Ji Fehîme Poyraz bang: Bila gelê me xwedî li vê dozê derkeve 2022-01-23 10:12:04     Melîke Aydin   İZMİR - Fehîme Poyraz diyar kir ku êrîşa li hemberî Denîz Poyraz li dijî hemû gelan pêk hatiye û ji bo doza ku kujerê Denîzê jê tê darizandin ev bang kir, "Bila gelê me xwedî li vê dozê derkeve û hesap biprse."    Danişîna duyemîn a doza Onur Gencer ê ku xebatkara rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê  Denîz Poyraz qetil kir, dê sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê bê dîtin. Dayika Denîzê Fehîme Poyraz diyar kir ku êrîş li hemberî hemû gelan hatiye kirin û banga tevlibûna doza ku dê sibe bê dîtin kir.    'Qatil bê kelepçe anîn û kurê min kelepçe kirin'   Fehîme diyar kir ku kiryar li dadgehê heqaret li wan kiriye û dema ku kiryar bê kelepçe anîne kurê wî jî kelepçe kirine. Fehîme bang li hemû gelan û bi taybetî jî li Kurdan kir ku bikevin nava hewldanan û got, “Dadger jixwe li cem wan bû. Eşkere ye ku li pişt kiryar hikûmet heye. Jixwe em dibêjin; Gelê me wê heq û hiqûqê bîne. Tevî baran û sermaya wê rojê jî ji gelek deverên Tirkiyeyê welatî ji bo şopandina dozê hatin. Spas ji bo hemû gelê me. Dadgehê piştgirî da kujer lê gelê me jî bertek nîşan da. Tişta ku em dixwazin ev e ku edalet pêk were."   'Bila gelê me hesap biprse'   Fehîme da zanîn ku ev êrîş ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû gelan hatiye kirin û armanca wan ew e ku Kurd û Tirkan li hember hev rakin û wiha got: “Divê gelê me xwedî li vê dozê derkeve û hesap biprse. Ji bo ku tu kesên din nebin hedef û xwîn nerije. Bila herkes bi berpirsiyarî tevbigere."   'Kujer cesaret ji yên piştgirî danê girt'   Fehîme anî ziman ku kiryar ne bi tenê ye û wiha dewam kir: “Cîhan jî dizane ku li pişt wî kesek heye. Li ber çavên her kesîberê xwe da avahiya HDP'ê. Li kolanê polîs hebûn. Polîs dibêjin em ê êlekên pola li xwe bikin, em ê wisa biçin. Dema em daxuyaniya çapemeniyê didin bi hezaran polîs tên. Çima ji bo Denîz neçûn? Neçûn jor û hiştin ku keça min bê kuştin. Kujer cesaret ji yên ku piştgirî danê girt. Çû û Denîz kuşt. Em dev ji vê dozê bernadin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.”