'Bûyera Gulîstan Doku di taritiyê de tê hiştin' 2022-01-04 09:05:26   Derya Ren   DÊRSÎM - Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Nurşat Yeşîl da zanîn ku di serî de bûyera Gulîstan Doku û hemû êrîşên li hember jinan ji ber gotinên hikûmetê û polîtîkayên wê pêk tên û wiha got: “Hewl tê dayîn bûyera  Gulistanê di tarîtiyê de bê hiştin. Derket holê ku walîyê demî hewl daye malbatê biçewisîne.”   Xwendekara Zanîngeha Muznurê Gulîstan Doku di 5’ê Çileyê de li Dêrsîmê bi guman winda bû û ji wê rojê şûnde malbatê agahî jê negirt. Têkoşîna malbatê ev du sal in didome. Xebatên lêgerînê yên hatin kirin jî qels man û derbarê gumanbarê sereke yê bûyerê hevalê Gulîstanê, Zaînal Abarakov û bavê wî Engîn Yucel de tu lêpirsînek bi bandor nehat meşandin.   Li seranserê Tirkiye û bajarên herêmê rêxistinên jinan ji bo Gulîstanê bername û çalakî pêk anîn. Li Dêrsîmê jî çalakiyên pêk hatin car caran bi êrîşa polîsan re hat çewisandin. Jinan dîsa jî dest ji pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye’ bernedan.    Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Nurşat Yeşîl der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman.   ‘Ji aliyê rayedarên dewletê ve jin hedef hatin girtin’   Nurşatê da zanîn ku li Tirkiyeyê kuştinên jinan her tim hebûne, lê di 2002’yan de bi hatina AKP’ê re jin zêdetir hedef hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê rayedarên dewletê ve jin hedef hatin girtin û ev jî bû sedema zêdetir kuştinên jinan. Daraz jî kujeran bêceza dihêle. Em her roj bi kuştinên jinan şiyar dibin. Peymana Stenbolê ku ji bo jinan gelek girîng bû hat feshkirin. Ev biryarên wisa mixabin cesaretê didin kujeran. Lê li dijî vê têkoşîna jinan jî mezin dibe.”   ‘Divê berxwedan hîn bêtir bê mezinkirin’   Nurşatê destnîşan kir ku di demên dawî de daraz biryarên mînak dide û ev jî bi têkoşîna jinan hatiye bidexistin û wiha bi lêv kir: “Em ji bo ku her cureyê newekheviya li hember jinan ji holê rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bêguman dema ev bê kirin jî divê em bi hev re têbikoşin. Bêguman têkoşîna jinan mezin bûye lê ev têr nake. Divê ji her demê zêdetir bi hev bigirin û dengê xwe bilind bikin.”   ‘Lêpirsîn qels hat kirin’   Nurşatê bal kişand ser aqûbeta Gulîstan Doku û got Gulîstan ji bo gelê Dêrsîmê bûye birînek giran û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Gulîstan winda bû em hevalên HDP û Platforma Jinan a Dêrsîmê çûn Baroya Dêrsîmê. Me fikarên xwe anîn ziman. Me got bavê Zaînal di şaxa asayîşê de polîs e, qeydên mobesa bajar destê rayedaran de ye. Lê mixabin ne tenê di bûyera Gulîstan Doku de di gelek bûyerên din de yên wekî Îpek Er û yên din de hêzên dewletê tê parastin. Mixabin lêpirsînek rast û têr nehat meşandin. Dema mirov li bûyera Gulîstanê dinêrin dibînin ku dozger, lêpîrsîneke qels û ji ser guh avêtî meşandiye.”   ‘Bila Gulîstanên din winda nebin’    Nurşatê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser îhtîmala ku Gulîstanê întîxar kiriye sekinînin. Der barê îdiayên li ser Zaînal de tu lêpirsîn nehat kirin. Di windabûna Gulîstanê de Zaînal gumabarê sereke bû. Daxwazên malbata Gulîstanê hat redkirin. Li xwişka wê Aygul Doku ji ber nehişt gumabar malê  bar bike, lêpirsîn lê hat vekirin. Bûyera Gulîstanê di tarîtiyê de tê hiştin. Du sal in Gulîsan nayê dîtin. Em dibêjin ku bila Gulîstanên din winda nebin.”