Di doza Denîz Poyraz de ji jinan peyama 'Têkoşîn dê bidome' 2021-12-30 10:33:10       Melîke Aydin    ÎZMÎR- Jinên ku doza Denîz Poyraz şopandin, bertek nîşanî helwesta dadgehê dan û gotin: "Em ê bi têkoşîna xwe ya aştî, azadî û wekheviyê Denîz Poyraz bidin jiyîn."    Yekemîn danişîna doza Onur Gencer ê di êrîşa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, duh hat dîtin. Ji siyasetmedaran bigire heta parêzeran, hunermendan heta aktîvîstan ji hemû pêkhateyan piraniya wan jin bi sedan kes ji bo şopandina danişînê hatin ber Edliyeya Bayrakliyê. Jinên ku ji bo temaşekirina rûniştinê hatin Îzmîrê ji ajansa me re axivîn.   'Em êdî qetlîaman naxwazin'   Gulîzar Saka ya di pevçûnê de zarokek xwe winda kir got: “Em êdî qetlîamê naxwazin. Em aştiyê dixwazin û dixwazin girtiyên li girtîgehan derkevin. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite. Bila qetlîam êdî rawestin.”   'Em li dijî zilmê li vir in'   Ji Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Nîhal Akyildiz, diyar kir ku komkujî li dijî jinan, kurdan û gelên bindest pêk hatiye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Pergala dewleta serdest a mêr kujer e. Em li dijî zextên vê sîstemê li vir in. Têkoşîna me wê heta roja ku li Tirkiyeyê aştî, wekhevî û jiyana hevpar a gelan pêk were wê bidome."   'Em li her derê ne, em xwe diparêzin'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Xece Başkale jî ev tişt anî ziman: “Komkujî bi awayekî organîze hatiye kirin. Di êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê de, êrîşkar bi heman armancê yê ku Denîz Poyraz qetil kiribû hatibû. Armanca wan ew e ku jin û kurdan bitirsînin. Lê bila bizanibin em li kolanan in, li her derê ne û em xwe diparêzin.”   'Em ê di têkoşîna xwe de Denîzê bidin jiyin'    Ji Tora Parastina Jinê Emîne Akbaba jî got "Em ê kesekî din jî winda nekin" û wiha dewam kir: "Ji ber ku Denîz Poyraz li pişt pankarta 'Peymana Stenbolê dide jiyîn' hat qetilkirin. Ji 17’ê hezîranê ve tenê tetîkeş Onur Gencer hatiye girtin û lê tu têkiliya li pişt wî derneketiye holê. Em jin weke Tora Parastina Jinê ji bo kujerên Denîz Poyraz ê ku ji aliyê desthilatdariya mafya-çete ve hat qetilkirin bên darizandin. Li vê qesra edaletê ne edaleta mêr divê edaleta rasteqîn pêk bê û em ji ber vê li vir in. Em amade ne ku daxwaza aştiyê ya Denîz li her derê bînin ziman. Em ê di têkoşîna xwe ya aştî, azadî û wekheviyê de Denîzê bidin jiyîn."   'Negirtina gelek kesan polîtîkaya tirsandinê ye'   Hevberdevka HDK'ê ya Îzmîrê Fevziye Unal diyar kir ku parêzerên ku seroka baroyê ne jî di ketina salona dadgehê de zehmetiyan dikşînin û wiha bi lêv kir: “Ev jî polîtîkaya tirsandinê ye. Hat gotin ku dê ji her saziyekê 2 wekîl bên girtin, lê beriya niha tu kes li ser vê yekê nehatibû agahdarkirin. Tevî ku dihat zanîn dê ev danişîn qelebalix be jî, saloneke guncav nehat amadekirin. Dibêjin 300 kes lê parêzer, çapemenî û wekîl ketin hundir. Hejmarek zêde polîs ketin hundir. Cihê welatiyên ku dixwestin li dozê temaşe bikin tune bû."   'Eleqeya ji beşên cuda pir normal e'   Fevziye bal kişand ku ev dosya wek "doza cinayeteke sade" nayê dîtin û wiha axivî: "Li ber avahiya Îzmîrê ya partiya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê konê polîsan heye, qatil dikeve hundir, gule direşîne. Piştî ku kujer karê xwe diqedîne û wek di nav pembû de hat pêçan û hat pêşwazîkirin. Li vir ne tenê Denîz Poyraz, êriş li hemberî hemû ronakbîr û muxalîfên welat pêk hat. Êrîşa li dijî jinan, li dijî pêşeroja wan, li dijî ciwan pêk hat. Ji ber vê sedemê pir normal e ku beşên mezin ên civakê eleqe nîşanî vê dozê bidin."