Li Cizîrê êrîşî goristanê kirin 2022-01-07 13:20:48     ŞIRNEX - Li Goristana Cizîrê gorên kesên ku di qedexeya derketina derve ya 2015 û 2016’an de jiyana xwe ji dest dan hatin rûxandin.   Li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, gorên kesên ku di qedexeya derketina derve ya 2015 û 2016’an de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê kesên ku nasnameya wan nehat diyarkirin ve hatin rûxandin. Gorên ku kêlikên wan hatine şinadin hat diyarkirin axa li ser goran jî hatiye kolandin.   Malbatên ku agahiya rûxandina gorên xizmên xwe bihîstin çûn goristanê.