'Jin destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin' 2022-01-26 09:06:35     Bêrîvan Nalîn   KOBANÊ - Jinên siyasetmedar ên behsa destkeftiyên xwe yên piştî şoreşê kirin pêvajoya berxwedanê wekî şerê hebûn û tunebûnê pênase kirin û wiha gotin:"Şervanên YPJ/YPG'ê li dijî terora çeteyên DAIŞ'ê ya girêdayî dewleta tirk şerekî bêhempa kirin. Êrişên niha yên dewleta tirk ên li ser Kobanê jî dewamiya êrişên DAÎŞ'ê yên 2014'an e. Jin li dijî van êrişana li berxwe didin û destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin."   8 sal ji ser rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê derbas bûn. Niha jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser bajêr didomin. Têkildarî rizgarkirina Kobanê û êrişên Tirkiyeyê ji Rêveberiya Buroya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Sara Xelîl û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatma Osman ji JINNEWS'ê re axivîn.    'Xwestin Kobanê dagir bikin'   Sara Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa pergala Rejîma BAAS'ê ya li Kobanê kir û wiha bi lêv kir: "Beriya şoreşa gelan şoreşa 19'ê Tîrmehê pergala Rejîma BAAS'ê li vir desthilatdar bû, piştî ku rejîm ji Kobanê hat derxistin êdî gel saziyên xwe ava kirin û jiyaneke hevpar di nava hemû pêkhateyên herêmê de dihat pêkanîn. Li vir me bi xwe pergala xwe dida meşandin. Dewleta tirk û hevkarên wê li beramberî van avakirinan li hemberî jiyana wekhev a gelan, bêtehemuliya xwe nîşan da. Ji bo wê şerekî giran bi ser kantona Kobanê de hat, ji sê milan ve Kobanê hat dorpêçkirin. Yekemîn dijminê kurdan dewleta tirk e, pergala AKP-MHP'ê xwe li ser xwîna kurdan dide jiyîn. Em dikarin bibêjin di pilanên wan de hene ku gelê kurd di qirkirinê re derbas bikin. Yek ji wan şerê Kobanê bû, bi vî şerî xwestin ku gelê Kobanê di qirkirin û komkujiyan re derbas bikin. Jixwe di 25'ê Hezîrana 2015'an de ew jî yek ji pilanên dewleta tirk bû, gel di komkujiyeke tarî re derbas kirin. Ji bilî van kiryar û êrîşan gelek malên kurdan şewitandin, hewl dan ku kurdan di milê ziman, çand, hebûn û dîrokê de asîmîle bikin. Wek niha li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin, ev berdewamiya şerê 2014'an e."   'Kenê li ser rûyê şervanan hişt ku Kobanê bi ser bikeve'   Sarayê da zanîn ku beriya şer herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava dorpêçê de bûn û wiha pê de çû: "Di dawiya Îlona 2014'an de şerekî dijwar bi ser bajarê Kobanê de hat. Gel ji ber şer û bi darê zorê ji malên xwe derketin û berê xwe dan navenda bajêr. Di bajêr de çeteyan bi çekên giran êriş dikirin û şervanan jî bi keleşê bersiv didan wan. Beşeke mezin ji şêniyên Kobanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, beşek jî li rex şervanan û li ser sînor jiyana xwe dom kirin. Her çiqas jiyana zor be jî dîsa jî gel li berxwe dida. Wan didît ku çawa zarokên wan bi keleşê li dijî çeteyan şer dikin. Wan jî moral û vîn ji zarokên xwe girtin. Li Pirsûsê sînorê di navbera Bakurê Kurdistan û Kobanê de gel piştgirî da şervanan. Ew gelê ku xwe kir mertal ji bo ku moral bide şervanan heta kêliya dawî ya rizgarkirinê bûbû mertal. Mirov bi xwe dikare bibêje ku gel bi yek armancê bi yek vînê li ber xwe da. Kesî bawer nedikir ku wê Kobanê azad bibe û dijmin bi bin bikeve. Ew bawerî û vîna ku bi şervanan re hebû, kenê li ser rûyê wan hişt ku Kobanê neyê dagirkirin."   'Bawerî û hêviyê hişt hêza DAIŞ'ê tune bibe'   Sarayê da diyarkirin ku dewleta tirk bi zanebûn gel derbasî milê xwe kir û wiha dom kir: "Beriya şerê Kobanê tu kes nikaribû sînor derbas bike, heta çûkekê nedikaribû ji ber sînor re derbas bibe, lê çawa şer li Kobanê dest pê kir yekser dewleta tirk sînor ji gel re vekir. Armanca dewleta tirk ew bû ku gel derbas bike da ku Kobanê vala bihêle û şerê şervanan bike. Ji bo ji cîhanê re bibêje ez şerê leşkeran dikim ne yê malbatan. Lê em hejmarek ji şêniyan li rex şervanan man. Ez, keça xwe û hevjînê xwe heta dawiyê bi şervanan re man. Min soz dabû ku ez dest ji vê axê bernedim, ji ber ku min her soza xwe li ber darbesta şehîdan dubare dikir ku ez ê tu carî îxanetê bi şehîdan nekim. Hîna jî ez li ser wê sozê me ku ez ê hîna xwedî li wan sozan derkevim. Rast e belkî min çek ranehiştê lê min wek dayikekê ji şervanan re xwarin amade kir. Ne tenê ez, gelek jin hebûn, her jinek ango dayikek bi erkekê radibûn. Me moral ji tîlîliyên şervanan digirtin. Şervanan soz dabûn hevdu ku heta Kobanê rizgar nebe wê tu kes dev ji vê axê bernede û bi rastî jî wiha bû."   'Gel xwedî li axa xwe derket'   Sarayê bi hin bibîranên li Kobanê dawî li axaftina xwe anî û got: "Gelê ku li ser sînor dijiyan, di nava sar û seqemê de bi israr li berxwe didan, hin malbatan di erebeyên xwe de, di bin axê de ew rojên xwe derbas dikirin. Gelek zarok li ser sînor hatin dinyayê û navê wan bûn Kobanê, Rojava, Berxwedan, Hêvî, Têkoşîn û hwd. Ev bi xwe nîşaneya li beramberî dagirkeriyê bû. Paşê şer gihîşt ber deriyê sînor û êdî kesî bawer nedikir ku Kobanê dê cardin bizîvire, lê her dem şervanan digotin wê Kobanê vegere. Bi rastî jî wiha bû, coş û moralên şervanan hişt ku Kobanê rizgar bibe. Min bi hevjînê xwe re got ez ji Kobanê dernakevim wî jî ew soz dabû min, keça min jî bi min re dixebitî. Êdî şer giran bû em mecbûr man ku dest ji wan cihan berdin û derbasî aliyê mizgeftê bibin, li wir me xwarin çêdikir û cilên şervanan dişuştin. Gelek bibîranînên min û hevalên min li vir hene, çawa me bi şev mil dida milê hevdu, me behsa şer dikir, çi top, tanq, obîs, balafir li ser Kobanê dihatin me bi çavên xwe didîtin. Hin bibîranên min û hevjînê min hene, dema ku min xwarin amade dikir carekê hevjînê min hat û got ez ê vê carê firaxan bişom. Min û hevjînê xwe me soz dabû hevdu ku em ê li ser vê axê bimînin."   'Şervanan nehiştin ku ew plan bi ser bikeve'   Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatma Osman da zanîn ku destkeftiyên jinê mirov dikare bi Şoreşa Rojava re bigire dest û wiha bi lêv kir: "Di sala 2014'an de komên çeteyên DAIŞ'ê yê girêdayî dewleta tirk êrîşî Kobanê kirin. Bi van êrîşan re gelek jin, zarok, ciwan, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan. Gelê herêmê bi darê zorê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin û şewitandin. Armanc guhertineke demografîk bû, wek ku niha çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin dihat xwestin li Kobanê jî bê kirin lê şervanan nehiştin ku ew plan bi ser bikeve. Gelê kurd biryar da ku li beramberî hemû hovîtiya çeteyan bisekine û berxwedanê bide meşandin. Ji bo wê jî gelek kes di nava navenda bajar de man. Şerê Kobanê bi pêşengtiya jinan hat kirin, di Kobanê de jinan berxwedaneke bêhempa dan meşandin. Dema ku şervanên YPJ'ê dest bi tîlîliyan dikirin wê demê çete tirsiyan, wan bi xwe digot em ji tu tiştî natirsin, tenê ji wan tîlîliyan bitirsin. Ew bi xwe serkeftinek li beramberî hovîtiya dewleta tirk bû. Di wir de jinê xwe da nasîn ku jin jî dikare di hemû qadên jiyanê de cih bigire û roleke mezin bilîzin."   'Rojane em destkeftiyan bi dest dixin'   Fatmayê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bilî Şoreşa Rojava di tu şoreşan de pergala hevserokatiyê tunebû û wiha axivî: "Beriya Şoreşa Rojava jî jinan xebat didan meşandin lê zextên dewletê nedihişt ku jin wan destkeftiyên xwe biparêzin û mayînde bikin. Dema ku jin dixebite ew bi xwe destkeftiyek e, ji ber beriya şoreşê jin tenê di asta xwedîkirina zarok û çêkirina xwerinê de mabû. Lê dema ku jinan berê xwe dan nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, paşê saziyên jinê hatin avakirin. Ew gava yekemîn bû jin jî bibe xwedî biryar. Gava ku şoreşê dest pê kir wê demê jinê serî li beramberî hemû cureyên desthiladariyê rakir. Dengê xwe bilind kir, ji ber jin di malê de ango di nava çar dîwarên tarî de êdî hema bêje mabû ku biteqe. Bi şoreşê re jî jinan hemû kîna xwe li beramberî pergalê derxistin. Ji qada perwerdeyê bigire heta qadên siyasî û leşkerî, di 13'ê Nîsanê de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hat avakirin û jinan di milê leşkerî de xwe bi rêxistin kirin."   'Di hemû qadan de jin pêşeng e'   Fatmayê da zanîn ku bi kedek bêhempa sazî hatin avakirin û wiha pê de çû: "Beriya şerê Kobanê sazî hatin avakirin, Yekîtiya Star di 2005'an de hatibû avakirin, paşê Mala Jinê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiyê, beşê jinê yên di nava saziyên giştî de. Li vir jinan dan diyarkirin ku ji pêşketinê re amede ne. Her wiha berxwedana YPJ'ê di hemû hemleyan de deng veda û gihîşt asta cîhanî, gelek şande derbasî herêmê bûn, ji bo li welatên xwe wek tecrube di nava rêxistinên xwe de bidin meşandin ev berxwedan ji xwe re wek nimûne girtin. Derbasbûna jinên biyanî ya li Rojava, avakirina gundê jinan JÎNWAR bi xwe destkeftî ne. Jinan xwe bi xwe gundek bi destên xwe ava kirin, di heman demê de jinan bi keda destên xwe gelek tişt afirandine û ji tevahiya cîhanê re bûye mînak. Li kêleka wê jinên ereb ku tu kesî bawer ne dikir ji malê derkevin guherîn û pêş ketin. Bi taybet jî jinên li herêmên ku nû hatibûn rizgarkirin wek Minbic, Reqqa, Tebqa, Sirîn û Dêre Zorê. Ev cih cihên herî zêde lê desthiladariya mêr li ser jinan dihatin meşandin e. Bi van xebatan re hişmendiya herdu zayendan hatin guhertin."   'Divê em bingeha dîroka xwe binivîsînin'   Fatmayê diyar kir ku dîrok di roja me de veşartiye ne ji valatiyê hatiye û wiha bi dawî kir: "Bi van destkeftiyan em dikarin hîn zêdetir xebatên xwe pêş bixin, em ne tenê di milê saziyan de bigirin dest, jinan bi van destkeftiyan perwerdeyên mêran jî vekirin, dema ku mêr bê perwerdekirin wê demê mirov dikare bibêje ku gaveke girîng e ku mêr li Kobanê bê perwerdekirin. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ku hin guhertin di milê hişmendiya civaka Kobanê de hatiye kirin. Dema ku vîn û hêz hebe wê demê tu kes nikare astengiyan li pêşiya jinan derxînin, ji bo wê jinên ji pêkhateyên cuda wan jî bi jina kurd re destkeftiyên xwe yê şoreşê parastin. Jin ne tenê ji xwe têdikoşin ji bo mêr jî têkoşînê didin meşandin da ku nêrînên wekhev derkevin pêş. Dema ku herdu zayend bi hevdu re xebatek dan meşandin wê demê em dikarin bibêjin wê serkeftin pêk were. Ji bo vê jî dewleta tirk herî zêde êrîşî ser destkeftiyên jinan dike, mînaka herî berbiçav komkujiya gundê Helincê bû ku sê jinên pêşeng hatin hedefgirtin."