Zeynep a di wargehên cemaetê de maye: Mirov her tim di bin zexta derûnî de ne 2022-01-15 09:06:07   ENQERE - Parêzvana maf Zeynep Duygu ku berê di cemaetê de mabû û derbarê întîxara Enes Kara de nirxandin kir wiha got: “Cemaet û tarîkat tenê li cihên ku xizanî heye, mezin nabin zêde nabin.”   Xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Xarpêtê Enes Kara li wargeha tarîkatê mabû û ji ber zextan întîxar kiribû. Vê bûyerê zextên tarîkat û cemaetê yên bi piştgiriya dewletê dimeşin carek din anî rojevê. Enes piştî vîdeoya weşand şûnde întîxar kir û piştî vê bûyerê ji her derê li dijî cemaetan bertek hat nîşandan.   Li ser çapemeniya civakî bi hastage “#TarikatYurtlarıKapatılsın” çalakî hatin destpêkirin. Parêzvana maf, Zeynep Duygu ku di temenê zarokatiyê de cemaet û tarîkat nas kir, der barê pêvajoya jiyaye û tarîkatan de nirxandin kir.   ‘Bi hemû hiyerarşiya dewletê re bûn’   Zeynebê da zanîn ku li Erziromê hatiye dinê di 14 salî de çûye qursa Kuranê û li vir tarîkat nas kiriye û daxuyakirin ku tarîkata Rîsale-î Nur a Enes lê întîxar kiriye, ew jî lê maye û got sedema çûyîna zarok û ciwanan a tarîkatan xizanî ye, zextên malbatê ne. Zeynebê bi lêv kir ku malbat cemaetan wek cihên ‘oldar, bawer’ dibînin û wiha dirêjî dayê: “Bi operasyona li dijî cemaeta Gulen tiştek bi dawî nebû. Ew di nav rêxistinbûnek cuda de bûn û di hemû avabûnên hiyerarşîk ên dewletê de bûn. Em dizanin ku têkiliya van cemaet û tarîkatan bi cemaetan heye. Li aliyê din jî di malbatan de ji bo zarokan tê wateya statuyê. Li aliyê din jî  dixwazin cih bidin zarokên dixwazin xwe li qadek biewle bicih bikin. Malbatên ku vê nikarin bi hêsanî bi dest bixin hene. Cemaet û tarîkat tenê li cihên xizan mezin nabin. Cemaetên sekuler jî hene.”   ‘Xwendekar mijara bazarê ne’   Zeynebê wiha dirêjî dayê: “Zarok û ciwan berê xwe didin van rêxistinan. Sedem jî xizanî, ewlehî, qada biewle ye. Xwendekar dibin qada bazarê. Ji bo xwendekaran şert û bazarkirin mijara gotinê ye. Li aliyê din jî xwendekarên li zanîngehan li xwaringehan ji bo pereyê xwarinê têdikoşin. Xwendekar carna ji bo birçî nemînin diçin wan deran. Lê ew jî hinek rêbazan ferz dikin. Ev rêbaz wiha ne; nimêj, teşbîh kişandin û gelekên din.  Enes li maleke cemaetê hat qetilkirin. Gelo çi ev ciwan anî vê rewşê. Li gorî min para civakê gelek zêde ye. Belkî em nikaribin cemaet û tarîkatan bigirin lê em dikarin alternatîfan biafirînin. Dewlet dikare mudaxale bike û kontrol bike.”   Berpirsyariyên malbat û dewletê   Zeynebê wiha dirêjî dayê: “Gelek xwendekar li wargehan dimînin. Ez dixwazim ev wargeh bên girtin. Dewlet li şûna girtîgehan çêdike bila wargehan çêbike. Divê pergaleke perwerdeya bê pere, wekhev hebe û her wiha divê tu xwendekar li derve nemîne. Divê cihên starbûnê hebin. Ji ber ji xwendekaran re rêbaz namîne berê xwe didin van wargehan. Malbat jî berpirs in. Malbat fêdeya zarokan li ber çavan nagirin. Heta ku qadên alternatîf neyên afirandin, em ê hîna pirsgirêkên gelek ciwanên diçin tarîkatan bibihîzin. Ciwanan ber bi bêhêvîtî û taritiyê ve dibin. Ciwanên xwe digihînin me bêhêvitiya xwe tînin ziman. Ez 20 sal in parêzvaniya maf dikim. Lê tiştekî ez ji wan ciwanan re bêjim namîne. Ger ku malbat zarokên xwe neparêzin, dewlet berpirsyariya xwe neyne cih tiştekî em nîqaş bikin namîne.”   ‘Feraseta ol a statukoyî heye’   Zeynebê malbat jî rexne kir û wiha got: “Zarokê wan li kursa Kuranê bûne hafiz bûne mele. Bûye sefîrê ku wan dibin bihuştê. Ji ber  saziyek ol a ew bi vê bawer kirine hene. Feraseta ol a statukoyî heye. Civak vê hewcedariyê ji cemaetê digire. Ne tenê zarok, mixabin jinên malê jî vê qadê wek yekane cihê sohbetê dibînin. Divê em mekanîzmayên rast nîqaş bikin. Mixabin vê bi hevkariya jin û ciwanan dikin.”   ‘Ez 14 salî bûm’   Zeynebê bi lêv kir ku tarîkat mezin bûne û xurt bûne û beriya AKP’ê li cihên biçûk bûn û got: “Min çima cemaet tercîh kir? Ez 14 salî bûm. Wê demê bavê min nû miribû. Mûçeya me nehatibû girêdan. Rewşa me nebaş bû. Em 5 xwişk û bira bûn. Dayika min em şandin qursa Kuranê. Yekane cihê em lê birçî nediman bûn. Qadek bi ewle bû. Ji dayika min re wekî din alternatîf nemabû. Cemaet girêdayê dewletê ne. Li welat li gelek cihî ev cemaet hene. Di qada perwerde û akademiyan de cemaeta Hakyol pêşeng e. Ji bo statuyek baş ev qad tên tercihkirin. Diyanet nikare van deran rewa bike. Cihên gelek bi rîsk in.”   Perwerdeya cemaetê   Zeynebê wiha dirêjî dayê: “Ez çûm Stenbolê 12 meh min perwerdeya medreseyê girt. Mehê carekê destûra min a sûkê hebû. Gelek zehmet bû. Min bixwe tercîh kiribû. Min li dijî malbatê dengê xwe dernedixist. Ji bo zanîngehek baş qezenc bikim min xwe serkeftî nedidît. Psîkolojiya min xera bû. Zext li ser me hebûn. Bi gotinên wekî ‘Te hîna xweda nas nekiriye, xwedê hîdayet bide te’ zext dikirin. Ez bi 12 jinî re dimam. Jinek jê re digotin abla li ser me bû ji van re digotin ‘vakife’. Zextên psîkolojîk gelek zêde bûn. Piştî em mezun bûn dişandin herêmên cuda yên Tirkiyeyê. Em dibûn vaqif e. Ji aliyê hinekan ve hûn dibûn mirovên mezin. Min jî digot ez wisa dibim lê ez ji hinek tiştan nerehet bûm. Havînê ez dam dersên zarokên biçûk. Zarok jî ne wisa zarokên xizanan bûn. Mijar ne tenê xizanî bû. Min di salekê de gelek tişt jiyan. Min xwe têr, bê nirx didît. Dema min dianî ziman jî digotin ‘meşreb, hezheba te rûneniştiye, em nikarin bi te re berdewam bikin.’ Ol veguhertibûn eziyetê. Ez ji cemaetê avêtim. Sedema vê jî digot tu serê zarokan tevlihev dikî. Ez neçûm Erziromê. Ez li Stenbolê li wargehek xwendekaran mam. Piştre ez derbasî Mislimantiya dijkapîtalîst bûm.”   ‘Wê Enes biçûya ku derê?   Zeynebê daxuyakirin ku ji pêvajoya cemaetê heta parêzvaniya maf gelek bertek girtiye û di nokteya avêtina turbanê de jî gelek zext dîtiye û wiha balkişand ser întîxara xwendekarê zanîngehê Enes: “Hinek dibêjin ‘Enes dikaribû jê derkeve, bireve.’ Gelo wê biçûna ku derê, wê ji civak û malbatê çawa bireviya. Gelo alternatîfa wî hebû? Ez 16 salî bûm civak wisa bû di navberê de 20 sal de bas bûye hîna wisa ye. Ji ber vê dibêjim min sûcdar dikin. Piştî Enes gelek ciwanî xwe gîhand min. Tiştên Enes jiyan giran bûn.  Enes ciwanekî ku ev red kirine ye. Em behsa desthilatdariyeke ku dixwaze li gorî xwe her tiştî teşe bike dikin.”