Hevalên Aysel Tugluk: Vê carê em ê ji bo Ayselê têbikoşin 2022-01-15 09:09:03   ENQERE - Hevalên têkoşînê yên Ayselê diyar kirin ku dewlet ji bo lêborînê deyndarê Ayselê ye û gotin: “ATK hevkarê cezayê darvekirina fîîlî ya AKP’ê li girtîgehan kiriye dewrê ye. Ayselê ji bo mîlyonan têkoşîn da. Niha dora mîlyonan e ku ji bo Ayselê têbikoşin.”   Yek ji girtiyên nexweş ku rewşa wê giran e siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a ji sala 2016’an de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtiye. Aysel pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijî û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Nexweşxaneyên cemawerî der barê rewşa Ayselê de rapora ‘ nikare li girtîgehê bimîne’ da lê Saziya Tipa Edlî (ATK) berovajî vê rapor da.   Parlamenterên berê yên HDP’ê Tugba Hezer û Besîme Konca der barê tenduristiya Aysel Tugluk de nirxandin kirin.   ‘Ayselê li ser me hemûyan bandor kiriye’   Tugbayê da zanîn ku Aysel di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de yekemîn hevseroka jin e û ev di alî mîlyonan jinî de xwedî wate ye û got: “ Aysel Tugluk li girtîgehê tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dîl tê girtin. Ayselê di seranserê têkoşîna xwe de bi sekna xwe bandor li ser hemû kesî kiriye.”   ‘Qestê jiyana Aysel Tugluk tê kirin’   Tugbayê destnîşan kir ku tevî rapora ‘nikare girtî bimîne’ jî dewlet Ayselê bernade û bi vê dixwazin peyamê bidin jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me jinên kurd danî holê ku guherîna civakê bi azadiya jinê pêkan e. Di civakên ku têkoşîna azadiya jinê tê dayîn de faşîst ewil jinan hedef digirin. Jinên têkoşer wek tehdîd derdikevin pêşberî wan. Ji ber vê tehdîdê ji holê rake jî dikeve nava hewldanan. Aysel dîl girtine û qestê jiyana wê dikin. Ayselê li girtîgehê tenduristiya xwe winda kir. Aysel baş bû. Di encama polîtîkayên dewletê de Aysel hat vê rewşê.”   ‘Peyam dan gelê kurd û jinan’   Tugbayê êrîşa li hember cenazeyê dayika Ayselê, Hatun Tugluk jî bi bîr xist û ev tişt bi lêv kir: “Wê demê Aysel ji bo cenaze li wir bû. Lê êrîşeke ku em kes jî naxwazin jiya. Ev êşek mezin bû. Dayika wê li Dêrsîmê hat definkirin lê nehiştin Ayselê biçe. Aysel ji ber van tiştên hatine jiyîn xwe sûcdar dibîne. Di şexsê Ayselê de peyam dan gelê kurd û jinan.”   ‘ATK dibe hevkarê cezayê darvekirina fîîlî’   Tugbayê nirxandina xwe wiha domand: “Desthilatdarî bi girtinan dixwaze pêşî li têkoşîna kurd bigire. Rêbazeke vê jî ev e, dixwaze li girtîgehan darvekirina fîîlî bike meriyetê û vê pêk bîne. Raporên ATK’ê dibêjin ‘dikare girtî bimîne’. ATK ne li gorî sonda Hîpokrat, girêdayê rejîmê biryaran dide. Ji ber vê jî ATK hevkarê cezayê darvekirina fîîlî ye. Rewşa girtiyên nexweş giran dibe û  ATK bi tu awayî nikare hesabê vê bide.”   ‘Divê em bibin dengê Ayselê’   Tugbayê wiha dawî lê anî: “Ayselê ne tenê ji bo xwe ji bo mîlyonan jinî têkoşîn da. Ji ber vê jî niha girtiye. Dewlet qanûnên xwe pêk nayne. Aysel û girtiyên siyasî ji ber ku ji bo me têkoşîn dan îro bedelê didin. Lê em jî deyndarê wan e ku ji bo wan têbikoşin. Ayselê ji bo mîlyonan têkoşîn da û divê mîlyon jî bên gel hev û ji bo wê têbikoşin.”   ‘Ji bo serdestiya mêr hilweşîne têkoşîn da’   Besîme Konca jî diyar kir ku Aysel wek jinekê, wek hiqûqnas û wek jineke Dêrsîmê di pêvajoya têkoşînê de bandoreke mezin li ser hevalên xwe kiriye û got Aysel û malbata xwe ya ji komkujiya Dêrsîmê xilas bûne, nasname, çand û azadiya xwe esas girtine û têkoşîn dane, ev têkoşîn gelek bi nirx e. Besîmeyê wiha berdewam kir: “Aysel di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de yekemîn hevseroka jin e. Ji bo pergala serdest ya mêr hilweşîne têkoşîn da. Di dema hevserokatiyê de bîranînên wê yên mirovan kêfxweş dike heye.  Ayselê têra xwe ji zilma dewletê nisêbê xwe girt. Birayê Ayselê di 1980’ê de li girtîgehê di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û bi dayika xwe re koçî metropolê kir. Tevî vê şûnde gav navêt. Têkoşîna xwe meşand. Di siyasetê de cih girt. Bedel da. Di buroya hiqûqê ya Asrinê de cih girt. Parêzvaniya maf kir. Parêzeriya Birêz Ocalan kir. Aysel niha girtiye, pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Nayê berdan. Lê em sonda hîpokrat bi ATK’ê didin bibîrxistin. Biryarên ATK’ê ji yên AKP’ê serbixwetir nînin.”   ‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’   Besîmeyê wiha dawî lê anî: “Ayselê gelek caran hedef hat girtin. Lê dîlgirtina wê rewşa wê girantir dike. Bi hezaran girtî di bin rîskê de ne. Li girtîgeha mirin zêde bûne. Ev pêkanîna darvekirineke aşkera ye.  Bêguman kampanyayê ji bo wan li derve tên meşandin girîng in lê divê em bibe civakî. Divê hemû saziyên hiqûqî bi hev re tev bigerin. Divê têkoşîneke ku hincetên hiqûqî deşîfre dike bê meşandin. Tiştên li cenazeyê dayika Ayselê hatin kirin sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê dewlet deyndareke ku ji Ayselê lêborînê bixwaze.”