23’yemîn salvegera komployê: Divê her kes bê rû hev 2022-02-08 09:02:28     Dîlan Babat   ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku divê pêşiya komployê, pêvajo û piştî komployê cuda bê nirxandin û wiha got: "Ji ser tecrîdê şantajê li gelê kurd dikin. Her carê tecrîdê giran dikin û peyamekê didin civakê. Lê ji bîr dikin ku sekneke gelê kurd û tevgera siyasî ya kurd li dijî vê peyamê heye."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê di ser de 23 sal derbas bû. Di vê pêvajoyê de tecrîd bê navber dewam kir û bi destê hiqûqê mafên Abdullah Ocalan tên xespkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 1999’an heta niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin hezar û 875 carî serlêdan kirin. 442 jê hatin qebûlkirin û hezar û 433 jî hatin redkirin.  Bi hincetên wekî ‘koster xerabe ye’, ‘hewa ne baş e’, ‘keştî xerabe ye’ hat redkirin.   Parêzeran di 22’yê Mijdara 2021’ê de serî li Dadgeeriya Înfaza Bursayê dan û 6 meh qedexeya hevdîtinê ya di 12’ê cotmehê de hatibû dayin hincet nîşan dan û hat redkirin.  Dadgeriyê serlêdana malbatê jî bi biryara ‘ji serdana malbatê bêpar hiştin’ ya sê mehan di 18’ê Tebaxê de hatibû dayîn, jî red kir.    Ev 10 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û tecrîd di serî de li Îmraliyê û hemû girtîgehan her diçe giran dibe. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîsan Kiliç Koçyîgît der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Pergala Îmraliyê bixwe tecrîd e’   Gulîtsanê da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan girêdayî nêzîkatiya li hember kurdan û pirsgirêka kurd e û desthilatdarî hebûna Abdullah Ocalan li ser kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê wek şûrekî dihejîne. Gulîstanê wiha vegot: “Bi tecrîdê hewl didin civakê manîpule bikin. Em vê baş dizanin. Ji ber vê jî ji 2015’an heta niha tecrîda sîstematîk pêk tê. Îmralî bixwe tecrîd e. Em ji 2015’an heta niha tecrîdê diaxivin. Ev demek dirêj e malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Birêz Ocalan ji mafên xwe nikare fêdeyê bigire. Girtiyên ligel Birêz Ocalan jî nikarin mafên xwe bi kar bînin. Ev binpêkirina maf û rêbaza îşkencê ye. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.”   ‘Bi Îmraliyê şantajê dike’   Gulîstanê her wiha daxuyakirin ku di pergala hiqûqa navneteweyî û Qanûna Cezayê Tirk de nêzîkatiyek wisa tune ye, hiqûqa gerdûnî tecrîd û îşkenceyê red dike û ev tişt bi lêv kir: “Tevî hukmên aşkera hene jî dewlet di tecrîdê de israr dike. Ev jî nêzîkatiya li hember gelê kurd nîşan dide. Dixwazin pirsgirêka kurd ji demê re bihêlin û desthilatdariya xwe bidomîne. AKP pirsgirêka kurd, hestên aştiyê ya civakê bi kar tîne. Hêviya civakê îstîsmar dike û bi her alî bi kar tîne. Di esasê de ji ser tecrîdê şantajê li gelê kurd dike. Her carê tecrîdê giran dike û dixwaze peyamê bide civakê. Lê ji bîr dike ku sekneke gelê kurd û tevgera siyasî ya kurd li dijî vê peyamê heye. Em tecrîdê bi tu awayî qebûl nakin.”   ‘Pêkanînên ku 12’ê îlonê yên gel bezandinin di dewrê de ne’   Gulîstanê her wiha destnîşan kir ku tecrîd tenê bi Îmraliyê sînor namîne û wiha bal kişand ser: “Operasyoneke dagirkirinê ya her hucra civakê heye. Yek ji van cihên ku herî zêde bi binpêkirinan tên rojevê girtîgeh in. Ev rêbaza birêvebirina AKP’ê ye. AKP pêvajoyê bi zanebûn û daxwaz dike. Binpêkirinên li girtîgehan tên jiyîn encama polîtîkaya bi zanebûn tê kirinê ye. Vê çima dike? Ya yekem; Dixwazin civakê bitirsînin. Peyama ‘Hûn têbikoşin, hûn mafê xwe biparêzin, em ê wisa bikin’ didin. Li muxalîfan, kurdan û jinan dikin. Ya duyem jî;Rastiyek AKP’ê ya ku îradeya girtiyan teslîm negirtiye heye. Mirov li girtîgehan têkoşîna xwe didomînin. Ji ber vê pratîkên AKP’ê yên mîna 12’ê îlonê bezandiye.”   ‘Divê bala me li girtîgehan be’   Gulîstanê wiha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane: “AKP hewl dide girtiyên rewşa wan pir giran e beriya jiyana xwe ji dest bidin, du roj berê tehliye bike û xwe ji vê berpirsyariyê xilas dike. Lê heqîqet ne ev e. Girtîgeh niha bûne malên mirinê. Rastiyeke AKP’ê ya hemû mafên wan tune kirine heye. Divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Girtiyên li girtîgehan di vê nokteyê de têkoşînek mezin didin. Hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Lê divê çavê her kesî, bala her kesî li girtîgehan be. Ger ku îro li girtîgehan ev pirsgirêk hebin welat bi tu awayî nikare bê sererastkirin. Dema mirov li demokrasiya welatekî binêrin divê ewil mirov li girtîgehan binêrin. Lê niha em dinêrin ku girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê. Tirkiye bi tevahî veguheriye girtîgehê. Divê em li dijî vê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidin. Hewce bi bertekên mezin hene.”   ‘Divê cuda bên nirxandin’   Gulîstanê bal kişand ser 23’yemîn salvegera komployê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rola hêzên navneteweyî ya di komployê de û wiha nirxand: “Pirsgirêkên navneteweyî yên Ewropayê hene. Ya yekem; pir pragmatîst in. Ji bo berjeweniyên xwe, yên sermayê û navneteweyî didin pêş berjwendiyên gel. Niha em baş dizanin ku mexdûriyeta gelê kurd nabînin. Rola wan a di pêvajoya komployê de, piştî komployê û piştî 2015’an heta niha divê cuda bê nirxandin. Birêz Ocalan dema pêvajoyê dinirxîne dibêje ku Tirkiye bêyî hêzên navneteweyî nikare vê bike û tenê rola gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Tirkiye îro jî rola xwe didomîne.”   ‘Her kes îşkenceyê ji nedîtîve tê’   Gulîstanê diyar kir ku hêzên navneteweyî naxwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin û her carê ji ser pirsgirêka kurd Tirkiye û Rojhilata Navîn terbiye dikin û got: “Ger pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin wê gelek hêzan ne rehet bike. Niha tevî binpêkirinên mafan ên dijmirovahî û tecrîda giran kes deng nake. Dem bi dem daxuyaniyên biçûk tên dayîn. Ev ne tenê ji bo Îmraliyê, me di pêvajoyên Bodrumên Cizîrê û komujiya Roboskê de ev dît. Em di tecrîda niha didome de jî dibînin. Li dijî îşkece û tecrîdê bêdengiyek mezin heye û ji nedîtîve tê.”   ‘Divê her kes bê rû hev’   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Dijhiqûqiya îro li welat tê jiyîn wê sibehê bandorê li hemû herêmê û Ewropayê bike. Zincîra dijihiqûqiyan her tim mezin dibe û divê destûr ji bo vê neyê dayîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê her kes destên xwe bike bin kevir. Pêngava yekem divê CPT, Konseya Ewropa,  Parlamentoya Ewropayê biavêje. Li vî welatî bi mehane ji girtîgehê agahî nayê girtin û dema wisa be mirov nikarin behsa demokrasiyê bikin. Di vî alî de em her kesî dawetî peywirê dikin. Em dawetî hatina rû hev dikin.”