Selma Aslan: Di van projeyan de berjewendiyên aborî esas tên girtin 2022-01-20 09:03:35   Sema Çaglak   AMED - Hevseroka TMMOB’ê Selma Aslan têkîldarî projeya veguherandina bajarvaniyê ya Peyasa Amedê de axivî û diyar kir ku di projeyên veguherandina bajarvaniyê de şêniyên li van deran tên mexdûrkirin û proje li gorî berjewendiyên aborî yên hin kes û derdoran tên pêşxistin.     Li gelek navçeyên Amedê xebatên veguherandina bajarvaniyê didomin û di rojevê de cihê xwe diparêzin. Piştî taxên Benûsen, Fîskaya û Kaynartepeyê niha jî li navçeya Peyasê projeya veguhestina bajarvaniyê hate destpêkirin. Li taxa Firatê ya navçeya Peyasê, li qadeke 52 hezar metreqare ku 96 xanî lê ne, veguherandina bajarvaniyê hat destpêkirin.  Derbarê mijarê de Hevseroka Yekîtiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Selma Aslan axivî.   ‘Ji bo Peyasê rêbaza planê hatibû guhertin’   Selma di destpêka axaftina xwe de daxuyand ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve bi qanûna hejmar 6306, gelek herêm wek qada bi rîsk hatin îlankirin û li wan xebatên veguherandina bajarvaniyê hatin destpêkirin. Selma, diyar kir ku navçeya Peyasê jî rojeva van projeyan bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Projeyên veguherandina bajarvaniyê di dema veguherandina Sûrê de zêdetir hatin nîqaşkirin û li wir polîtîkayek cuda hate meşandin. Peyas jî ev demek dirêj e mijara niqaşên wan projeyan bû. Lê belê ji bo Peyasê plan hate guhertin. Sala çûyî ji bo taxa Peyasê projeya veguherandina bajarvaniyê hebû lê di encama doza ku ji aliyê Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê ve hatibû vekirin, de ev proje hatibû rawestandin.”   ‘Berjewendiyên aborî esas digirin’   Selma diyar kir ku li taxên Amedê projeyên veguherandina bajarvaniyê ku tên çêkirin bi cûrbecûr sedeman tên meşandin û wiha axivî: “Li taxa Benûsenê ji bo ku derdora Sûrê were valakirin ew proje hate pêşxistin. Li taxa Fîskayayê, ji bo ku qadên şînahiyê  wêran bikin proje hate çêkirin. Her wiha li navçeya Rezanê û Sûrê ew proje bi armancên cuda hatin pêşxistin. Lê belê hevbeşiya wan hemû projeyên ku li navçeyên Amedê tên birêvebirin mexdûrkirina civakê ye. Ango kesên ku li xaniyên xwe dimînin piştî ku ew xanî hatin xira kirin wê ew kes biçin kîderê ne diyar e. Mînaka vê ya şenber di destpêkê de li Sûrê ket rojevê. Dûre di hemû projeyên veguherandina bajarvaniyê de me gelek mînakên bi vî rengî dîtin. Bêguman ev ne tenê li Amedê bi vî rengî ye, gava em li Tirkiyê dinihêrin li hemû bajarên ku veguherandina bajarvaniyê tê kirin, şêwaze jiyana civakê tê guherandin.”   ‘Armanc pêkanîna berjewediyên aborî ye’   Selma destnîşan kir ku di projeyên veguherandina bajarvaniyê de pêwiste daxwazên gel li ber çavan werin girtin û wiha pêdê çû: “Heke dewlet projeyên veguherandina bajarvaniyê bike pêwist e ku rewşa civakê û şert û mercên gel jî   bifikire û li gorî wê divê ew proje werin pêkanin. Lê belê gava em li wan projeyan dininêrin ew proje li gel şert û mercên xirab ên civakê tên berdewamkirin. Van projeyên xwe li gorî berjewendiyên xwe yên aborî pêk tînin û bi vî awayî bêrika mûtehîttan tê tijîkirin. Em baş dizanin ku xebatên TOKÎ yên niha jî bi armanca berjewendiyên aborî tên kirin. Li Şûna ku şert û mercên jiyana mirovan were başkirin zêdetir tên mexdurkirin. Her wiha bêriya ku li qadekê xebat bê kirin divê nêrîna kesên li wê qadê dijîn bê girtin. Divê xebatên bên kirin hevpar bin. Wekî mînak gava xaniyên Sûrê hatin valakirin protokolên ku bi şêniyên Sûrê dan îmzekirin mînakên wan jî nedan wan. Ev pirsgirêkek pir cidî ye ji ber ku tu rêya gel mafên xwe biparêze nehitşin.”   Çand û dîrok tê tunekirin’   Selma anî ziman ku heke ji bo cihekê plansaziya bajarvaniyê were kirin divê şêwaza jiyana mirovan jî li ber çav were girtin û wiha bilêv kir: “Bi van projeyan hem civak tê mexdûrkirin hem jî çand û dîroka civakê tê tunekirin. Li Sûrê piştî pevçûnan, ji bo tunekirina dîrokê xebat hatine meşandin. Dema mirov li qadên ku xebat lê hatine meşandin dinêrin, mirov vê aşkera dibînin. Herî dawî xaniyên ku di encama projeyên veguhestinê de li Sûrê hatibûn çêkirin gelek kesî ew  şibhandibûn girtîgehan. Me dît ku di encama wan projeyan de gelek qadên dîrokî jî ji ber bidestxistina rantê hatin tunekirin.”   ‘Divê xebatek hevpar were meşandin’   Selma, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di van projeyan de pêwiste ku rewşa civakê ya aborî jî li ber çavan bê girtin û civak were agahdarkirin. Lê mixabin di van projeyan de yan civak bê agahdarî tê hiştin û an jî tenê ji çend kesan re agahî tên dayîn. Di vî warê de divê xebatek hevpar were kirin. Lê mixabin wekî tê xwestin xebat nayê kirin û ew jî rêbaza polîtîkayên pişavtinê ye.”