'Bi Şoreşa Rojava re jin ber bi azadiyê ve herikîn' 2022-01-24 09:06:13     Nalîn Bêrîvan   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya Rêveberiya Herêmî ya Firatê Semîre Mihemed têkildarî Şoreşa Rojava û salvegera rizgarkirina Kobanê her wiha rola jinê ya di nava şoreşê de wiha got:"Bi Şoreşa Rojava re jin ber bi azadiyê ve herikîn. Jinan di hemû qadan de cih girtin û rola xwe ya sereke bi xebatên xwe dan nîşandan. Tevî derfetên kêm û zehmetiyên ku li pêşberî wan jî têdikoşin."    Rejîma BAAS'ê li Sûriyeyê desthiladariyek dida meşandin û kesên ku serî li pêşberî rejîmê hildidan jî dihatin cezakirin û îşkencekirin. Vê  pergalê gelek zext, zilm û zordarî li ser gelê kurd dida meşandin. Bi vê pergalê re her ku diçû desthiladarî û zihniyeta yekperest pêş diket. Di civakê de her tim jin ji hemû mafên xwe bêpar dihatin hiştin. Di nava pergala Rejîma BAAS'ê de jin ne xwediyê tu biryarê bûn. Nedihat hiştin jin di qadên civakî de cih bigirin. Her wiha li rex van zehmetiyan jî zextên civakê jî ji jinan re dibû asteng. Lê belê bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an gelê Kobanê bi çalakî û serhildanên xwe li dij pergala Rejîma BAAS'ê ya li Kobanê derketin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re û bi taybet di şerê Kobanê de jin derketin pêş û bi vîna xwe hemû kevneşopiyên heyî têk birin û bûn xwedî biryar. Îro hejmarek mezin ji jinan cihê xwe di nava pergala Rêveberiya Xweser de digire, sazî û dezgehên jinan hatin vekirin û jin bi nêrîn û biryarên xwe civakê bi rê ve dibin.   Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Ofîsa Jinê ya Rêveberiya Herêmî ya Firatê Semîre Mihemed ji ajansa mere axivî.   'Bi Şoreşa Rojava re jin ber bi azadiyê ve herikîn'   Semîreyê diyar kir ku jinan bi ked û têkoşîneke mezin rola xwe di nava Rêveberiya Xweser de lîstin û wiha pê de çû: "Jinan heta ku xwe gihandin vê astê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Civak di nava aloziya siyasî, çandî, hunerî, leşkerî û hwd. de derbas dibû. Jin jî bi rengekî girtî, kole û bêdeng mabû. Kevneşopiyên civakê dibûn sedem ku jin dengê xwe dernexe, dernekeve derve ango nebe xwedî biryar. Vê yekê jî bandoreke mezin li ser rewşa jinan dikir. Tevî ku tevgerek hebû jî lê ne ewqas çalak bû, paşê şerekî bêhempa li Kobanê hat meşandin. Bi saya şerê Kobanê û bi xwîna keç û xortan, jinê jî pêşengtî kir û li wir bû xwedî biryar. Bi Şoreşa Rojava jin bûn xwedî biryar û ber bi azadiyê ve herikîn. Heta bi berxwedana ku li Kobanê hat meşandin di nava cîhanê de jî deng veda. Vê yekê jî hişt ku jin biaxive. Bi avakirina Rêveberiya Xweser jinê cihê xwe di nava xebatan de û di nava Rêveberiya Xweser de girt. Wekî mînak em bidin di milê edaletê, cihê biryardayînê, şaredarî, qada civakî û perwerdeyê de xebatek hatin kirin, lê dîsa jî zehmetî dihatin jiyîn. Mirov dema sazî û dezgehan dibîne bi rastî jî kedek hatiye dayîn. Dema mirov bala xwe bide pergala Rêveberiya Xweser û bi taybet pergala hevserokatiyê wê demê wê bê zanîn ku bi rastî jî jinê mohra xwe li dîrokê xistiye."   'Bi zehmetiyan re gavên serkeftî hatin avêtin'   Semîreyê di dewamiya axaftina xwe de behsa pergala hevserokatiyê kir û wiha lê zêde kir: "Pergala hevserokatiyê cara yekemîn li herêmên me ket meriyetê, vê yekê jî hişt ku wekhevî û edalet di nava herdu zayendan de bê avakirin. Ji navendên edaletê bigire heta yê civakî jin xwedî biryar in, bi şêwayeke hevbeş nêrînên herdu zayendan derdikevin pêş. Ev hemû ji bo rêxistinbûna civakê û di serî de ji bo hemû gelê herêmê bû. Bi zehmetiyan em jin gihaştin van rojan. Îro ji sedî 50 jin cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de digire. Yek ji mînaka herî berbiçav qada perwerdeyê ye. Li akademiyan perwerde çawa tên dayîn, ev girîng e. Madem jin civakê perwerde dike wê demê mirov dikare bibêje ku jin civakê bi rê ve dibe û temam dike. Ruxmî ku pergal hîna nûbû, astengî hebû hîna jin nedihat qebûlkirin, lê dîsa jî bi saya têkoşîna jinê ya di nava civakê de jin îro bû pêşeng."   'Cara yekemîn jin dibe xwediyê biryarê'   Semîreyê di dewamiya axaftina xwe de qala rola jinan a di nava saziyên Edaletê de kir û wiha bi lêv kir: "Di nava pergala Rejîma BAAS'ê de di milê zagonan de tu caran jin nebûbûn xwedî biryar lê îro em dibînin ku li dadgehan jin parêzer in û biryaran dide, nêrînên xwe tîne ziman. Ev bi xwe bala mirovan dikşîne. Di derbarê dozên jinan de jin bi xwe mafê jinan di milê dadgehê de diparêze. Ev dihêle jin bibe xwedî biryar û bikaribe di nava civakê de parastina mafê xwe yê rewa bike. Di heman demê de îro bi jinê gelek sazî tên birêvebirin. Her tim yek zayendê ev xebat dida meşandin, ji bo wê jî di nava civakê de her dem hem zagon hem jî jin qels diman, lê di nava pergala me de biryar tenê bi zayendekê nayê girtin û zayendek tenê civakê bi rê ve nabe. Di nava pergala me de wekhevî heye. Jin û mêr bi hevdu re nîqaş dikin li gor wê jî nêrîneke hevbeş derdikeve pêş û li gor wê pêşniyar tên kirin. Bi vê yekê re biryarên baş û encameke hevbeş derdikeve pêş. Li rex vana jin cihê xwe di nava hevpeymana civakê de jî digire. Ji sedî 50 jin cih digire û dîsa jî xwedî biryar in. Jixwe xala girîng jî ew e ku jin bibin xwedî biryar. Ev yek gelekî baş e ku cara yekemîn jin di nava saziyan de bi hejmarên zêde xebatê bikin."   'Jinan di nava pergalê de roleke sereke lîstin'   Semîreyê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Jina ku baweriya xwe bi têkoşînê tîne teqez dê serkeftinê bi dest bixe. Di cîhanê de jin cihê xwe di nava qada dîplomasiyê de digire. Ev jî tê wê wateyê ku êdî jin gavên mezin û serkeftinê bi dest dixin. Jin li dewletan di milê siyasî ango têkiliyên dîplomasiyê de bi welatên derve re hevdîtinan pêk tînin. Ev bi xwe gaveke ku mirov dikare bibêje, guhertinên mezin hatin kirin. Di nava rengên jinê de tenê çandek, zimanek tune ye. Jin pirrengiyê dipejirîne û dixwaze aştiyê bi dest bixe. Jin her tim dixwaze ku bi mêr di nava têkoşînê de be da ku bikaribe wekheviyekê bide avakirin û hişmendiya serdest, yekperest bide guhertin da ku civakeke exlaqî û polîtîk ava bike. Ji ber xebata bi du destan wê xurtir be. Encax bi du destan wek mêr û jin bi hevdu re, di yek eniyê de li beramberî dijmin şer bikin. Dema em dibînin ku jin bi her şêwayî xebatên xwe pêş dixin wê demê em dikarin bibêjin ku em berhemên ked û têkoşîna jinê digirin. Ev tişt bi saya serkêşiya jinê pêk hat."