Hevseroka HDP’ê Gulîstan Atasoy: Li dijî daristana Bahçelî helwesta me zelal e 2022-02-01 09:03:30   Şîrîn Çinar   AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy der barê daristana li ser navê Devlet Bahçelî ya li Kirklar Dagi tê xwestin bê çêkirin de axivî û da zanîn ku bi vê daristanê dixwazin şopa dîrokî tune bikin.   Li Kirklar Dagi ya navçeya Sûr a Amedê tê xwestin ku li ser navê serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daristanek bê çêkirin. Ji aliyê  Walî Munîr Karaoglu ku wek qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, tê xwestin daristan bê avakirin û ji bo vê 210 donim erd hat tahsîskirin. Her wiha ji ber navê Devlet Bahçelî jî ji aliyê Amedî û saziyên civaka sivîl bertek hat nîşandan.   Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy der barê daristana ku li Kirklar Dagi tê xwestin li ser navê Devlet Bahçelî ve bê çêkirin de nirxandin kir û got gel li dijî vê ye.   ‘Kirklar Dagi cihekî girînge’   Gulîstanê balkişand ser girîngiya Kirklar Dagi ya li herêmê û da zanîn ku bi daristana ku tê xwestin bê çêkirin, êrîşê dîrokê dikin û wiha dirêjî dayê: “Polîtîkayên şerê taybet ya li Amed û Kurdistanê li dijî qada civakî û çandî pêk tê divê di çarçoveya siyasî de bê nirxandin. Di vê nokteyê de dema em behsa nasname, çand û dîroka Amedê bikin divê em behsa Kirklar Dagi bikin. Cihê ku Kirklar Dagi lê ye, wêneyê dîrok û nasnama Amedê ye. Ji ber vê jî yek ji cihên herî girîng a Amedê ye.”   ‘Divê hewldanên aborî û rantê bên redkirin’   Gulîstanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji aliyê Walî Munîr Karaoglu ve 210 donim erd hatiye xespkirin û ev di heman demê de tunekirina dîrok û hiş jî armanc dike.  Gulîstanê bertekên xwe wiha domand: “Hewldanên rant û aboriyê yên li hember wek qadên dîrokî yên wek Kirklar Dagi divê bên redkirin. Daristana tê xwestin li ser navê Devlet Bahçelî bê avakirin ji polîtîkayên şerê taybet serbixwe nîne. Wek tê zanîn ku berê jî dihat gotin wê qadek dar lê bê çandin û bibe Daristana Fehît. Çawa ku bi danîna navê Fetîh polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandin, bi vê jî heman tişt tê kirin.”   ‘Pêkanînên ku hêrsa gel zêde dike tên kirin’   Gulîstanê diyar kir ku ji bo navê Devlet Bahçelî 210 donim erd tahsîskirin jî ferasteke fetîhçiye û wiha berdewam kir: “Li dijî van politîkayan divê rêxistinbûn bê pêşxistin. Li cihekî wisa dîrokî danîna navê Devlet Bahçelî li aliyekî, li avahiyekê dayîna vî navî ji aliyê gelê Amedê ve nayê xwestin. Devlet Bahçelî jî vê baş dizane. AKP-MHP vê baş dizane. Tevî van  bi israr dixwazin navê Devlet Bahçelî deynin. Ev pêkanîn hêrsa gel zêde dike.Ev êrîşeke li hember nirxên civakî ye.”   ‘Em zelal û bi biryarin’   Gulîstanê dawiya axaftina xwe de got ku siyaseta ku Devlet Bahçelî dimeşîne, siyaseteke ku li hember Gelê Kurd û Amedê rêzdarî nayê nîşandanê ye û wiha dawî lê anî: “Ev du deme bi destê qeyûmên tên tayînkirin hewl tê dayîn ku dîroka bajar bê tunekirin. Di vî alî de berteka gel a cidî heye. Ji ber vê jî ev navê ku tê fikirîn dibe ku di walî û qeyûman de bimîne lê wê nebe navê ku li Kirklar Dagi tê danîn. Di vê mijarê de em zelal û bi biryar in. Helwesta me pir zelale. Em wek HDP destur nadin hewldanên wisa. Em ê rêxistinbûna xwe bidomînin.”