'Em li dijî îxanet û parçebûnê banga yekîtiyê dikin' 2022-01-28 09:02:40     Medya Uren   NAVEDA NUÇEYAN - Endama TAJÊ Meyan Nasir têkildarî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Hukumeta Iraqê û PDK'ê yên li Şengalê da zanîn ew li dijî îxanet û parçebûnê banga yekîtiyê dikin û got: "PDK'ê li djî destkeftiyên civaka Êzidî bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Pêwîst e civaka Êzidî, bikaribe rêxistina xwe mezintir bike û carek din nekeve xefikên îxanetkaran. Me Êzîdxanê parast û ji îro şûnde jî em ê biparêzin."   Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Hukumeta Iraqê û PDK'ê yên li ser Şengalê berdewam dikin. Di encama van êrişan de gelek niştecihên Şengalê û şervanên parastina Şengalê hatin qetilkirin. Di 21'ê Çileyê de, di encama êrişa balafirên dewleta tirk de 2 şervanên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Di dema merasîma pakrewanan de jî hêzên Iraqê xwestin mudaxale bikin û derdora malbatê girtibûn. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Nasir têkildarî êrişan nirxandinên xwe parve kir.   'Em deyndarê wan in û em ê li ser şopa wan bin'   Meyanê di serî de pakrewanên ku di ber axa Êzîdxanê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û wiha pê de çû: "Ji fermana 74'emîn a ku bi ser civaka Êzidî de hatiye ve ciwanên me çeperên berxwedanê neterikandin û li berxwe didin. Wan bi hezaran can û axa me azad kirin. Ev têkoşîna wan a pîroz heta roja îro jî bê navber dewam dike. Ango di ber azadiyê de wan canê xwe feda kirin. Beriya niha jî 2 şoreşvanên me şehîd ketin. Em deyndarê wan in û em ê li ser şopa wan bin."   'Ew di îxanetê de bi israr in'   Meyanê bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dijminên kurdan re û wiha got: "Îro destên PDK'ê di nav xwîna xwişk û birayên wê de ye. Em vê îxaneta wan ji fermana 74'emîn dizanin. Wan Şengal firot. Bûn sedema komkujiyeke mezin. Jin, zarok bi awayekî hov hatin qetilkirin û revandin û hîna aqûbeta gelekan ne diyar e. PDK a ku hesabê vê îxanetê nedaye tê ji me hesab dipirse. Her ku em dibêjin em bi hev re di nav yekîtiyê de bin ew di îxanetê de bi israr in."   'Em di nav tecrîdê de ne'   Meyanê bi lêv kir ku ev îxaneta PDK'ê berdewam e û wiha axivî: "Ferman pêk hat, lê civaka Êzîdî xwe bi rêxistin kir û planên wan vala derxist. Me bi têkoşîna xwe projeyên dewleta tirk vala derxist. Ji bo rêxistinê tafsiye bikin û Şengalê vala bikin hemû rêbazan diceribînin. PDK ji aliyekî ve û Tirkiye jî bi êrişên hewayî re bi ser me de tên. Em di nava tecrîdê de ne. Em ne dikarin bi awayekî serbest ji vir derbikevin ne jî bikevin hundir. Maşîneyên me didin rawestandin, me ji lêpirsînê derbas dikin. Lewra di ber vê lêgerînên asê de jî çeteyên DAIŞ'ê dikarin bikevin nava Şengalê û êrişan pêk bînin. Ev çi nakokî ye? Diyar e ku ew rê didin wan. DAIŞ li ser xwesteka Tirkiyeyê li Şengalê dubare ketiye meriyetê. Ev êriş jî vê yekê eşkere dike."   Banga xurtkirina yekîtiyê   Meyanê da zanîn ku ew li dijî îxanet û parçebûnê banga yekîtiyê dikin û wiha bi dawî kir: "Li dijî îxanet û êrişan em xweseriya civaka Êzidî ava dikin û em vê yekê heq dikin. Ew deyndarên Şengalê ne. Lê belê ji her alî ve êrişî destkeftiyên me dikin. Ferqa wan û DAIŞ'ê ji hev tune ye. Çeteyên xwe xistine nav me. Em car din li dijî îxanetê û parçebûnê banga yekîtiyê dikin. Pêwîst e em ji êrişên li ser Kurdistanê re bêjin bes e. Bi taybetî jî pêwîst e civaka Êzidî rêxistina we mezin bike û êdî nekeve xefika îxanetkaran. Ji derveyî me, kes nikare me biparêze. Ji fermanê şûnde pêwîst e me ev yek baş fêm kiribe. Pêwîst e em wan rojan û îro baş fam bikin, binirxînin û bikevin nava parastinê."