Dayikên Aştiyê ji bo 'edaletê' li Enqerê ne 2022-01-04 11:31:09   ENQERE - Dayikên Aştiyê  ji bo girtiyên nexweş bên berdan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin ji herêmê ji bo ku hevdîtinên cur bi cûr bikin çûn Enqerê. Dayikan got, "Bila hemû dayikên li Tirkiyeyê daxwazên dayikên kurd bibihîzin û bibin dengê me."   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Di sala 2021’ê de di mehekê de 7 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan, der barê mirinan de tu daxuyanî ji aliyê Wezîrê Dadê ve nehat dayîn. Nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş ku berdewamiya binpêkirinan e û ne berdana wan bû sedema bertekên cidî yên raya giştî. 'Nobeda Edaletê' ya ku li Amed û Wanê ji aliyê malbatan ve ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine betalkirin dewam dike.   Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên li Amed, Wan, Çukurova, Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Şirnexê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çûn Enqereyê. Dayikên ku dê beşdarî Meclîsa Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin, ji bo daxwazên xwe yên li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û girtiyên nexweş bînin ziman dê serdanên cûr bi cûr jî bikin.     Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên ji Wan û Colemêrgê hatin enqereyê behsa armanca xwe ya hatina Enqereyê kirin.   'Em ji bo pêkanîna edaletê hatin'   Ji dayikên aştiyê yên Geverê Fazîlet Polat, anî ziman ku ji bo dengê xwe bigihînin her kesî hatine Enqereyê û diyar kir ku divê girtiyên nexweş di zûtirîn demê de bên berdan. Fazîlet wiha berdewam kir, “Ev kes bê guneh di girtîgehê de ne. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, di hundir de bi hezaran kes hene ku nikarin xwe biparêzin. Bi salan e em li ber morgan di diorê de ne. Em ji bo dawî li vê yekê bînin hatin vir. Em êdî tehemûl nakin ku cenazeyek jî ji girtîgehê derkeve. Em êdî naxwazin li hestiyên zarokên xwe bigerin, naxwazin li ber morgayan bisekinin. Em jî hemwelatiyên vî welatî ne û em dixwazin li gor wê bijîn. Em ji her derê hatin vir ku edalet bê pêkanîn. Divê hemû dayikên Tirkiyeyê guh bidin daxwazên dayikên Kurd. Bibin dengê me, "   'Girtiyên nexweş nayên dermankirin'   Xwişka Devîş Aşkan ê ku 8 sal in di  girtîgeha di Girtîeha Panosê de ye Makbule Aşkan jî diyar kir ku divê hemû girtî bên berdan. Makbule da zanîn ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û girtî ji tu mafên xwe sûdê nagirin û wiha got: “Tu girtiyên nexweş li girtîgehê nayên dermankirin, hemû yek bi yek li girtîgehê dimirin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em daxwaz dikin ku zarok û xuşk û birayên me yên bêguneh bên berdan.”   Banga dayîkan: Dengê me bibihîzin   Ji Dayikên Aştiyê yên Geverê Gulçîn Karabûk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dayik naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û bal kişand ser lezgîniya rewşa girtiyên nexweş. “Em êdî naxwazin dilê dayîkan bişewite. Berî her tiştî, tecrîda li Îmraliyê û li tevahî  girtîgehan bê rakirin. Tevî her tiştî jî em dibêjin aştî. Mirovên li girtîgehan çi kirine? Tenê ji bo nasname û mafên xwe têdikoşin. Sedema ku evqas cenaze ji girtîgehan tên derxistin ew e ku bi Gelê Kurd êşê bidin kişandin."     Di dawiyê de Gulçînê ev bang kir, "Banga me ji bo hemû dayikan e, bila dengê me bibihîzin, ji bo cenaze ji girtîgehan neyên derxistin, bila edalet pêk were."