‘Ji Mêrdînê heta Mersînê çûm lê nehiştin ez keça xwe hembêz bikim’ 2022-01-28 09:03:40     Sema Çaglak   MÊRDÎN - Dayika Nurcan Aslan ya li Girtîgeha Jinan a Tersusê dimîne Muzeyyen Aslan diyar kir ku ew ji bo keça xwe hembêz bike ji Mêrdînê heta Mêrsînê çûye lê nehiştine ku ew keça xwe hembêz bike.     Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de di pêvajoya qedexeya derketina derve de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û îşkenceya giran li wan hatibû kirin. Nurcan Aslan jî wê demê di nav wan kesên ku hatibûn binçavkirin de bû. Nûrcan a ku piştre hat girtin wê demê hîna 15 salî bû û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nurcanê niha li Girtîgeha Jinan a Tersûsa Mêrsînê tê girtin.   Dayika Nûrcanê Muzeyyen Aslan derbarê rewşa keça xwe, şert û mercên xirab ên li girtîgehan de ji ajansa me re axivî.   Muzeyyenê got ku zext û zordestiya li ser girtiyan her diçe zêdetir dibe, ew dema vê carê çûne hevdîtinê bûne şahidê ku çawa li dayikên girtiyan lêgerîna hurgilî tê ferzkirin. Muzeyenê di berdewamiyê de wiha got, " Ez jî çûm ji bo ku keça xwe bibinim, mase xistin navbera me û nehiştin ku em nêzî hev bibin. Tu dayik nêzikatiyek wisa qebûl nake, ez jî qebûl nakim. Ez ji Mêrdînê heta Mersînê çûm lê nehiştin ku ez keça xwe hembêz bikim. Ev çi zilm û dijminatiye ku li me dikin. Hevdîtina ku me kir ne wekî ya vekirî wekî ya girtî bû. Bi çavên girtiyan û xizmên wan li me nanêrin. Ji me û girtiyên me re dixwazin bibêjin ku hûn ne hêja ne û wê zext û zilmê li me dikin.  Tu mafên wan ê nêzkatiyeke bi vî rengî ku li heberî me bikin tune ye.”   ‘Di çavên wê de pirsgirêk hene’   Muzeyyenê anî ziman ku bi hinceta pandemiyê li hemberî girtiyan cûrbecûr zext û binpêkirinên mafan pêk tînin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Heke pandemî hebe wê demê bila nebêjin hevdîtina vekirî heye. Çi heqê wan heye ku dile me hin zêdetir diêşînin. Bi sedan girtiyên me yên nexweş hene ku nayên dermankirin. Ez dixwazim bila ew girtî werin dermankirin. Her wiha yên ku wexta tehlîyekirina wan hatiye bila bên tehlîyekirin. Em bi tirsa ku dibe zarokên me zerarê bibînin dijîn. Keça min jî girtiyek nexweş e. Ji çavên xwe pirsgirêkan dijîi."   ‘Piştî îkenceya lê kirin cezayê pere lê birîn’   Muzeyyenê diyar kir ku di sala 2017 an de keça wê ji Mêrdînê sirgûnî Hatayê kirine ji wê jî şandine Mersînê û di dema sirgûnkirinê de jî îşkece lê kirine. Muzeyeynê di berdewamiyê de ev tişt got, " Keça mine ji me re bi telefonê ragihand ku wê demê îşkence li wan hatiye kirin.  Ew bi petekên kalorîferan ve girê dane û li wan îşkence kirine. Herwiha keça min ragihand ku bişev û rojê li wan xistine. Em bi vê agahiya keça min gelek xemgîn bibûn.  Ji ber van şert û mercan em ji rewşa girtiyên xwe bi fikar in.  Piştî vê bûyerê doz li keça min hate vekirin û 1.800 TL bi hinceta zirar daye alavan ceza lê hat birîn.  Rewşa me ya aborî destûr nade ku em vî pereyî bidin. Em vê rewşê qebûl nakin.  Doza ku li keça min û hevlên wê hatiye vekirin hê jî berdewam e."   ‘Hemû daxwaznameyên me bêbersîv dimînin’   Muzeyenê got ku dema ew dibêje keça min, hemû girtiyên sîyasî wekî keç û lawên xwe dibîne û wiha berdewam kir," Bes êdî ji vê zilm û binpêkirinê re. Ez naxwazim êdî girtî di bin vê zilmê de bIN û malbat ji rewşa zarokên xwe bi fikar bin.  Em hertim ji bo zarokên xwe bibînin li ser rêyan e. Bi hezaran malbatên wekî me hene. Em xizmên girtiyan ji girtiyên xwe dûr in. Her derfeta malbatê ji bo rê nîne. Me gelek caran daxwazname şand ku keça me bînin nêzî me. Lê hemû daxwaznameyên me bê bersîv man.”   ‘Bila tecrîd bê rakirin’   Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê jî û diyar kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û divê ew tecrîda ku her diçê tê kûrkirin bê rakirin. Muzeyyenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji Abdullah Ocalan bi mehan e tu agahî nîne. Ev çi hiqûq û edalet e. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafekê hemû girtiyan e. Ez dixwazim bila ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan û li ser hemû girtiyên sîyasî bê rakirin. Her wiha bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û li ser rewşa wan bê sekinandin ku hê dereng nemane.”