'Li dijî rê li ber girtina hilbijartina dersên bi kurdî serlêdan girîng e' 2022-01-24 09:03:28     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Jinên Botanê, derbarê dersên kurdî yên bijarte de diyar kirin ku divê her malbat ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijere û gotin: "Ji bo parastina ziman jî divê malbat bi zarokên xwe re kurdî biaxife." Hevseroka Egîtîm-Sen’ê ya Şirnexê Serap Ok jî ji bo serlêdanê bang li malbatan kir û wiha axivî: "Li dijî rê li ber girtina hilbijartina dersa bi kurdî serlêdan girîng e."   Li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê Mîllî ya Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên ji bo sala 2022-2023'yan bên dayîn di 3'yê çileyê de dest pê kir.  Di nav dersên bijarte de dersa bi kurdî jî heye. Dema serlêdanê hat dirêj kirin, xwendekar û malbat dikarin serî li midûriyeta dibistanan bidin. Daxwaza dersa bi kurdî bikin. Ev mijar demek dirêjê bi her awayî ji hêla raya giştî ve tê nirxandin. Bi serlêdanan re rayedarên dewletê niha bi hincetên cuda dixwazin mafê bijartina dersa bi kurdî ji holê rakin. Derbarê mijarê de jinên Botanê nêrînên xwe anîn ziman.    ‘Zarok ji neçariyê tirkî diaxifin'    Hayriye Belet, anî ziman ku daxwaza wan ji malbatan ew e ku zarokên wan li her derê bi zimanê dayika xwe biaxivin û got: “Destûrê nadin ku zarokên me di dibistanê de bi zimanê xwe biaxivin. Zarokên me neçar dimînin ku bi tirkî diaxifin. Gelek saziyên me yên kurdî hebûn. Dema dibistanên me yên zimanê kurdî hebûn zarokên me diçûn perwerdê û em pê gelek kêfxweş dibûn. Lê piştî ku saziyên ziman hatin cihên ku zarok biçin tunebûn. Dixwazin zimanê kurdî tune bikin."   ‘Kurdî fêm dikin lê axaftin nîne'    Hayriye, diyar kir ku zarokên wê li metropolan mezin bûne û nikarin bi kurdî biaxivin û tenê fêm dikin û wiha dom kir: “Keça min jî diçe pola 6’an û ez dixwazim keça min bi zimanê xwe perwerdê bigire. Ji ber em demekê dirêj li bajarên tirkan man û ji ber vê yekê keça min nikare bi kurdî biaxive. Tenê fêm dike. Ger ku em bikaribin her derê bi zimanê xwe biaxivîn, dê îro zarokên me jî zimanê xwe bizanibûna. Lê îro ji ber zilma ser ziman zarokên me ji zimanê dayikê tên dûrxistin.”   ‘Divê em kurdî hinê zarokên xwe bikin'    Hayriye, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara dersên bijarte û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro jî dibêjin di dibistanan de zimanê kurdî wek dersên hilbijartî dikarin hilbijêrin. Lê vê carê jî dibêjin mamosteyê zimanê kurdî tuneye. Ger ku hikûmet bixwaze dikare mamosteyê zimanê kurdî jî bîne. Lê hikûmet ji xwe re hincetan digere. Min jî dixwest zarokên min fêrê zimanê xwe bibin û ev jî kêmasiya me malbata ye. Divê malbat sereke zarokên xwe fêrê zimanê kurdî bike. Bila malbat li malê bi kurdî biaxfin. Divê em bi xwe xwedî li ziman derbikevin û biparêzin. Em bi xwe bibin mamosteyên zarokên xwe."   ‘Ziman nasnameya me ye’   Leyla Aykal jî bi lêv kir ku ew bi zarokên xwe re tim bi kurdî diaxive û dixwaze ku di dibistanê de perwerde bi kurdî bê dayîn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez naxwazim zarokên min zimanê xwe ji bîr bikin. Zarokên me ji ber ku di dibistanê de tirkî diaxivin, niha nikarin baş kurdî û ne jî tirkî biaxifin. Em ne li dijî zimanê tirkî ne. Lê em dixwazin bi zimanê dayikê jî biaxivin û perwerdê bibînin. Ziman dîrok, kok, hebûn û nasnameya me ye. Ya ku me dike kurd zimanê me ye. Ger em zimanê xwe winda bikin tu tiştekî me nabîne. Divê em bi zarokên xwe re hêj ji di temenê biçûk de dest bi axaftina bi kurdî bikin."   ‘Mamosteyên ku bi kurdî dersê bidin nîne'    Leyla, destnîşan kir ku ew naxwazin waneya zimanê kurdî bihartî be û wiha bi lêv kir: "Zimanê me kurdî ye û em kurd in. Ji ber vê jî em her tim bi zilmê re rûbirû man û gelek saziyên me yên ziman hatin girtin. Kurdên ku ji bo debara xwe bikin berê xwe dan li bajarên tirkan, ji ber zimanê xwe bi êrişên nîjadî re rûbirû man û hatin qetilkirin. Gundên me hatin şewitandin û me ji gund derxistin, bajarên me hatin wêrankirin û bi vê re jî xwestin zimanê tune bikin. Dibêjin dê perwerdeya zimanê kurdî wek hilbijartî bidin. Lê divê zimanê kurdî wek pêwîstî bihata dayîn. Em jî dixwazin wekî hemû zimanên din zimanê me jî azad be. Hikûmet dibêje hûn dikarin dersa kurdî hilbijêrin, lê belê niha jî dibêjin mamosteyên ku bi kurdî dersê bidin nîne."   ‘Em dixwazin li ser axa xwe perdê bibin'    Leyla, da zanîn ku du zarokên wê jî dersên zimanê kurdî bijartiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên min niha kêfxweş bûne û dibêjin ‘Dema perwerdeya zimanê bê dayîn, çawa em qebûl nekin’. Banga min ji dayikan ew e ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila zarokên wan dersa zimanê kurdî hilbijêrin. Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe perwerdê bigirin, biaxivin û binivîsin.”     ‘Di jiyana rojane de kurdî nayê axaftin'    Hevseroka Egîtîm-Sen’ê ya Şirnexê Serap Ok, diyar kir ku li ser vê erdnegariyê gelek netew hene û zimanê cuda hene û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Birastî ev dewlemendiyek mezin e. Heger em zimanê kurdî bidin ber çavan, nêzî 15-25 mîlyon kurd hene û hîna jî der barê zimanê kurdî de perwerdeya bi zimanê dayikê nayê dayîn. Ev jî zilma li ser ziman nîşan dide. Di meclîsê de hê jî wek têgeha zimanê nediyar tê bikaranîn. Yanî sedema ku peyva ‘kurdî’ nayê bikaranîn, nîşana wê yekê ye. Di warê siyasî û polîtîk de li hemberî ziman zilmek mezin heye. Di nava jiyana rojane de zimanê dayikê nayê bikaranîn."   ‘Dibêjin em nikarin bi kurdî dersê bidin'    Serap, daxuyand ku niha kurdî wek dersên bijarte derket pêşberî me û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha di meclîsê de dibêjin kurdî wek dersên bijarte heye lê kes naxwaze bibjere. Bi rastî pirsgirêkek bi vî rengî nîne. Li Şirnexê zarok bi zimanê dayika xwe mezin dibin û heta ku diçin dibistanê. Piştî dest bi dibistanê dikin bi zimanek cuda re rûbirû dibînin. Em wek Egîtîm-Sen’ê di çanda me de parastina perwerdeya zimanê dayikê heye. Em vê tiştê diparêzin. Rêveberiya dibistanan dibêjin zarok nikarin qad, şax û zimanê ku dixwazin hilbijêrin û ji ber vê jî bernameya heyî betal dikin. Dibêjin em nikarin bi kurdî dersê bidin. Hîn rêveberên dibistanan jî dersa zimanê kurdî di nav dersên bijartê yên din de derdixin."    ‘Dersên bi kurdî hilbijêrin'   Serap, destnîşan kir ku ew wek Egîtîm-Sen’ê li ser vê mijarê xebatan dimeşînin û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Di dibistanekî de di polên 5, 6, 7 û 8’an de ger deh xwendekar zimanê kurdî bijartibin ev têr dike. Ji ber ku dikarin polekî vebikin. Lê belê wek min behs kir, mixabin rêveberên dibistanan bi gotina ku mamosteyên ku di vî warî de perwerde bidin nîne û dayik û bavan bi awayekî şaş agahdar dikin. Rê li ber hilbijartinê digirin. Mafê xwendekaran a perwerdê girtinê xesp bikin. Rayedarên Perwerdeya Mîllî neçarin ku mamosteyan peywirdar bikin. Em jî bang hemû malbatan dikin ku ji bo zarokên xwe dersa zimanê kurdî hilbêjerin."