Di Meha Çileyê de 31 jin qetil kirin: Encama bêpolîtîkamayîna siyasî ye 2022-02-10 09:03:43   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parêzer Tuba Torun der barê şîdeta ku desthilatdarî û daraz nabîne de axivî û got: “Desthilatdarî pêşîgirtina şîdetê ji xwe re nake derd.  Jinan ji qada cemawerî dur dixe û dixwaze pergalek serdest ya mêr bimeşîne.”   Li Tirkiyeye şîdeta li ser jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Li gorî bîlançoya şîdeta dewleta mêr a ajansa me di meha ewil a 2022’an de 31 jin, 4 zarok hatine qetilkirin. Dîsa li gorî çeteleyê 30 jin  û 11 zarokan bi guman jiyana xwe ji dets dane. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di meha çile de 19 jin hatine qetilkirin.    Parêzer Tuba Torun der barê zêdebûna qetilkirina jinan de û negirtina tedbîrên parastinê de axivî.   ‘Tiştên tên jiyîn encama bêpolîtîkabûnê ye’   Tuba ku heta îro li gelek dozên qetilkirin, destdirêjî û êrîşa zayendî ya li jinan  mêze kiriye, got ku qanûna hejmar 6284 hewl tê dayîn bê reşkirin û got di rewşa ku bi bandor pêk bê de wê jiyana gelek jinan bê xilaskirin. Tubayê wiha dirêjî dayê: “Rêgeza îfadeya jinê esas e,  yek ji rêgezên herî esas ya qanûna hejmar 6284 e. Di rewşa jin di xetereyê de bin an jî şîdet li wan hatibe kirin, li gorî vê qanûnê biryara parastinê tê girtin. Lê bi hinceta ev qanûn malbatê hildiweşîne êrîş kirin. Gotin malbat tên hilweşandin. Me got li malekê şîdet hebe, ji xwe di wê malbatê de bawerî û têgeha malbatê ji holê radibe û jin ji bo parastina xwe dikare her tedbîrê bigire, ji ber vê jî eleqeya qanûnê bi hilweşîna malbatê tune ye. Lê di encama vê zîhniyet û kampanyayên reşkirinê de bi gotina jinê bawer nekirin û daxwazên parastinê hatin redkirin. Berê ji bo 6 mehan biryara parastinê dihat girtin û niha ji bo mehekê bi zor tê dayîn. Em di alî pêkanîna 6284’an de gelek zehmetiyan dikşînin. Ev encama bêpolîtîkabûnê ye.”   ‘Biryara parastinê bi bandor nayê kirin’   Tubayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî biryara paratinê ji bo jinan hat dayîn şûnde divê gumanbar bê kontrolkirin, lê di alî teblîgkirina gumanbar de zehmetî tên jiyîn û di vê pêvajoyê de jin dîsa şîdetê dibînin. Tubayê wiha daxuyand: “Dema biryara parastinê bê binpêkirin divê prosedura binpêkirinê pêk bê.Ji bo tebligata gumanbar nayê kirin biryara cezayê girtîgehê nayê dayîn. Neteblîgkirin ne sûcê mexdur e, kêmasiya vê pergalê ye. Tevî gelek jin di bin rîska mirinê d ene, biryarên parastinê bi bandor nayê kirin.”   ‘Dewlet şîdetê nake derd’   Tubayê balkişand ser zêdebûna kuştina jinan û destnîşan kir ku têgeha bêcezabûnê jî pir zêde bûye û ev tişt bi lêv kir: “Gumabar ji ber rewşa bêcezahiştinê dizane hewl dide ji rewşa baş fêdeyê bigire. Şîdet ne xema kesî ye. Her çiqas desthilatdarî bêje ji bo pêkanîna qanûna 6284 giştînameyan diweşînin jî mixabin ev hemû di dîtbarî de dimîne. Peymana Stenbolê bi berfirehî tedbîrên parastinê rêz dike. Tevî ku me her derfetê de gotin pêk bînin, di şevekê de peyman rakirin. Desthilatdarî di alî pêşîgirtina şîdetê de tiştekî nake, şîdetê ji xwe re nake derd. Jinê hepsê malê dike, ji qada cemawerî dur dixe û pergala xwe ya serdest didomîne.”   ‘Yên ku qeydên wan yên sûc hene nayên girtin’   Tubayê di berdewamiyê de balkişand ser tedbîrên pêşîgirtinê û got zîhniyeta ku şîdetê pêk tîne nayê guhertin û wiha berdewam kir: “Guherîna zihniyetê, bi perwerde û Peymana Stenbolê dikare pêk bê. Dema ku zîhniyeta mafên mirovan bê runiştin, dema ku bê vegotin şîdet tiştekî xerabe, wê şîdet jî kêm bibe. Ger ku jinek her tim tedbîra parastinê bigire wê demê li wir sûcê ezyet heye. Ev gumanbar ji sûcê ezyet dikare bê girtin lê nayê kirin. Mînak Omur Erez ji 20 sucên cuda qeyda wî heye. Di vê rweşê de divê gumanbar ji girtîgehê derneve. Lê nehatiye girtin. Di vir de tê dîtin ku hiqûq bi bandor nayê pêkanîn.”   ‘Desthilatdarî jinên xwe diparêze dike şeytan’   Tubayê daxuyand ku ji sedî 52’yê qetilkirina jinan bi çekê pêk tê û her kes bi hêsanî çekê digire û jinan qetil dike. Tubayê ev nirxandin kir: “Jin li ser çapemeniya civakî li edeletê digerin. Jin ji ber xetereya jiyanê serî li parastina rewa dide. Divê daraz bi edelet lêpirsînê bike. Mînak dosya Melek Îpek dosyak wisa bû. Parastina rewa pêk hat. Lê Çîlem Dogan, Nevîn Yildirim fêde jê negirtin. Cezayê wan jî nehat daxistin. Ji bo mêran ceza tê daxistin lê ji bo jinên dixwazin xwe biparêzin ceza nayê daxistin. Desthilatdarî jinên ku xwe diparêzin dikin şeytan.”   Zimanê çapemeniyê û cureyê şîdetê    Tubayê zimanê ku çapemenî bi kar tîne jî rexne kir û anî ziman ku zimanê di kuştinên jinan de tê bikaranîn sûc rewa dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo şîdet bi dawî bibe, ji bo wekhevî pêk bê, em pir hêdî pêş dikevn. Dema mirov li cureyên şîdetê dinêrin, şîdeta psîkolojîk, fîzîkî, aborî û zayendî mijara gotinê ye.  Tu şîdet ji hev nikare veqete. Encamên şîdeta psîkolojîk pir caran ji ya fîzîkî girantiye. Divê li dijî her cureyê şîdetê tedbîrên parastinê bên girtin, cezayên bi bandor bên dayîn.   Têkoşîna jinan   Tubayê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Tevî her tiştî divê jin bi hêvî bin. Li Tirkiyeyê tevgera jinan yek ji tevgera herî mezine. Qezencên me yên cidî hene. Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Em dibêjin ku em ê Peymana Stenbolê şûnde bînin û îmzeya xwe dîsa bavêjinê.  Ji bo şîdet bidawî be divê Peymana Stenbolê pêk bê.”