Li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê: Bijî berxwedana zindanan 2022-02-01 14:35:32     AMED - Piştî ku paolîsan daxuyaniya çapemeniyê ya TUHAY-DER'ê ya li dijî mirina bi guman a girtiyan li girtîgehan asteng kir, bi dirûşmeya " Bijî berxwedana zindanan" çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAYDER) xwest ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê daxuyanî bide çapemeniyê. Rêveberên Rexistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Amedê, malbatên girtiyan ên 78 roj in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin beşdarî çalakiyê bûn. Gelek kes civiyan û xestin daxuyaniyê bidin. Polîsan daxuyaniyê asteng kirin.    Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yusuf Çakas bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: "Du roj beriya niha hevalekî me li girtîgehe dîsa jiyana xwe dest da. Ji ber wê me xwest em daxuyaniyê bidin lê nahêlin. Ev astengkirin ne hiqûqî ye. Em ê vê yekê tu carî qebûl nekin.”    Pişt re girseyê bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî astengkirina polîsan da. Girseyê bênavber dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir û di nava dorpêça polîsan de kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist. Pişt re girseyê çalakiya xwe bi dawî kir û ji ber girtîgehê veqetiyan.