Dayika girtî Dilşa: Em fedekariyê bikin, tevlî 'Nobetên Edeletê' bibin 2022-01-21 09:14:18   Nîşmiye Guler   STENBOL - Li Stenbolê bi dirûşma "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, jiyanê diparêzin" Nobeta Edeletê hat destpêkirin. Dayika girtî Emrah Ubîç, Dilşa Ubîç wiha bang li malbatan kir: “Em ji bo zarokên xwe dijîn. Divê em ji bo zarokên xwe fedekariyê bikin. Divê her kes tevlî nobetên edeletê bibe.”   Malbatên girtiyan bi armanca binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bidawî bin û girtiyên nexweş bên berdan li Amed û Wanê "Nobeta Edeletê" dabûn destpêkirin. Li Stenbolê bi dirûşma "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, jiyanê diparêzin" Nobeta Edeletê hat destpêkirin.Yek ji malbatên ku tevlî nobeta li Şaxa ÎHD’a Stenbolê piştgirî dayê jî malbata girtiyê bi navê Emrah Ubîç yê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiye. Dayika wî Dilşa Ubîç ji bo kurê xwe yê nexweşê astimê û 13 sal in girtiye tevlî nobetê dibe.   Di 13 salan de sirgunê gelek girtîgehê hat kirin   Emrah di 2009’an de hat girtin û ji sê sûcên cuda 26 sal û her wiha cezayê muebetê lê hat birîn. Dosya ku cezayê muebetê lê hatiye birîn ji bo jinûve bê darizandin çû dadgeriyê. 13 sal in girtiye û surgunê gelek girtîgehan bûye. Herî dawî surgunê girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hat kirin.     Bi kelepçe lêgerîna tazî hat ferzkirin   Dayika wî Dilşa da zanî ku kurê wê 13 sal beriya niha li Sîlopiyê hatiye girtin û piştre birine Girtîgeh Tîpa D ya Amedê û sê sal şûnde surgunê girtîgeha Çewlîkê hatiye kirin. Dilşayê wiha got: “Ji wir birin Wanê û ji wir jî birin girtîgeha Kirikkaleyê. Di şevekê de dest û lingên wî girê didin û bi helîkopterê dibin Kirikkaleyê.Wê demê malbaten çibûn girtîgehê ji zarokên xwe hîn bibûn ku girtiyek sê roj berê anîne girtîgehê û xwarin nedanê. Kurê min meheke li Boluyê ye. Bi destên kelepçekirî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.”   ‘Divê em bibin dengê zarokên xwe’   Dilşayê destnîşan kir ku li hemû girtîgehan zext û şîdet heye û niha pir zêdetir bûye û banga hestiyariyê kir: “Bila malbat bên nobeta edeletê piştgiriyê bidin. Yên girtî zarokên me ne. Em cudakariyê nakin. Bila bên em dest bidin hev û dawî li vê Îşkencê bînin. Em dengê xwe bilind bikin. Divê hemû dayik li dijî vê tecrîdê dengên xwe bilind bikin. Êdî cenaze ji girtîgehan dertên. Em ditirsin ku tiştek bê serê zarokên me. Kurê min beyî sûc hat girtin cezayê muebetê, her wiha 26 sal jî cuda ceza danê. Mixabin êdî cenaeyan jî nadin malbatan. Ji ber em deng nakin cenaza jî nadin me. Divê em li malên xwe rûnenin. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê em ji bo zarokên xwe fedekariyê bikin.”   ‘Me ji bo girtiyan nobet da destpêkirin’   Dilşayê balkişand ser nobedeta edeletê û wiha dawî lê anî: “Heta çalakiye me encamê negire wê bidome. Kurê min nexweşê astimê ye û nayê dermankirin. Emrah ket greva birçîbûnê ya 2018-2019’an. 153 rojan di grevê de ma. Wê demê nexweşiya wî giran bû. Piştî grevê çavên wî jî nerehet bûn. Divê jê re berçavk bê girtin. Tevî ku me bi dehan carî berçavk şand îdarê şûnde şand. Nabin nexweşxanê jî. Em diçin girtîgehan zextan li me jî dikin. Em nikarin bi rehetî biaxivin. Ez bang li hemû malbatan dikim. Bila tevlî nobetan bibin.”