Li Mexmûra jêr kuleyên leşkerî hatin bicihkirin 2022-01-24 09:15:42 MEXMÛR - Piştî hewldana dorpêçkirina bi têlan a dora Wargeha Penaberan a Mexmûrê, niha jî di navbera Mexmûra jêr û Wargeha Mexmûrê kuleyên leşkerî hatine bicihkirin.   Di 27'ê kanûna sala 2021’ê de hêzên leşkerî yên Iraqê hewl da ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê bi awayekê girseyî bertekên xwe nîşan da. Piştî helwesta gel hêzên arteşa Iraqê paşve gav avêtin. Her wiha niha jî di navbera Mexmûra jêr û Wargeha Mexmûrê  kuleyên leşkerî hatin bicihkirin.    Derbarê mijarê de heyetek ji wargehê hat avakirin û dest bi hevdîtinan hat kirin, lê heta îro jî tu bersivek nehat dayîn. Li dijî bêhelwestbûna rayedarên hikûmetên Bexda û Hewlêrê gelê wargehê ji bo parastine kon vedan. Hêj jî xeteriya li ser wargehê didome.    Di navbera Mexmûra jêr û Wargeha Mexmûrê kuleyên leşkerî hatine bicîhkirin, kes nizane dê ev kuleyên ji bo wargehê amade dikin ya jî planên cudatir hene li ser wargehê. Gelê wargehê ji rewşa heyî bi guman nêz dibin.