‘Azadiya Gelê Kurd girêdayê serokatiyê ye’ 2022-02-09 09:03:00   STENBOL- Jinan bertek nîşanê êrîşên hewayî yên TSK’ê ku li hember Mexmur, Şengal û Dêrdikê pêk hatin dan û diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe Gelê Kurd jî azad nabe û wiha gotin: “Ger Rêbertî azad bibe wê çareserî pêk bê. Heta hevdîtin neyên kirin çareserî ne pêkan e.”   Balafên şer ên aîdê Hêzên Çekdarî yên Tirk(TSK) di 1’ê Sibatê di saetên êvarê de bi awayekî hevdem ji hewayê ve li Şengal, Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saetan bombebaran pêk anîn. Di encama bombebaranê de li Mexmurê 2, li Şengalê 3 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê gelê herêmê ve hat diyarkirin ku ji 2017’an heta niha ev êrîşa herî berfireh ya li hember Şengalê ye û hat daxuyandin ku cihên sivîl hedef hatine girtin, herwiha hat ragihandin ku bombebaranê çar saet û nîvan berdewam kiriye.  Li Santrla Ceryanê ya Girê Kendal a Dêrikê jî ji Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) jî 4 şervanî jiyana xwe ji dest dabû, 5 karker jî birîndar bibûn.   Jinan bertek nîşanê êrîşan dan û destnîşan kir kirin ku yekane çareserî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sale di bin tecrîda giran de ye.   ‘Em ê li dijî êrîşan têbikoşin’   Hevseroka HDP’a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk daxuyakirin ku êrîşa li hember Mexmur û Şengalê lîstikek Tirkiyeyê ye û got wê li dijî polîtÎkayên êrîşê têkoşîna xwe bidomînin. Gulsumê wiha vegot: “Dewleta tirk me rehet bernade. Dewlet dizane li Tirkiyeyê nikare tiştekî bike berê xwe dide Şengalê. Em ê ji bo vê têbikoşin. Em vê qebûl nakin. Li Hasekê bi rojan pevçûnan berdewam kir û di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de 121 kesî jiyana xwe ji dest da. Ev ne hejmarek kêm e. Ev mirov şehîd ketin. Gelo çi sûcê wan hebû. Êrîşê malên wan dikin, wan dikin konan, hewa cemdiye. Em jin divê vê qebûl nekin. Heta dilopek xwîna me bimîne jî em ê qebûl nekin.”   ‘Heta hevdîtin pêk neyên wê çareserî ne pêkan be’   Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di êrîşan de jin, zarok, kal û pîr û sewal hatine qetiklirin û berteka xwe wiha anî ziman: “Ev êrîşên nêzî salvegera komploya navneteweyî hatin krin û ev ne tesaduf e. Meha sibatê ji bo me mehek reş e. Rêbertî di vê mehê de hat girtin. Em wan lanet dikin. Malbat û parêzer nikarin biçin cem rêbertiyê. Ev 40 sale em têdikoşin. Em jin in, em natirsin, em serbilind in.  Em ji  jiyana Rêbertiyê bi fikarin. Heta ku tecrîd bidome pirsgirêk jî nayê çareserkirin. Heta ku hevdîtin neyên kirin çareserî ne pêkane. Bila Tirkiye vê wisa bizane. Rêbertiyek me heye ew li Îmraliyê ye. Heta Rêbertiya me azad nebe em jî nabin. Bila ev wisa bê zanîn.”   ‘Em dixwazin Rêbertî di nav me de be’   Gulsumê wiha bang li jin û dayikên aştiyê kr: “Em ê ji bo Roja Reş li qadan bin. Em ê bikevin grevê û reş li xwe bikin. Em ê wê rojê lanet bikin. Rêbertî anîn kirin hucreyê.  Em divê têbikoşin. Em azadiya rêbertiya xwe dixwazin. Em girtina şaredar, hevserokên xwe qebûl nakin. Bila berdin. Gel di alî aborî û manewî de zor û zehmetiyê dikşîne. Êdî bes e. Em ê li Amed, li her çar parçeyê Kurdistanê bin.bila jin rabin ser piyan. 15’ê Sibatê 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê li pêş me ye. Em ê heta dawî têbikoşin. Jin jiyan azadî.”   Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan   Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Erbek jî wiha nirxandin kir: “Ez wek dayikek aştiyê, wekhevî û azadiyê dixwazim. Êdî bes e. Gelo ev zext wê heta ku derê bidome. Her ku jin û Gelê Kurd aştiyê dixwazin ew êrîş dikin. Wê ev zext heta kengê bidome. Ez zextên li ser Gelê Kurd şermezar dikim. Lanet dikim. Êdî bes e. Heta Abdullah Ocalan azad nebe Gelê Kurd azad nabe. Bila tu kes nemire.  Em hemû ji heman axê hatine. Rêbertî azad bibûna wê Gelê Kurd jî azad bûna. Ez tecrîdê carek din şermezar dikim.”   ‘Edelet di bin axê de ye’   Emîneyê balkişand ser êrîşên li hember Şengal, Mexmur û Dêrikê û wiha vegot: “Ger polîtîkayên zext û tecrîdê rabin wê êrîşên din jî rabûna. Li girtîgehan zext û îşkence pir zêde bûye. Bila êdî dayik negirîn. Deriyên girtîgehan vekin. Gelo wê dayik heta ku derê bigirîn. Hêviya me ev e ku wekhevî pêk bê. Mixabin li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edelet tune ye. Ka edelet? Em li edeletê digerin. Bi salene em li ber deriyê dewlet û qerekolan li edeletê digerin.  Edelet ketiye bin axê.”   ‘Azadî girêdayê azadiya Rêbertiyê ye’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi êrîşa li hember Mexmur, Şengalê dixwaze pêşiya Gelê Kurd bigire. Çareseriyê naxwazin. Lê wê Gelê Kurd bi ser keve. Dewlet dikeve zorê berê xwe dide êrîşan. Bila deriyên girtîgehan vekin. Ger Rêbertiya me azad bibe wê Gelê Kurd jî azad bibe.  Her roj ji girtîgehan cenaze dertên. Lê kujer û firoşkarên tiryakê tên berdan. Em tenê li mafê xwe digerin. Em tiştekî din naxazin. Lê wê serkeftin ya Gelê Kurd  be.”   ‘Em aştiyê dixwazin’   Şîrîn Zeyrek jî bal kişan ser şert û mercên jiyanê yên zehmet û zilma ku dîtiye bi van gotinan rave kir: “Me gelek zilm dît. Em jiyanek xweş dixwazin. Em vê zilmê heq nakin. Em aştiyê dixwazin, lê ew me wek dijmin dibînin. Li Rojava 121 kes qetil kirin. Gelo çi ji wan mirovan dixwazin. Mirovahî vê heq nake. Ger ku deriyên Îmraliyê vebibin wê çareserî jî pêk bê. Zarokên 10 salî tên kuştin, dewletên din deng dernaxin. Lê dive dengê xwe bilind bikin. Divê alîkarî bê dayîn. Wisa wê çareseriyek pêk bê. Her wiha divê deriyên girtîgehan jî bên vekirin.”