Polîsan xizmê Dedeogullari tehdîd kirin 2022-01-17 09:06:56   Oznur Deger   KONYA - Di yekemîn runiştina doza êrîşa nîjadperest ya li hember malbata Kurd a Dedeogullar de, polîsan li gelek kesî dan û binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin Harun Rifatoglu wiha got: “Di wesayîtê de yek ji polîsên ku li me da, got "Ma emê bi van kurdan re mijûl bin". Yekê din jî got ‘Em ulkucî ne em dikarin bi we hemûyan’.”   Li navçeya Meram a Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de  malbateke Kurd a Dedeogullari hat qetilkirin. Runiştina doza komkujiyê di 14’ê Çile de li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin. Di runiştinê de gumanbaran îfadeyên bi naqok dan û xizmên malbata Dedeogullari bertek nîşan dan. Li ser vê polîsan êrîşê malbatê kir û li gelek endamên malbatê da. Di êrîşa polîsan de Harun, Omer (16) û Oner Rifatoglu hatin binçavkirin.   Hulya Kaplan a ku polîsan lêda, Omer û Harun Rifatoglu yên hatin binçavkirin şîdeta polîs vegotin.   'Li me dan û binçav kirin’   Biraziyê, Yaşar û Îpek Dedeogullari yên hatin qetilkirin, Omer Rifatoglu  got ji ber dijhiqûqî û neheqiya mezin bi tîşortên ‘em edeletê dixwazin’ tevlî runiştinê bûne û wiha behsa êrîşa polîsan kir: “Di runiştinê de axaftinên derew û şaş kirin. Me bertek nîşan da. Lê polîsan êrîşê me kir. Polîsekî sivîl yê vîdeo dikişand hebû. Me nizanibû ew polîse. Bavê min jî telefona wî girt. Me nizanibû polîse. Bavê min telefon dayê, wan bi qirika me girtin û li me dan. Em ji salonê derxistin. Piştre li edliyeyê li me dan. Telefona min şikandin.”   ‘Em ê gilî bikin’   Omer destnîşan kir ku ew bi lêdanê xistine wesayîtê û di wesayîtê de dijûnên zayendî kirine û wiha dirêjî dayê: “Darb li serê min xistin. Polîsan got ‘ji vê saetê şûnde qey em ê bi Kurdan re mijûl bibin’. Min birim şaxa zarokan. Em ê der barê polîsan de gilî bikin.”   Polîs: Em ulkucî ne   Xwişka Îpek Dedeogullari, Hulya Kaplan jî yek ji kesên di runiştinê lêdane ye. Hulyayê got ji ber şîdeta lê hatiye kirin dengê wê ketiye û got: “Polîsan tehdîd û dijûn kirin. Li ber çavên min biraziyê min li biraziyê min dan. Ji bo wan biparêzim min xwe avêt ser wan. Li ser vê şîdet limin jî kirin. Ez ji milê min birîndar kirim. Dengê min ket. Min avêtin li dîwar xistin.”   ‘Ji ber em Kurd bûn li me dan’   Hulyayê banga yekitiyê kir û got divê Kurd li dijî êrîşan bibin yek û got malbata Keleş tehdîda  ‘Hun Kurdin em ê we ji vir rabikin’ li malbata Dedeogullari kiriye û ev tişt anî ziman: “Malbata xwişka min tune kirin. Tenê Çetînê me ma. Ji wan re digotin ‘Hun Kurd in, em PKK’îyan li vir naxwazin’. Ji ber em Kurd in em rastî êrîşan tên. Ji ber em Kurd bûn polîsan li me da. Em edeletê dixwazin. Ez bi tîşortê ‘edelet’ li ser dinivîse  digerim.”   ‘Kurdbûn sûc e gelo?”   Harun Rifatoglu jî ku hat derbkirin û binçavkirin got bi tîşortê ‘li vî welatî Kurdbûn sûc e’ tevlî runiştinê bûye û got: “Polîsa di têketinê de mudaxaleyê tîşort kirin. Malbata me hat qetilkirin. Ji ber vê min ev tîşort li xwe kir. Ez bang li rayedaran dikim. Gelo ‘li vî welatî Kurdbûn sûc e’. Em wek temaşevan tevli runiştinê bûn. Gumanbaran îfadeyên bi naqok dan. Malbata min bertek nîşan da. em ji bo malbata xwe bidin sekinandin çûn cem wan. Lê polîsan li me da. Me got bisekin wan şîdet zêde kir. Dijûnên zayendperest kirin. Li derveyê edliyeyê jî berdewam kir. Du polîsên li derve jî êrîşê me kirin. Her kesî temaşe kir. Piştre ez pismam û apê min girtin. Kî dihat li me dida. Polîsekî got ‘Qey em ê bi Kurdan re mijûl bibin.’ Yekê din jî got ‘Em ulkucî ne em ê we têk bibin.”   Harun bertek nîşanê bêcezahiştinê da û wiha dawî lê anî: “Bila ji bîr nekin em ê hesabê vê bipirsin. Her ku me got em ‘yekitiyê dixwazin’ wan em qetil kirin. Me got ‘edelet’ wan êrîş kir. Ez dozger û dadgerbûma min ji 7 kesên hatin qetikirin lêborin dixwest û îstîfa dikir. Ev hîna delîlên çiqas şênber dixwazin. Çima hîna gumanbar nayên girtin. Gelo ji ber em Kurd in, ji ber vê wisa dikin. Em ê der barê polîsên li me dan de jî gilî bikin.”