîna me mezin e'   Esmihanê da zanîn ku heta kêliya dawiyê ya jiyana xwe wê li ser fikir û felsefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be û wiha bi lêv kir: "Min soz daye ku heta kêliya dawiyê ya jiyana min, ez ê li pey Rêberê xwe bim. Ji ber ku rêya Rêber Apo ji jinê re nîşan daye, rêya rastî û azadiyê ye. Rêber Apo, Rêberê mirovahiyê ye ji ber ku fikir û felsefeya xwe diyarî hemû mirovahiyê kir. Ji ber vê yekê hemû dewletên navneteweyî komplo li dijî Rêber Apo çêkirin. Wan texmîn kiribûn ku dema Rêber Apo di zindanê de girtî be, wê gelê kurd serî bitewînin û kole bimînin. Lê berovajî wê dema ku Rêberê me girtin, têkoşîn û hêrsa me li dijî dijmin zêdetir bû. Her kesî çavên xwe ji vê komployê re girt, xwestin rastiya kurd û Kurdistanê tune bikin."   'Em dev ji rêya azadiyê bernadin'   Esmihanê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em tu carî rêya azadiyê bernadin, em tu car jî rihet nasekinin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me mîsoger dibe. Em ê bi ser bikevin, ji ber ku em li pey rastî û heqîqetê ne."   'Divê jin ji xwe bawer bin'   Dayika pakrewan Şakir û Heyder, Medîne Reşîd a ji Gundê Heyatê ya navçeya Mabeta ya Efrînê derbarê heman mijarê de axivî û ev tişt anî ziman: "Dema ku ez derbasî Lubananê bûm, min Serokê xwe dît. Dema ku Rêber Apo hat rastî jî em gelek kêfxweş bûn. Her tim Serokatî behsê dikir ku divê jin çawa rola xwe ya rast di nav civakê de bileyizin. Her tim Serokatî ji me re digot 'Jin dikare her tiştî bike, hêz û vîna jinê heye. Divê jin ji xwe bawer be û nifşên pêşerojê rast perwerde bikin, wê demê wê civak ber bi demokrasiyê ve biçe'. Serokatî bi fikir û felsefeya xwe rêya rast û heqîqet ji jinê re nîşan da, heqîqeta jin û civakê pêşkêşî me kir."   'Ya ku têkoşînê dike û civakê bi rê ve dibe jin e'   Medîneyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hat girtin, jin her roj di nav çalakiyan de bûn û têkoşîna xwe li hember dijmin mezin kirin û wiha axaftina xwe dom kir: "Dema ku Rêberê me bi komployekê girtin, me weke jin çalakiya gireva birçîbûnê li dar xist. Ruxmî ku rewşa min a tendirustiyê ne baş bû, lê belê ji bo Serokê xwe ez çi bikim jî têrê nake. Ji ber ku Rêber Apo hêz û destek da jinê ji ber vê yekê jin îro gihaştin vê astê. Serokatî hişt ku bawerî di hundir me de çêbibe, ji ber vê ji wê demê de û heta roja me ya ku têkoşînê dike û civakê bi rê ve dibe jin e."   'Em ê ji bo Rêber Apo li ser piyan bin'   Medîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîsoger bikin û wiha  bi dawî kir: "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her dem li ser piya bin, em tu carê nawestin. Em ê Kurdistanek azad bi Rêberê xwe re ava bikin."   'Bi saya Rêber Apo jinê sînorên koletiyê derbas kir'   Dayika pakrewan Rizgar, Suheyle Şêx Ehmed a ji Gundê Qurtqilaqê ya navçeya Şera ya Efrînê derbarê komploya ku li ser Abdullah Ocalan hatiye çêkirin de axivî û wiha vegot: "Di salên 1990'î de min fikir û felsefa Rêbertî nas kir. Piştî ku min fikir û felsefeya Serokatî nas kir, min bêtir fam kir ku mafê jinê jî heye. Em di koletiyê de hatibûn helandin, me derdora xwe nas nekiribû, me tiştek ji bilî mal û malbatê nas nekiribû. Fikir û felsefa Rêberê mirovahiyê hişt ku em wek jin sînorê mal û malbatê derbas bikin û hemû tiştên civakê nas bikin. Êdî jin derketin kolanan û dengê xwe bilind kirin, xwe ji zihniyeta zayendperest rizgar kirin. Me rastiya xwe nas kir, me nas kir ku em kurd in û divê em jî bi zimanê xwe biaxivin. Serokatî rêya herî rast nîşanî me da, em li ser şopa Rêberê xwe ne."   'Em ê zindanên Tirkiyeyê hilweşînin'   Suheyle wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rast e min Rêber Apo nedît, lê fikir û felsefeya serokatî di dil, rih û mejiyê min de her kêlî zindî ye. Bi rêya komployê xwestin jin û Rêbertî ji hev dûr bikin, lê nikarin vê yekê bikin. Em ê zindanên Tirkiyeyê bi ser serê wan de hilweşînin û Serokê xwe fîzîkî azad bikin."