Girtiyên nexweş - 4 | Dayika Şîvekar Ataş: Em li ber xwe bidin em ê bi ser kevin 2022-01-20 09:05:04   Şîrîn Çinar - Derya Ren   AMED - Yek ji girtiyên di lîsteya nexweşên giran ya divê demildest bê tahliyekirin, Şîvekar Ataş a nexweşa dil û tansiyonê ya giran e. Dayika wê Rabîa Ataş wiha got: “Divê wê ji 20 rojî carekê bibin nexweşxanê û derziyê lê bixin.  Lê ji ber pandemiyê dema dibin nexweşxanê dikin karantînayê. Dermanên li şûna derziyê tên bikaranîn dibe sedema werimandina bedena wê. Tevî dibêje min bibin nexweşxanê jî nabên nexweşxaneyê.”   Di serî de Girtîgeha Îmraliyê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên li girtîgehên bajarên Tirkiye û herêmê li gel tecrîdê berdewam dikin.  Herçend ku girtî her roj van binpêkirinên mafan ên ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tên kirin tînin ziman jî rayedar bêdengiya xwe xira nakin.     Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn.  Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengê xwe bidin bihistin. Di 6 salên dawî de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.   Şewitandina înfazan    Lijneyên Şopandina îdarî bi qanûna di 2021’an de ket meriyetê jî bi awayekî kêfî înfazan dişewitînin. Bi hevkariya liljneyên şopandinê li girtiyan poşmanî tê ferzkirin, pirtûkên dixwînin, nameyên tên şandin, daxwaznameyên tên nivisîn dibin hinceta netahliyekirina girtiyan.    Li dijî vê xizmên girtiyan ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn,Gever, Sêrt, Çukurova û Stenbolê çûn Enqereyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyan û gelek hevdîtin pêk anîn. Ji bo girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş xizmên girtiyan ‘nobetên edeletê ‘dan destpêkirin. Xizmên girtiyan di serdana Enqereyê di 4’ê Çile de dosyayek ji 11 rupel û 6 sernavan pêk tê dan saziyan. Di dosyayê derbarê 38 girtiyên nexweşên giran de agahî hat dayîn û hat xwestin ku bên berdan. Ji girtiyên rewşa wan lezgîn û giran ên jin yên bi navê Rojbîn Çetîn, Semîre Dîrekçî, Muhlîse Karaguzel,Şîvekar Ataş û Fatma Ozbay hene.   Di vê beşa dosyayê de  em cih didin girtiya nexweşa giran Şîvekar Ataş a li girtîgeha Jinan a Bakorkoya Stenbolê dimîne. Girtiya nexweş Şîvekar Ataş   Şîvekar li gunde Agaçlidere yê Sûra Amedê wekî yek ji 6 zarokên malbatekê hat dinê. Malbata wê di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koçî Amedê dike. Şîvekar beşa Endezyariya Kompîturê dixwîne û di 2016’an de bi armanca biçe serdena hevala xwe diçe Muşê û tê girtin. Piştî tê girtin ewil dibin girtîgeha Terus û piştre jî  li Sîncan a Enqereyê û herîd awî jî li Bakirkoya Stenbolê dimîne. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 15 sal ceza lê tê birîn.  Şîvekar di pêvajoya girtina xwe de sê caran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan û bipêkirina mafan dikeve greva birçîbûnê. Şîvekar ku di lîsteya nexweşên giran de ye, tevî ku nexweşa dil û tansiyona bilind pê re heye jî  nayê berdan. Dayika wê Rabîa Ataş der barê rewşa keça xwe û pêvajoya girtîgehê de axivî.   ‘Li dijî zextan bêdeng neman’   Rabîayê da zanîn ku heta salên 90’î li gund jiyane ji ber zextan bar kirine Amedê û got: “Dema leşkeran bi ser mala me de digirt li malbata min didan. Di serî de keça min Şîvekar û hemû zarokên min li dijî zextan bêdeng neman. Dema em hatin Amedê zext zêdetir bûn. Zarokên min li dijî zilma bi salan didome neçar man malê terk bikin.”   ‘Xwedî rihekî têkoşer bû’   Rabîayê destnîşan kir ku Şîvekarê gelek ji hevalên xwe hez dikir û ev tişt daxuyand: “Keça min xwedî rihekî têkoşer bû. Lê pergal her carê bi ser de dihat. Rojekê ji dibistanê dereng hat malê. Ez pê re xeyidîm min got tu çima dereng hatiyî. Wê jî got ‘Komekê êrîşê hevalên min kiriye, nikaribûm bêdeng bimînim.’ Got dema heval rastî êrîşê bên em çawa bisekinin. Min jî piştgirî dayê.”   Li her girtîgehê binpêkirin û zext   Rabîayê balkişand ser pêvajoya girtina Şîvekarê û ev tişt bi lêv kir: “Şîvekar 6 rojan di bin çavan de ma. Dema keça min hat girtin Walîtiyê daxuyanî dabû û gotibû du kes hatine binçavkirin. Dema hatibû girtin li ser tiştek hatibû dîtin. Keça min sûcek nekiribû. Lê keça min sûcdar dîtin û xwestin xelatê bidin kesên ku ew girtin e. Em çûn hevdîtinê di vegerê de em fêrbûn ku keça min surgunî Sîncanê kirine. Şîvekar du salan li Sîncanê ma. Li her girtîgehê jî şîdet û zext lê kirin.”   Li odeya sungerê îşkence   Rabîayê daxuyakirin ku piştî ji Sîncanê surgunê girtîgeha Tarsusê hatiye kirin, zext zêdetir bûne û wiha dirêjî dayê: “Em çûn hevdîtinê em fêrbûn ku li keça min dane. Çavên keça min reş bibûn. Me got çi bûye, gotin leşker, polîs û midûrê girtîgehê nişkave ketine koxuşê û li me dane. Ji ber keça min li dijî vê bêdeng nemaye ew birine odeya bi sunger. Di pêvajoya keça min li wir ma de birîn li bedena wê çêbûn. Enfeksiyon girt. Vê enfeksyonê nexweşiya wê da zorê.”   Divê ji 20 rojan carê bibin nexweşxanê   Rabîayê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Berê nexweşiyên Şîvekarê tune bûn. Keça min hîna 25 saliye û di serî de nexweşiya dil û gelek nexweşiyên din li girtîgehê lê peyda bûn. Ez dixwazim keça min û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Keça min nexweşxa tansiyona giran e. Ligel vê her cara tansiyon bilind dibe dilê wê diwerime û her tim ji ser hişê xwe diçe. Ji ber temenê wê zêde nîne nikarin amelyat jî bikin. Divê  ji 20 rojî carekê biçe nexweşxaneyê derziyê lê bidin. Lê ji ber pandemiyê dema diçe nexweşxanê dikin karantînayê. Li şûna derziyê derman didinê.  Derman jî dibe sedema werimîna bedenê. Tevî keça min dibêje min bibin nexweşxanê jî nabin. Her wiha hemû girtiyan nabin revîrê jî.”   'Ger ku em li ber xwe bidin em ê bi ser kevin'    Rabîayê destnîşan kir ku Şîvekar ‘Nobetên edeletê’ yên li Amed û Wanê gelek pîroz û girîng dîtine û wiha dawî lê anî: “Niha li her derê Tirkiyeyê ji bo edeletê nobet tên girtin. Divê her kes tevli van nobetan bibe. Ger em li ber xwe bidin em ê bi ser kevin.”