'Dirûşm, tevlibûna cenaze û daxuyanî bûn hinceta girtinê' 2022-01-26 09:03:29     ENQERE - Parêzerê girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel, Abdulbakî Çelebî, da zanîn ku hincetên girtina Muhlîseyê tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê, di tevlibûna cenaze û daxuyaniyan de berzkirina dirûşman e û got ev hemû jî beriya 2015’an pêk hatine.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî bandora xwe li girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin.   Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûne.  Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihistin. Di 6 salên dawî de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.    Dosya hîna li dadgeriyê ye   Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel di lîsteya girtiyên nexweş de ye. Di 11’ê Tebaxa 2019’an de li Muşê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi hinceta endamtiya rêxistinê hat girtin.  Rûniştina biryarê ya dozê di 16’ê îlona 2020’î de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muşê hat dîtin, bi îdiaya endamtiya rêxistinê 8 sal û mehek ceza lê hat birîn. Piştî ceza li îstînafê hat erêkirin parêzer dosya bir dadgeriyê. Dosya hîna li dadgeriyê tê sekinandin û  di 2’yê Kanûna 2021’ê de ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muşê ve bi hinceta Muhlîse di 2012’ande tevlî cenazeyê Kadrî Çelîk yê PKK’î bûye bi îdiaya propaganda rêxistinê kiriye 10 meh ceza dayê. Endamê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û parêzerê Muhlîseyê  Abdulbakî Çelebî der barê dosyayê de axivî.   'Hincet tevlibûna daxuyan e'   Abdulkbakî da zanîn ku Muhlîse bi îdiaya endamtiya rêxistinê tê darizandin û hemû sûcdarî jî tevlibûna daxuyanî û cenaeyan e û got: “Îdiayên wek berzkirina dirûman û tevlibûna daxuyaniyên çepemeniyê di dosyayê de cih digirin. Muhliseyê li Muşê hevserokatî kiriye.  Tevlibûna daxuyaniya partiyê, ÎHD û STK’yan hincet nîşan didin. Hemû daxuyanî jî beriya 2015’an e. Sûcdarî bi giştî daxuyanî û tevlibûna du cenazeyan e. Dosya niha li dadgeriyê sekinandine.”   Muhlîse jî ket ber astengiya ATK’ê   Abdulbakî destnîşan kir ku ji ber nexweşiya Muhlîseyê gelek caran îtîraz kirine û Mushlîse şandine ATK’ê, lê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ danê. Abdulbakî wiha vegot: “Şertên dane pêş şertên giran in. Ev şert ji bo kesên felç û nikarin tevbigerinin. Dikare bê dermankirin an na?Dermankirin neyê kirin wê jiyana wê bike rîskê an na?Divê ev bên fikirîn û biryar bê dayîn. Tiştekî jiyanê bike rîskê divê tahliye bê kirin. Heta dermankirin biqede divê destur bê dayîn. Lê mixabin mekanîzma cuda dixebite.Rewş bi giştî ji ATK’ê re maye.Tevî 5-6 nexweşiyên muvekîla min hene û jiyana wê dike xetereyê jî, bi rapora ATK’ê nehat berdan.”   ‘Dema anîn runiştinê bi binpêkirinan re hat rû hev’   Abdulbakî wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Muhlîse ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Muşê ve tê darizandin. Destpêka dozê de surgunî girtîgeha Kayseriyê kirin. em parêzer li Muşê bûn. Doz li ser SEGBÎS’ê meşiya. Ev binpêkirinek mezin a maf bû. Me xwest ji bo runiştinê Muhlîseyê bînin runiştinê. Muhlîse anîn. Lê heta hat pirsgirêkên mezin jiya. Carek din jî me daxwaz nekir. Bi rîngê anîbûn. Av û nan kêm dabûnê. Ji ber vê me carek din daxwaz nekir. Cejndermeyan Muhlîse tehdîd kiribûn. Em ê der barê vê de gilî bikin.”   ‘Surgunî cihên dur dikin’   Abdulbakî di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi giştî yên ji endamtiya rêxistinê tên darizandin surgunê girtîgehên cuda dikin û dema vê dikin jî cihên ku malbat nikarin biçinê tercih dikin û wiha dawî lê anî: “Ev tê wateya cezakirina malbatan jî. Pêvajoya darizandinê de surgunkirin tê wateya binpêkirina maf. Ev mirov ji ber çalakiyên kirne tên girtin. Li girtîgehê jî krîter raporên ATK’ê ne. Divê rayagiştî, wezareta dadê, hikûmet bi xesasiyet nêzî vê mijarê bibin. Komîsyona Mafê Mirovan a TBB’ê di vê mijarê de dixebite. Dema xebat bidawî bin wê ragîhinin Wezareta Dadê. Rewş bi rastî qet nebaşe. Her diçe hejmar zêde dibe. Divê li dijî vê hestiyarî bê nîşandan.”