Hevseroka MED-DER'ê Şilan Elmas Kan: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2022-02-01 09:05:40   Derya Ren   AMED - Hevseroka MED-DER'ê Şilan Elmas Kan, diyar kir ku dayina dersa bijarte ya kurdî ya li dibistanên navîn têrê nake û wiha got:"Tirkiye dixwaze hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava bike. Kampanyayên em bi salan e li dar dixin tune tên hesibandin. Em dîsa daxwaza xwe dikin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.    Êrişên li dijî zimanê kurdî û li dijî kurdan her roj zêde dibin. Saziyên zimanê kurdî û rêxistinên civaka sîvîl tevî vê yekê dîsa jî dixebitin. Di çarçoveya van xebatana li ser girîngiya zimanê dayikê tê sekinandin û bang tê kirin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.    Ji aliyekî din jî li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo sala 2022-2023'yan a perwerdeyê dema tercîha ji bo dersên bijarte didome. Tê payin dem heta 7'ê Sibatê bi dawî bibe û di nava van dersane de zaravayên Kurdî Kurmancî û Dimilkî jî cih digirin. Her wiha di çapemeniyê de jî hat ragihandin ku kurmancî ji forma dersa bijarte hatiye derxistin.    Têkildarî mijara dersa bijarte û êrişên li ser ziman Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Şilan Elmas Kan nirxandin kir.    'Sîstemê bingeheke qayîm neavêt'   Şîlanê bal kişand ser waneyên zimanê kurdî yên li dibistanan û wiha dest bi axaftinê kir: "Ev dersên hilbijartî ne rojeva îro tenê ye. Ji salên 2012’an ve ev ders rojeva me ne. Ya girîng, ji wê salê heya îsal çi encam hatin bidestxistin em temaşe bikin. Di salên destpêkê de bi hezaran kes serî li dersa kurdî ya hilbijarte dan. Lê belê ev encam negirt. Ji ber ku sîstemê bingehek qayîm di berjwendiya ziman de neavêt. Ji bo pêşxistin û pêşvebirina ziman bernameyek nehat amadekirin, wê kîjan wane bi çi awayî werin dayîn ne diyar bûn. Ev jî bû sedem ku pêşketinek pêk neyê li dijî wê paşketinek mezin rû bide. Ji bo waneya zimanê kurdî di dibistanan de were dayîn gel têkoşînek mezin da. Em dikarin bêjin ku kurd li derdora hev kelepçe bûn. Lê belê binê vê projeya ji bo dersa bijarte ya kurdî vala bû. Tenê xwestin xwe bi kurdan bidin qebûlkirin û çavên me boyax bikin. Em baş dizanin ku ew naxwazin van dersan bidin. Armanca wan jî ne ew bû jixwe."   'Zimanê kurdî dewlemend e'   Şîlanê da zanîn ku zimanê kurdî dewlemend e û wiha pêde çû: "Em bi milyonan kurd li ser vê axê dijîn. Zimanekî me yê dewlemend û çandek me ya ji Tirkiyeyê serbixwe heye. Em jî xwediyê wî mafî ne ku zarokên me bi zimanê xwe bixwînin û mezin bibin. Li Aydinê bi ser wê dersa bijarte ya kurdî re xêz kişandine. Li gelek dibistanan jî li dewsa ku malban an jî zarok waneyên xwe hilbijêre mamoste hildibijêrin. Ji ber van sedaman jî Komeleya Mafê Mirovan û Baroyên Hiqûqê  di vî warî de xebatê didin meşandin û şopdarê pêvajoyê ne."   'Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî'   Şîlanê bi lêv kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û wiha berdewam kir: "Çawa dibe ku zimanê gelekî dibe waneya hilbijarte. Ev nayê qebûlkirin  û em weke komeleya MED-DER’ê jî li dijî vê yekê ne. Pêwîste ziman ê me bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Tu ziman bi perwerdeya 2 saetan re pêş nakeve. Wê di nava 2 saetan de wan fêrî ziman bikin, fêrî çanda wan, berhemên wan weke din çi bikin? Lewra em vê jî diyar bikin, em li pişt biryara gel in. Weke komele daxwaza gelê kurd di çi alî de be em ê piştgiriyê bidin û têbikoşin. Ji derveyî wê jî em dibêjin bila dewlet qala amadekariyên xwe yên perwerdeyê bikin. Bila belgeyên zelal bikin destê me de. Pêwîst e gel jî were agahdarkirin û kesekî bixwaze pêwîst e ji wî mafî neyê mehrûmkirin."   'Di warê xebatan de ji me re bûn asteng'   Şîlanê qala xebatên ku dane meşandin kir û got: "Me kampanyayên îmzayan dan destpêkirin. Li Êlihê me xwest em standa îmzayê jî vekin. Lewra destûr nehat dayîn. Di warê xebatan de ji me re bûn asteng. Me yê mîtîng û şahî li dar xistiban. Cardin ji bo me bûn asteng. Me ji raya giştî re jî parve kir ku di vê mijarê de ji hemû xebatên me re dibin asteng. Ev jî helwesta wan eşkere dike. Cihê nakokiyê ye. Konserên hunermendên kurdan hatin qedexekirin. Tenê ji ber ku kurdî dibêjin. Dixwazin şeklekî nû ji kurdan re çêbikin. Lê belê pêwîst e rêbazên nû polîtîkayên xwe bi xwe biafirînin."