Girtiyên li Girtîgeha Şakranê: Em heyetek lezgîn dixwazin 2022-01-23 09:02:23     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Esma Ayaz a ku 23 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, di axaftina xwe ya telefonê de behsa binpêkirinên li wan tê kirin kir. Esma, diyar kir ku herî dawiyê di 20'ê çileyê de erîşê li wan hatiye kirin û hemû alavên wan hatine şikandin û got: “Em dixwazin heyetek bi lez were vir. Divê her kes dengê me bibihîze.”   Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê zextên li hemberî girtiyan roj bi roj zêde dibin. Girtî bi rêya malbatên xwe rewşa ku dijîn ji raya giştî re radigihînin. Ji girtiyên ku bi zextan re rûbirû dibînin yek jî girtiya bi navê Esma Ayaz a ku 36 sal in ceza lê hatiye birîn 23 sal in jî girtiye ye. Esmaya ku heta niha 8 caran hatiya sirgunkirin û niha li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê tê girtin. Esma bi rêya malbata xwe rewşa girtîgehê ji ajansa me re ragihand.    ‘Alavên me şikandin û bi qemerayan kişandin'    Esma, anî ziman ku ji 7’ê cotmehê vir ve operasyonek dijwar li ser wan heye û got: “Di 13 û 20’ê çileyê de li ser qawişên me de girtin û operasyon li dar xistin. Êrîşê li me kirin. Di êrişê de alavên me şikandin, belav kirin û bi qemereyan jî dîmen kişandin. Tiştekî me li ser tiştekî nehîştin. Her wiha di 20'ê çileyê de dîsa bi ser qawişên me de girtin û hemû tiştên me belav kirin."   'Em nikarin hevdîtinê bi bi midûr re bikin'   Esma, da zanîn ku hewldan bi midûr re hevdîtin bikin lê hat astengkirin û wiha axivî: "Me xwest ku bila midûrê girtîgehê bê û bi wî re hevdîtinê bikin. Midûr însîyatifa xwe da sergardiyan û wî jî zilmê li me de. Ji bo em bi midûr û dozgeriyê re hevdîn bikin me serlêdan kir. Lê bersivê nedan û hevdîtinê bi me re nekirin. Em daxwazname ji Wezîrê Dadê re dinivîsin û dişînin, lê rêvebiriya girtîgehê nameyên me naşînin. Zilma li vê derê darbeya 12’yê Îlonê tîne bîra mirovan.”   'Cezayê 3 kesan xilasbûyê lê nayê berdan'   Esma, xwest ku parêzvanên mafên mirovan, parêzer û parlamenter bên girtîgehê û wiha bi lêv kir: "Nameyên ku em dişînin, naşînin û winda dikin. Ji bo ku înfazê me bişewitînin her roj cezayê disîplinê li me dibirin. Cezayê 3 hevalan xilas bûye, lê ji ber înfaza wan hatiye şewitandin nayên tahliyekirin. Hevalên me Fîriyet Dogan, Mizgîn Çîçek û Remziye Polat demeke dirêje cezayê wan xilas bûne û ji ber cezayê disîplinê 10 mehan dane nayên tahliyekirin. Gelek hevalên dinê jî dîsa bi vê rengî ne. Em li vir di bin zilmekê mezin de ne û tu kes behsa me nake û nayên serdana me. Bila heyetek bê vê derê û rewşa li vê derê bişopînin.”   'Hewl didin ku vîna me teslîm bigirin'   Esma, destnîşan kir ku bi awayek kêyfî êrîşê wan tê kirin û wiha domand: “Bi dehan gardiyan di ser qawişên me de digirin. Em her çiqwasî mûdaxele dikin jî dîsa ev êrîşên wan berdewam dike. Li vir wekî ku em di kirê de ne 300-400 TL pereyê ceyranê ji me re tê. Tiştên ku tên kantînê zam dikin û piştre difiroşin me. Heta zem nekin nafroşin. Xwarina ji bo 10 kesan didin 35 kesan. Rojê nanekê didin me. Hem di aliyê derûnî û hem jî aliyê siyasî de zilmek mezin heye. Dixwazin vîna me teslîm bigirin.”   'Em banga hestiyariyê dikin'   Esma, di axaftina xwe de bal kişad ser dema êrişan û got: "Bi awayek fîzîkî êrîş nekirin, lê ger ku me destûr bidaya dê vê tiştê jî bikirana. Bi komî tên û êrîş dikin. Dema êrîşê bi kamereyan dikişînin. Bi dehan caran me bang li midûrê girtîgehê û dozgeriyê kir, lê nehat bi me re hevdîtinê nekir. Em bang li parêzvanên mafên mirovan, parêzer û parlamenteran dikin ku bila bên serdana me. Em bang li gel dikin derbarê mijarê de hestiyar bin."   'Em berxwedana li Kirikaleyê silav dikin'   Esma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevalên me yên Kirikkaleyê demek dirêje di greva birçîbûnê de ne. Em berxwedan û çalakiya wan silav dikin û serkeftinê dixwazin. Em ê heta dawiyê li cem wan bin. Em dibêjin dilê me bi wan re ye.”