Li gel astengiyan meşa 'HDP gel e, gel li vir e' hat lidarxistin 2022-01-02 16:53:30     STENBOL - Polîsan êrîşî girseya ku li dijî êrîşa nîjadperest a li hemberî Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê xwest daxuyaniyê bide, kir. Lê belê tevî êrîşê girse bi dirûşmeyan meşa xwe pêk anî.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li dijî êrîşa nîjadperest a 28'ê kanûnê ya li dijî Rêxistina Bahçelîevlerê bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li Qada Şîrînevlerê li hev civiyan. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP'ê yên navçe û navçeyan, parlementerên HDP'ê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Qada Şîrînevler û Rêxistina Bahçelîevlerê beriya meşê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Ligel astengiya polîsan girse bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e" û "Heq, hiqûq û edalet" dest bi meşê kirin. Di vê demê de polîsan pêşiya girseyê girt û 10 kesî binçav kir. Ligel binçavkirinan jî dîsa girse meşa xwe doman. Girseya ku gihaşt ber avahiya HDP'ê ya navçeyê, ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.