'Qeyran hebû û her ku diçe jî li ser me ciwanan dibe bar' 2022-01-07 09:02:06   Medya Uren   AMED - Ciwana bi navê Zeynep Kurt têkildarî bandorên qeyranê yên li ser ciwanan ji jiyana xwe mînak dan û wiha got: "Me êdî dev ji xeyalên xwe berdan, hêviyên me di derbarê siberojê de nemane. Berê min bi 40 lîrayê tirkî debara malê dida meşandin, niha bi 80 lîrayî em birçî dimînin. Qeyran hebû û her ku diçe jî li ser me ciwanan dibe bar."   Her ku diçe lîrayê tirkî dihele û qeyrana heyî jî kûrtir dibe. Di serî de qeyrana aborî, qeyrana siyasî, civakî, demokrasî, dadê û perwerdeyê çawaniya jiyana ciwanan eşkere dike. Bi vê re ciwanên li Tirkiyeyê yan dev ji xeyalên xwe berdidin an jî di nava bê hêvitiyek mezin de xwe dibînin. Ciwana bi navê Zeynep Kurt a 18 salî jî bi jiyana xwe ya rojane re bandorên qeyranê yên li ser jiyana wê dike bi me re parve dike û em jî dibin şahid.   Li tirkiyê û bi taybetî ji li herêmê ciwanên ku ji ber qeyrana aborî dev ji dibistanê berdane û dest bi kar kirine di rêjeyek bilind de ye. Ev ji dibe sedem ku ciwan dev ji xeyalên xwe berdin. Li dijî wê jî di şert û mercên giran de dest bi kar bikin.  Zeynep Kurt a ku di nava malbatek 5 kesî de dijî  yek ji wan ciwanan e ku ji ber bandorên qeyranê  dev ji dibistanê berdayî ye. Ew ji bo xebatê ji Sîwereka girêdayî bajarê Rihayê koçê navçeya Rezana Amedê dibin. Li vir bi karên demsalî re mijûl dibin. Zeyneb heya pola 8’emîn dixwîne û neçar dimîne dev ji dibistanê berda. Ew ji bi malbata xwe re dest bi karên demsalî dike.   'Rojeva me tim qeyran e'   Zeynepê bi karên dike re hewil dide ku ji malbata xwe re bibe alîkar, lewra qeyrana ku giran dibe vê yekê asteng dike. Zeynepê têkildarî hewildanên xwe yên ji bo jiyanê wiha got: "Ji zarokatiya xwe ve ez li dijî qeyranê têdikoşim. Jiyana me bi vî rengî dest pê kir û diyar e wê bi qeyranan jî tune bibe. Rojevek me ya ji derveyî van qeyranan jî tune ye. Tişta ez fêr bûme kaosên siyasî, aborî, perwerde, tendirustî û bi giştî civakî ne."   'Ne zarokatî ne jî ciwantiya me asayî bû'   Têkildarî şert û mercên jiyanî yên ciwanan li Tirkiyeyê gelek lêkolîn û anket hatin çêkirin. Di hemû anketên di vê dawiyê de hatine çêkirin de ciwan ji jiyana xwe aciz in û bê hêvî ne. Ango ciwan ji rewşa aborî, siyasî û civakî bi guman in. Zeynep dibêje me di bin rêvebertiya vê hikumetê de ne zarokatî ne jî ciwantiyek asayî jiya. Zeynep wiha berdewam kir: "Ev hikumet bi qeyranan dest bi kar kir û heta niha ev qeyran qat bi qat zêde bû. Li dijî çareseriyan her ku diçe qeyranan kûrtir dikin."   'Me ji ber qeyranê dev ji xeyalên xwe berda'   Zeynepê bal kişand ser rewşa xwe ya berê û niha û got: "Me ji ber qeyranê dev ji xeyalên xwe berda. Me hewil da ku em bi malbata xwe re jiyanek asayî bijîn. Lewra her ku diçe ev ne pêk nayê. Min karê demsalî, karê belavkirina çayê û weke vê gelek cure kar kiriye. Min berê rojê 40 lîreyê tirkî distend, wî pereyî têra min û malbata min jî dikir. Min pêwîstiyên xwişk û birayên xwe yên ku diçin dibistanê jî pêşwazî dikir. Ez niha di roja xwe de 80 lîrayê tirkî distînim û ev têra min tenê jî nake. Em bi buhabûnê re nagihêjin. Ez bi xebata dikim re deyndar derdikevim. Bifikirin ez ji bo çuyîn û hatina xwe ya malê 6 û nîv didim rê. Xwarin  û vexwarin jî ji nav derbikeve ez nîvî ji xwe xilas dikim û yê mayî pê debara malê dikim."   'Temînata jiyana me tune ye'   Zeynepê di berdewamiya axaftina xwe de wiha diyar kir: "Bi şewba koronoyê re me darbeyên giran girtin û hîna em nikarin wan birînên xwe bipêçin. Niha qeyrana mezin bi ser me de hat. Hinek maye ku em li kolanan razên. Weke min hezaran ciwanan dev ji xeyalên xwe berdane û ji bo zikê xwe têr bikin têdikoşin. Bifikirin ez ciwanek im û qala aboriyê dikim. Ev axaftinên me yên rojane ne. Min piştre ji derve dest bi dibistanê kir. Ez dikevim ezmûnan. Lewra bi vî rengî jî ez mesref dikim. Heya ku ez pere nedim ez nikarim bikevim ezmûnê. Ew jî biha bûye. Weke ku ji bo em nexwînin hikumet her tiştî dike. Li gorî we dibe 40 lîra ne tiştek be lê belê ez nikarim bi 40 lîrayî bikevim ezmûnan. Jixwe em dizanin em bixwînin jî teminata me tune ye.  Em ê bê kar bin."   'Mobîng li ser jinan pêk tê'   Zeynepê diyar kir ku ew weke jinekê du carî bi van qeyranan tê çewisandin û got: "Em weke ciwan ji xeyalên xwe tên dûrxistin lewra weke jin jî em ducarî tên çewisandin. Heta ji malê têm û diçim bi guman tev digerim. Ez bûme şahid mobîng li ser jinan pêk tê û jin bêtir bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Hêviyên me di tu aliyan de nemane lê belê ez car din daxwaz dikim ku di vî alî de gav werin avêtin. Pêwîst e civak ferq û cudahiyê nexin navbera zayend û nîjadan."   'Em jiyanek aram dixwazin'   Zeynepê da zanîn divê gavên girîng bên avêtin û wiha bi dawî kir:"Ez weke ciwanekê li hemberî gumanên xwe yên jiyanî dibêjim pêwîst e gavên girîng werin avêtin. Em êdî jiyanek aram dixwazin. Di aliyê qeyranên aborî, civakî, siyasî, perwerdeyê de em çareseriyê dixwazin. Ez dadê û demokrasiyê dixwazim."