Malbatên girtiyan ên li Şirnexê: Divê çav û guhê me li girtîgehan be 2022-01-27 09:01:18     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Malbatên girtiyan ên li Şirnexê tirs û fikarên xwe ya derbarê girtiyan de anîn ziman û gotin: "Girtî di nav şert û mercên heyî de bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Divê çav û guhê me li girtîgehan be. Pêwiste em bibin dengê girtiyan.”   Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bondorê li tevahiya girtîgehan dike. Bi taybetî di demên dawiyê de girtîgeh bi binpêkirina mafan tê rojevê. Malbatên girtiyan ji rewşa heyî di nav tirs û fikaran de ne. Malbat ji bo bibin dengê girtiyan û bal bikişinin ser binpêkirina mafên girtiyan li Amed û Wanê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Malbatên girtiyan ên li Şirnexê ji ajansa me re behsa rewşa girtiyên xwe kirin û banga hestiyariyê kirin.    Girtiya nexweş Tenzîle Acar   Girtiya nexweş Tenzîle Acar (23) a ku di 2017'an de li Stenbolê hat girtin ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Li girtîgehê teşhîsa Hepatît B lê hat danîn û Tenzîle ya ku ji gewriya wê xwîn jê tê û rakirin nexweşxaneyê. Piştî lêkolînê derket holê ku Tenzîle bi nexweşiya weremê ketiye. Dayika wê Rasmiye Acar, derbarê keça xwe de wiha axivî: "Keça min nexweşe û nexweşiya wê her ku diçe giran dibe û ji bo tedawiyê nabin nexweşxaneyê. Divê keça min bê tedawî kirin. Keça min carekê birin nexweşxaneyê lê piştre du mehan di hûcreya yek kesî de ma."   'Li girtîgehan zilmek mezin heye'   Rasmiye, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan: "Li girtîgehan zilmeke mezin heye. Bi ser qawişan de digirin û lêgerînê dikin. Cil û berg, betanî, rojname û nameyên zarokên me nadin wan. Her roj ji hêla rêveberên girtîgehê ve tên tehdîtkirin. Her wiha keça min nexweş e û ez ji rewşa wê pir bi fikar im. Carna xwîn ji qirika wê tê. Piştî ku keça min hat girtin ev nexweşî jê peyda bû."   'Ji mirinan hikûmet berpirs e'    Rasmiye, ji ber şewba koronayê 3 sal in neçûye hevdîtinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî destpêkirina pêvajoya asayîbûna hevdîtinên vekirî hat destpêkirin. Keçek min li Stenbolê ye û çû hevdîtina Tenzîleyê. Piştî hevdîtinê rayedarên girtîgehê, mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê li Tenzîleyê birîn. Her wiha 10 roj cezayê hicreyê lê birîn. Her roj fikarên me mezin dibin. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin. Ji mirina zarokên me hikûmet berpirs e. Hikûmet dixwaze ku kurdan tune bike. Divê malbatên girtiyan dengê xwe bilind bike û xwedî li girtiyan derbikevin."   Kadîr Gungen 22 sal cez lê hatiye birîn    Fatma Gungen a ku hevjînê wê Kadîr Gungen 7 sal in girtî ye û 22 sal ceza lê hatiye birîn, di Girtîgeha Rîzeyê de ye. Fatma, diyar kir ku hevjînê wê di 15 saliya xwe de nexweşiya sarayê ketiye û wiha bi lêv kir: "Di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de mala me hat wêrankirin. Em neçar man ku ji mala xwe derkevin. Ji ber ku hevjînê min nexweşê sarayê bû her tim derman bikardianî. Her wiha çavê wî jî êdî baş nedît. Hevjînê min di sala 2015’an de ligel ewqas nexweşiyên xwe hat girtin. Lê niha ji ber şert û mercên girtîgehê bêtir rewşa wî xirab bûye."   ‘Demildest girtiyên nexweş berdin’   Fatma, diyar kir ku rewşa girtiyan nebaş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kadîr niha li Girtîgeha Rîzeyê ye û girtîgeh ji me re gelekî dûr e. Em nikarin tim biçin hevdîtinê. Em tenê bi rêya telefonê hevdîtinê dikin. Di hevdîtina bi telefonê de Kadîr behsa rewşa xwe ya girtîgehê dike. Herî dawiyê dest danîne ser radyoya wan. Her wiha ji bo tedawiya wî jî carek tenê birine rexweşxaneyê. Heke derman bi rêkûpêk neyê dayîn dê rewşa wî bêtir xirab bibe. Gelo di bin zilmek ew qas de dê çawa bên tedawîkirin."^   'Em naxwazin kezaba dayikan bişewite'   Fatma jî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tenê daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin. Kadîr nikare bi tena serê xwe bijî û hevalên wî alîkar dibin. Herî dawiyê li girtîgehan 7 cenaze derketin û ev tişt tirs û fikarên me yên li hemberî girtîgehan zêdetir dike. Hikûmet li hemberî pêkutiyan çav û guhê xwe girtiye û girtiyan bi mirinê re rûbirû hîştiye. Em naxwazin kezeba dayikan bişewite. Ger tiştek bê serê girtiyan berpirs hikûmet bi xwe ye.   Hasan Akman di 17 saliya xwe de hat girtin   Hasan Akman di sala 2015’an de dema 17 salî bû hat girtin, 7 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Dayika wî Ferîde Akman jî wekî dayikên din bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Li hemberî zarokên me zilmek mezin heye. Zarokên me di hûcreyên yek kesî de tên girtin û îşkencê bi wan dikin. Di ser qawişên wan de digirin û lêgerînê dikin. Ez beriya hefteyekê çûm hevdîtinê û min dît ku kurê min gelek kîlo daye. Ji ber zilma girtîgehê ev qas kîlo daye. Kurê min zarok bû û cezayek giran lê hat birîn. Îşkencê li zarokên me dikin, dikujin û piştre jî dibêjin wan bi xwe dawî li jiyana xwe aniye. Em dixwazin dayik bigihîjin zarokên xwe.”   ‘Sirgunkirin, êriş û tehdît...'    Xwîşka Hasan Akman, Cahîde Akman, diyar kir ku Hasan sirgûnê li gelek girtîgehan hatiye kirin û wiha domand: “Birayê min sirgunê girtîgeha Mîdyat, Gumuşhane, Patnos û Wanê kirin. Pişt re jî ew şandin Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê. Birayê min û hevalên wî dema hatin binçavkirin li emniyetê îşkenceyek mezin dîtin. Di girtîgeha Wanê de nêzî sê salan ma û li vir bi zilmek mezin re rûbirû ma. Dema li Wanê gardiyan bi ser koxuşan de girtiye û êrişê li wan kiriye. Her wiha di nav êrişkaran de her dû midûrên girtîgehê jî hebûne. Girtî bi kuştinê hatine tehdîtkirin. Piştî êrişan hemûyan kirine koxuşekî. Di koxuşa 15 kesî de nexweşên bi koronayê ketî û yên birîndar hebûn. Li vir jî êrişê li wan dikin. Piştî demekî wan girtiyan sirgûnê girtîgehên cuda dikin. Birayê min jî sirgunê Girtîgeha Kurkçulerê kirin. Di dema sirgunê de jî bi lêgerîna tazî re rûbirî dimîne. Du meh beriya niha sirgun pêk hat û lê di hêla fizîkî de gelek rewşa wan ne baş e."    ‘Divê em bibin dengê girtiyan’   Cahide, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û hikûmet bila dengê girtiyan bibihîze. Girtî nikarin bi zimanê dayikê parastina xwe bikin. Pere û pirtûkên ku em dişînin zûtir nadin girtiyan. Lê ji ber ku li hemberî zilmê serî natewînin bi îşkenceyê re rûbirû dibînin. Ne bi tenê malbat, divê gel û parlamenter jî tiştek bikin. Divê demildest gavên pêwîst bên avêtin. Divê çav û guhê me li girtîgehan be. Em bibin dengê girtiyan.”