Şahidên komploya 15’ê Sibatê: Serhildan berdewam e 2022-02-02 09:01:50   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên Cizîrê ku şahidiya komploya 15’ê Sibata 1999’an kirine, anîn ziman ku berxwedana Gelê Kurd ji wê rojê heta îro berdewam dike û gotin: “Em ê tu carî wan rojan ji bîr nekin. Êşa dilê me hîn jî berdewam dike û berxwedana ku wê rojê dest pê kiriye jî didome. ”   Di ser anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî ya Tirkiyeyê re 23 sal derbas bûn. Ji roja ku hate girtin û birin Îmraliyê, kurdên li çar aliyê cîhanê bertek nîşanî anîna Abdullah Ocalan dan. Dema ku Gelê Kurd li gelek deveran rabû ser piyan, bêhejmar xwepêşandan hatin kirin. Ji bo bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê yên 23 sal in dewam dike û ji bo azadiya Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşîn didome. Berevajî desthilatdariya ku li bendê ye Gelê kurd gavê paşde biavêjin, kurd hê jî bi çalakî, bi kampanya û hevdîtinên dîplomatîk re bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî komployê zêdetir dikin.   Yek ji wan bajarên ku bêhjmar çalakî lê hatin kirin jî  Şirnex bû. Li Şirnexê jî weke her derê gel li dijî komployê kolan veguherandin qadên berxwedanê. Gel komplo qebûl nekir. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de di encama êrîşên polîsan de bi dehan kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Lê li gel van êrîşan jî gel paşve gav navêt û têkoşîna xwe berdewam dike.    Jinên li Navçeya Cizîr a Şirnexê, bahsa pêvajoya komployê û çalakiyên li dijî komployê ku ji aliyê gel ve hatin lidarxistin kirin.    ‘Ew roja reş nayê jibîrkirin’    Esmer Tûnç a 68 salî a ku dema Abdullah Ocalan bi komproloyeke radestî Tirkiyê hat kirin 45 salî bûye, hêj jî ew roj di bîra wê de ye û bi gotina “ew roja reş tu carî nayê jibîrkirin” dest bi axaftina xwe kir. Esmer, anî ziman ku dema Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyê hatiye kirin li her deverê gel rabûye ser piyan û di her malê de şîn hebûye û wiha berdewam kir: “Beriya ku Serok teslîmî Tirkiyê bê kirin bêdengî hebû. Lê çawa teslîmî Tirkiyê hat kirin, li her deverê serhildananan dest pê kir û gel daket qadan.  Di encama êrîşên ku hatin kirin de ji malbata min 11 kes şehît ketin. Gelek kes hatin qetilkirin û binçavkirin.  Dema Serok hat girtin bi hezaran kesî berê xwe da berxwedanê. Gel li hemberî vê komployê li berxwe da û serî rakir û rabû serhildanê. Wê demê hemûyan digot ‘îro roja reş e’ û me hemûyan kefiyên reş dan serê xwe. Gelek kesî kincên reş li xwe kirin û şîn girêdan.  Şêniyên Cizîrê jî rabûn serhildanê. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr hemû rabûn ser piyan.”   ‘Gel rabû serhildanê’   Esmer, bi lêv kir ku wê demê jin, zarok, ciwan, kal û pîr bêdeng nemane û herikîne qadan û bi van gotinan behsa wê demê dike: “Dema Serok hat girtin li her derê çalakî dest pê kirin. Li vir jî ciwan rabûn serpiyan û dest bi berxwedanê kirin. Me jî kon veda û dest bi greva birçîbûnê kir. Konê me heta ku meha Sibatê xilas bû jî vedayî bû. Dema em di greva birçîbûnê de bûn polîsan bi ser konê me de girtin û bi gaza îsotê êrîş kirin. Bi awayekî tundi êrîş dikirin. Bi panzeran bi ser me de dihatin. Me hemûyan cilên reş li xwe kiribûn û demek dirêj jî me ew kincên rewş ji xwe nekirin. Ji malbata min ev qas kes şehît ketin lê bi qasî ji ber rewşa Serokatî xemgîn bibim nebûm.  Ji bo Serok ez gelek xemgîn bûm. Hemû dewletan îxanet di kesayeta Serokatî de li kurdan kir. Ji ber vê yekê Serok ev 23 sal in di bin tecrîda dagirkeran de ye.”   ‘Ciwanan berxwedan mezin dikir’   Esmer, destnîşan kir ku wê demê li hemû devera Cizîrê gel li ser piyan bûye bi rojan çalakiyan berdewam kiriye û wiha domand: “Me dev ji çalakiya greva birçîbûnê berneda. Em dayik bi hefteyan û bi mehan di grevê de man. Me her carê konên xwe li taxekê vedikir û greva birçîbûnê didomand. Dema ku bi gaza îsotê êrîş dikirin çav çavan nedidît. Wê demê ez li cihekî ketim û serê min gêj bû. Hin kesan min xilas kir. Ji bo Serok me berxwedana xwe domand û tu carî em nesekinîn. Wê demê kurê min Mehmet jî di nava xebatan de bû. Me digot em ê biçin ser goristana şehîdan, lê polîsan di her aliyê de rê girtibûn destûr nedan ku em biçin. Lê gel gav paşve neavêt û li berxwe da. Ciwanan berxwedanek mezin dida. Berxwedana me ji wê rojê heta îro berdewam dike. Em dev ji Serok û doza xwe bernadin. Heta ku em saxbin jî dev jê bernadin. Wê demê dayikan pêşengiya hemû tiştî dikirin. Dema greva birçîbûnê dest pê kir dîsa dayik pêşeng bûn. Em gelek dayik di greva birçîbûnê de bûn. Îro jî hêj ji bo Serok di girtîgehan de grevên birçîbûnê tên kirin.”   Esmer di dawiya axaftina xwe de got ew ê tu carî wê roja reş ji bîr neke û ev tişt got: “Dema 15’ê Sibatê tê birînên dilê me nû dibin û em dibêjin Serokê me wê rojê bi îxanetekê hat teslîmkirin. Em tu carî wê rojê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin Em Serok û axa xwe ji bîr nakin û dev ji wan bernadin.”   ‘Cizîr wê rojê jî di serhildanê de bû’   Nermiye Îverendî ya 50 salî ku wê demê 27 salî bûye, destnîşan kir ku ew wê demê jî di nava xebatên siyasî de cih digirt û wiha pêlda axaftina xwe: “Dema Serok hat teslîmkirin wekî ku dinya li serê me xirap bû. Li her deverê cihanê gelê me rabû ser piyan û dest bi çalakiyan kirin. Li Cizîrê jî gel rabû serhildanê û çalakî li dar xistin. Wê demê gelek kesî ji bo Serokatî bê berdan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û ev çalakî her ku diçû mezin dibû. Lê polîsan wê demê bi ser konê me de girt û êrîşî me kir. Polîsan bi gaza îsotê êrîşê me û konê me kir û xwestin hemû kesî belav bikin. Lê gel çalakiya xwe berdewam kir. Cizîr çawa ku hertim di radibe serhildanê, wê demê jî rabû serhildanê. Ji zarok heta pîran hemû kes rabû ser piyan û hemû kes gelek bi hêrs bû.  Hemû kesî kincên reş li xwe kiribûn û ketibûn şînê.  Kolanên Cizîrê tu carî vala neman.”   ‘Serok vîn û rihê Gelê Kurd e’   Nermiye, da zanîn ku dewletê tişta ku nemaye aniye serê Gelê Kurd û got: “Lê gel ji wê demê heta îro ji bo Serok berxwedana xwe didomîne. Li dijî hemû êrîşên dewletê em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Ji bo ku Serok bê berdan gel li her deverê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Roja Serok hat girtin li her deverê berxwedan hebû. Serok vîn û rihê Gelê Kurd e. Serok çav û guhên gel vekir. Wê rojê bandorek mezin li ser min kir. Tu carî wan rojan ji bîr nakim. Dema Serok hat girtin dilê me diêşiya. Ji malbata me kesek jiyana xwe ji dest bidaya em ev qas xemgîn nedibûn. Xemgîniyek mezin di dilê me de bû. Ev xemgîniya dilê me heta îro jî berdewam dike.”   ‘Berxwedan li her deverê berdewam dike’   Nermiye, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got ku ji wê rojê heta îro li her deverê cihanê li dijî tecrîdê gelê me li ser piyan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji hemû Gelê kurd re ye ku ji bo Serok divê em dakevin qadan û bêdeng nemînin. Piştî Serok hat girtin şûnde hem li derve û hem jî li girtîgehan têkoşîneke dijwar  dest pê kir û hîn jî berdewa dike. Zarokên me îro di girtîgehan de ji bo Serok li berxwe didin. Heta îro ji bo Serok ev çalakiyên grevên birçîbûnê berdewam dikin. Îro jî di girtîgehan de girtî dikevin greva birçîbûnê. Divê em dest bidin desten hev û rabin ser piyan. Em dixwazin ev tecrît bê bidawîkirin û Serok azad bibe. Heta niha gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ger ku Serok bê berdan ev zilma li ser girtîyan û şerê li derve dê bi dawî bibe. Divê hemû kes hêstiyar bin. Em wê roja reş tu carî ji bîr nakin. Piştî Serok hat girtin şûnde jiyan gelek zehmet bû.”