Besna Guney: Heta binpêkirin bi dawî nebin wê grev jî bi dawî nebin 2022-01-12 09:01:57     ÎZMÎR - Ji xizma girtiyan Besna Guney da zanîn ku midûr Haydar Alî Ak yê nû tayînê girtîgeha Buca Kiriklarê bûye, zext û tecrîd zêde kiriye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin. Besnayê daxuyand ku heta binpêkirin bi dawî nebin wê çalakiya wan jî bi dawî nebe.   Tecrîda giran a li Îmraliyê didome, bandor li ser hemû girtîgehan dike. Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Buca Kiriklar a Îzmîrê di encama polîtîkayên tecrîdê de gelek binpêkirin tên jiyîn. Di 2021’ê de Midûr Haydar Alî Ak tayînê girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Buca Kiriklar a Îzmîrê bû û di encama polîtîkayan de binpêkirinên mafan tên jiyîn. Li girtîgehê li dijî pêkanînan 11 girtî di 28’ê Mijdara 2021’ê de di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên çalakiya xwe berdewam dikin ji Bloka A hatin girtin û xistin hucra yek kesî. Li qadên jiyanê, tuwalet û serşoyê kamera hatin bicihkirin û serê hewandankê bi têlan hat dorpêçkirin û pirtûk hatin desteserkirin.   Midûr Haydar Alî Ak ji girtîgeha Edîrneyê tayînê girtîgeha Buca Kiriklar hat kirin û bi pêkanînên xwe yên xerab tê zanîn. Yek ji girtiyên ku bi armanca pêkanîna protesto bike girtiyê bi navê Abdullah Guney e. Dayika wî Besna Guney banga hestiyariyê li rayagiştî kir. Besna ku di heman demê de Dayika Aştiyê ye da zanîn ku heta pêkanînên tecrîdê bi dawî nebin wê dawî li grevê jî neyê.   ‘Di girtîgehê de girtîgeh tê jiyîn’   Besna Guney destnîşan kir ku midûr Haydar Alî Ak bi pêkanînên wek zext, heqeret, tehdîd û tecrîdê li girtîgehê girtîgehê dide jiyîn û berê jî li girtîgehên mabû bi pêkanînên nebaş tê zanîn. Besnayê bi lêv kir ku midûr kurê wê hedef girtiye û ev tişt anî ziman: “Kurê min çend roj e di grevê de ye. Bila ji hucrê bê derxistin. Heta nebin qawişê wan dawî li grevê naynin. 4 sal e min betanî şandiye lê hîna jî nedanê. Paspasek biçûk li şûna betaniyê danê. Çi xwarinê didinê em nizanin. Çi dikin xwarinan em nizanin.”   ‘Qetil dikin dibêjin întîxar e’   Besnayê diyar kir ku wê dema ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven grev dabû destpêkirin jî ketibû grevê û 108 rojan di grevê de maye û ji ber vê çavên wî xera bûne. Besnayê ev tişt daxuyand: “Abdullah Ocalan 23 sal e tê tecrîdkirin û bandorek neyînî li ser tenduristiya wî dibe. Ez dayika hemû girtiya me. Bila girtiyên nexweş berdin, bila bişînin cem dayikên wan. Qetil dikin dibêjin întîxar e. Kes belasebe xwe nakuje. Haydar Alî Ak zilmê dike, heqeretan dike. Telefon, nameyan qedexe dike. Jixwe di nav çar dîwaran de ne. Bila destê xwe ji ser vî gelî bikşînin. Em ne cenazeyan em zarokên xwe dixwazin.”   ‘Dixwazin kurdan dîl bigirin’   Besnayê banga hestiyariyê li rayagiştî û rêxistinên civaka sivîl kir û wiha dirêjî dayê: “Dixwazin zarokên me li zindanan birizînin. Lê em di nav agir de bin jî em ê têkoşîna xwe bidin. Ew çawa tirk in em jî wisa kurd in. Tecawikar tacîzkar tên berdan lê muebetê didin me. Me zarokên xwe ji bo ew bikujin neanîn dinê. Ma mirovahî wisa ye? Bila di serî de nexweş û hemû zarokên me bên berdan. Cezayên wan biqedin jî bernadin. Poşmaniyê ferz dikin. Girtiyên nexweş yên 70-80 salî bernadin. Dixwazin kurdan dîl bigirin.”   ‘Ez ê heta dawî ligel wan bim’   Besnayê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Kurê min 23 sal e girti ye di vê pêvajoyê de 8 caran girtîgeh guhertin. Li her girtîgehê poşmanî ferz kirin. Çima kurê min poşman be? Haydar Alî Ak çûye ser kurê min û gotiye ‘ez ê we bikujim.’ Ewropa jî tê de tu kes deng nake.  Di mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derket. Çima dewlet tiştekî nabêje? Kurd vê zilmê qebûl nakin. Em ji zilmê natirsin. Ez dayika Aştiyê me û aştiyê dixwazim. Em ji bo aştiyê hatin û ligel zarokên xwe ne. Êdî bes e. Bila kes nemire. Bila hemû kurd hişyar bin. Sedema van mirinan dewlet e.”