HDK bi forumên ‘em bajarê xwe diaxivin’ wê jiyana nû nîqaş bike 2022-01-24 09:01:16     Dîlan Babat   ENQERE - HDK bi şîara ‘em bajarê xwe diaxivin’ bi 6 sernavî wî foruman pêk bîne û wê bi jinan re metodên pêşniyarên avakirina jiyaneke nû û azadîxwaz nîqaş bike.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê bi sernavê ‘Em bajarê xwe diaxivin’ di 15’ê Çile de forumên ji 6 sernavî pêk tên dan destpêkirin û wê di 12’ê Adarê de bidawî bike. Di foruma di 15’ê Çile de hat kirin de sernavê ‘Li bajarê me pirsgirêkên kal û pîr û teqawît dijîn’ hatin nîqaşkirin. Di 5’ê Sibatê de jî wê di bin  sernavê ‘Bajar cih û jin’ pirsgirêkên jinan û riyên têkoşînê bên nîqaşkirin.   Di 12’ê Sibatê de jî wê pirsgirêkên ‘veguhestin, enerjî û tenduristiyê’ bên ziman û riyên çarseriyê wê bên nîqaşkirin.Di 26’ê Sibatê de di foruma ‘li bajarê me av hewa û xurekên paqij’ wê pêk bê. Foruma dawî jî wê bi sernavê ‘demokrasiya herêmî û konseyên bajar’  di 12’ê Adarê de pêk tê.   Hevberdevka HDK’a Enqereyê Emek Aytaç der barê foruman de axivî.   ‘Mezinkirina têkoşina hegemonya îdeolojîk’   Emekê da zanîn ku bi sernavê ‘em bajarê xwe diparêzin’ hewcedarî bi axaftina pirsgirêkan dîtine û sernavê yekem yê forumê pêk anîne û xebatek xweser kirine. Emekê wihagot: “Ev du sale em giranî didin van xebatan. Ev xebat li ser du mijarên girîng ya HDK’ê girîng dîtiye hat avakirin. Ya yekem, avakirina meclîs û rêxistinbûna li herêmê bû. Ya duyem jî têkoşîna hegemonya îdeolojîk. Di van foruman de em li ser pirsgirêkên jiyanê yên rojane derketin rê û em armanc dikin ku di nokteya îtîraz û dengdayînê de pêş bikevin. Hedefa me mezinkirina têkoşîna hegomonya îdeolojîk ali hember pergalê ye.”   ‘Em ê bi hev re çareseriyan bînin’   Emekê destnîşan kir ku wê sernavê ‘bajarê jinê û war’ jî nîqaş bikin û got sernavên pergala baviksalar û sînorkirinên pergala kapîtalîst jiyana rojane bi teşe dibe û wiha dirêjî dayê: “Hedefa me ev e ku em pirsgirêkên jiyana rojane ya jinan nîqaş bikin û wisa pêş bikevin. Di alî cih de  gotinên rêxistinên jinan yên li Enqereyê hene. Jin wê pirsgirêkên li bajar dijîn nîqaş bikin û li ser daxwazên xwe bisekinin. Li Tirkiyeyê demokrasiya burjuva jî tune. Em vê rewşê wek rejîma yek mêrî bin av dikin. Em ê pirsgirêkan bi hev re nîqaş bikin û çareseriyê bibînin.”   Ji bo jinan bang: Em bi têkoşînê dikarin bi ser kevin   Emekê di berdewamiyê de daxuyakirin ku pirsgirêkên ku jin tevlî jiyana civakî bibin tên jiyîn û dem bi dem jî rêxistinbûn jî dibe pirsgirêk. Emekê balkişand ser şîara HDK’ê ya ‘jiyana nû’ û ev tişt bi lêv kir: “Jin di jiyana rojane de tên tengezarkirin. Em bi têkoşînê dikarin li dijî pergalê bisekinin û bi ser kevin. Hêza herî mezin rêxistinbûne. Em jinan vedixwînin runiştina 5’ê Sibatê ya li Enqereyê.”