Malbatên girtiyan ên Botanê: Li dijî zilmê bibin yek 2022-01-11 09:01:53     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Malbatên girtiyan ên Botanê, bertek nîşanê binpêkirina mafên girtiyan dan û gotin: "Ji bo bi dawîkirina zilma li hemberî girtiyan divê malbatên girtiyan bibin yek û bi hev re bertek nîşanî polîtîkayên li hemberî girtîgehan bidin. Pêwistê em piştgiriyê bidin çalakiya 'Nobeta Edaletê' û xwedî li berxwedana girtiyan derkevin."   Malbatên girtiyan bi çalakî û daxuyaniyên xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyan. Li Amed û Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin çalakiya "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin. Çalakvanên "Nobeta Edaletê" ji raya giştî re banga piştevaniyê kirin.    Girtiyê bi navê Osman Beytûr ê ku 12 sal ceza lê hatiye birîn, 6 sal in girtî ye. Osman 5 salan di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de ma û piştre sirgûnê li Girtîgeha Dîlokê hat kirin.    Girtiyê bi navê Ayaz Avşar jî 16 sal ceza lê hatiye birîn, 6 sal in girtî ye. Ayazê ku dema hat girtin yekem şandin Girtîgeha Alanyayê, piştî sal û nîvek din hat tahliyekirin. Ayaz piştî meh û nîvek şûnde carekedin hat girtin û wî şandin Girtîgeha Şirnexê û piştre jî sirgûnê Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    Dayika Ayaz Avşar Taybet Avşar û dayika Osman Beytûr Hatîce Beytûr, ji ajansa me re axivîn û banga hestiyariyê ji raya giştî re kirin.    ‘Zilmê li zarokên me dikin'    Hatîce, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zilm û zordariya li hemberî girtiyan pêk te û got: "Osman bi rêya telefonê ji min re behsa rewşa xwe ya girtîgehê kir. Min dixwest ez biçim hevdîtinê lê nehişt û ji min re got 'Neyê û li vir zilm û zorî heye. Rojê carek an jî du caran bi ser qawîşên me de digirin. Hemû alavên me belav dikin'. Di hevdîtinan de ji bo ku em jî bi zextan re rûbirû nemînin nahêlin ku em biçin hevdîtinê jî. Bi her awayî zilmê li me û zarokên me dikin."    ‘Em ji rewşa zarokên xwe bi fikar in'    Hatîce, diyar kir ku piştevaniya malbatan a ji bo girtiyan girîng e û wiha bi lê kir: "Divê malbat bêdeng nemînin. Pêwiste malbatên girtiyan dest bidin destê hevdû û biçin li ber dadgehan û ji bo zarokên xwe li ber dadgehan daxwaza edaletê bikin. Di meha kanûnê de 7 cenazeyên ji girtîgehan derketin. Ji ber çi ev cenaze ji girtîgehê derdikevin? Ev qas dem di navbera çar dîwaran de dimînin lê bi carekî de cenaze ji girtîgehan derdikevin? Çima girtî dawî li jiyana xwe bînin? Em ji rewşa zarokên xwe bi fikar in. Berpirsyarê vê rewşê jî hikûmet bi xwe ye."   'Pêwiste em piştgiriyê bidin Nobetên Edaletê'   Hatîce, banga bi dawîkirina zilmê ya li hemberî girtiyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha înfazên girtiyan tên bêtalkirin û serbest nayên berdan. Divê girtî bên berdan. Bila dawî li vî zilmê bînin. Bila bê zanîn ku em ê her tim li ser rêça zarokên xwe bin. Em carek din daxwaza edaletê dikin. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Em daxwaza azadiya zarokên xwe dikin. Niha li Amed û Wanê malbatên girtiyan dest bi çalakiya 'Nobeta edaletê' kirine û pêwiste hemû malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiyê.    ‘Hevdîtina bi telefonê tê qutkirin'    Dayika Ayaz Avşar Taybet Avşar, jî destnîşan kir ku zilmek mezin li ser zarokên wan tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên zarokên me bi cih naynîn. Alavên wan nadin wan. Bi ser qawişan de digirin lêgerînê dikin. Em kinc, pirtûk, nevresîm û gelek tiştên din ên ku em dişînin nadin wan. Bi kêyfî nadin wan. Dema bi telefonê li me digerin behsa zilmê dikin telefon tê qutkirin. Ji ber vê yekê em nikarin bi hevdû re biaxivin. Piştî ku Garîbe Gezer di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da kurê min li min geriya û dema behsa wê kir telefon hat qûtkirin.”   ‘Tecrîd bandorê girtîgehan dike’   Taybet, di axaftina xwe de bertek nîşanê hikûmetê da û wiha axivî: "Di meha kanûnê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Berpirsyarê vê tiştê hikûmet bi xwe ye. Em naxwazin tiştek bê serê zarokên me. Em dixwazin xweşî û azadî bê vî welatî. Daxwaza me ew e ku bila ev bê hiqûqî bi dawî bibe û zarokên me bên berdan. Ji ber rewşa min a madî ne başe ez nikarim hertim biçim hevdîtinê. Ev sê meh in min kurê xwe nedîtiye. Li girtîgehan tecrît giran bûye ev bandorê li hemû girtîgehan dike."   ‘Divê em Nobeta Edaletê bi hev re mezin bikin’   Taybet, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbatên dayikan dest bi çalakiya nobeta edaletê kirine. Em çalakiya wan silav dikin û divê em vê çalakiyê bi hev re mezin bikin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê li ser rêça zarokên xwe bin."